Hin bûyer hene, ji asta xiyanetê wêdetir in, tenê hesta mirov tenê nakujin, hesta neteweyî jî pê re dikujin û texrîbatên mezin didin nirxên neteweyî. Di van kêliyan de mirov xiyaneta rast bibîne û hîn dibe, rûyê wê nas dike.
Xiyanet, yek ji êşa herî mezin e ku mirov li cîhanê carekê dijî. Lê gelê kurd ne bi carekê, bi hezar caran e ku bi hezar salan e dijî. Xiyanet bi jiyana me re bûye yek. Her kêlî bi me re gavan davêje. Li ku wê derkeve pêşberî mirov, pir hindik mirov dizane, lê cardin jî ji nişka ve dertê. Ev jî êşeke bendewarî ye ku dide jiyîn; eger xiyanetê bi mirinê re mirov bidî ber hev, xiyanet her tim ji mirinê jî mezintir êşê dide.
Ji ber ku di xiyanetê de wateyên veşartî hene ku mirov aciz dike, diêşîne, mîna xapandin, bikaranîn, bêhişkirin, nayê hezkirin, nayê ecibandin; kesê ku pê dihese xiyanet li wî hatiye kirin, xwe wisa hîs dike. Û di xalek herî nazik de jî dişkê. Dema ev hestên neyînî ku pir dijwar e, li hev dicivin, hêrs di asteke negengaz de derdikeve holê û mirov matmayî dihêle.
Di hin bûyerên dilşewat de xiyaneteke rast tune be jî, geşedanek herî biçûk an jî hestek ku vê yekê tîne bîra mirov, mîna xiyanetek e rast tê dîtin û bûyerên hovane yên ku em pir caran di jiyana rojane de dibînin û dixwînin têne kirin.
Hin bûyer jî hene, ji asta xiyanetê wêdetir in, tenê hesta mirov tenê nakujin, hesta neteweyî jî pê re dikujin û texrîbatên mezin didin nirxên neteweyî. Di van kêliyan de mirov xiyaneta rast dibîne û hîn dibe, rûyê wê baş nas dike.
Heger mirov bi hûrgilî li ser bûyerên vê dawiyê qewimîn e bifikire, di rewşek wiha de çi bijarde hene, dê derdikeve pêşiya mirov û çarenûsa xwe, ya xizmên xwe, ya netewa xwe û welatê xwe, helbet di vê xiyanetê de gûherînekê bi xwe re dide afirandin.
Ev gûhertin di her rewşê de dibe gûhertineke erênî, li hember xiyanet, têkçûyîn û radestbûnê berxwedanek bêhempa xwe dide der.
Ji ber van hemû sedeman, dema ku mirov pê dihese ku xiyanet lê hatiye kirin, divê demildest hesta gavavêtinek e berxwedanî bide der, da ku karibe li pêşiyê bibe asteng û careke din dubare nebe. Gava ku ev hest xwe nede der, pêşiya bûyeran nema tê girtin û nema tê qontrol kirin jî. Di rewşek wiha de hişekî zelal nayê afirandin, bertekek erênî nayê nîşandan. Mîna ku tiştek nebûbe, jiyan di halê xwe yê asayî de berdewam dike.
Ji ber vê xeletiyê îro gelê kurd êşek pir dijmar dikişîne û di her kêliyê de li hember encamên pir dijwar rû bi rû dimîne. Ev bandorê li pêşerojê dike û tahribatên mezin bi xwe re diafirîne.
Mînak; ji gelê kurd pê ve kê dîtiye ji bo bira keysa bira bibe dest davêje xiyanetê? Dîrokê wiha xwe dûbare kiriye û têkçûyîn tim bûye para kurdan. Ji ber vê îro welatekî çar parçe ku di bin desthilatdariya çar dewletên kolonyal de ye û li hember vê tekoşîneke bêhempa jî tê meşandin heye. Qasî mînaka xiyanetê ku îro PDK serkêşiya wê dike, mînaka lehengî û berxwedanek e efsûnî jî ku îro tekoşerên azadiyê serkêşiya wê dikin, rastî di xiyanet û berxwedanê de hatiye girêdan. Û da ku mirov vê rastiyê bibîne, pêdivî bi hişyarbûnek e neteweyî heye.
Dema ku çiya, gund, devî, newal û her tiştên bakurê Kurdistanê dihate bombekirin û şewitandin, xiyaneta PDK’ê tunebaya, îro wê çiya, gund, devî û newalên başûrê Kurdistanê jî nehatana şewitandin û nehatana bombekirin. An jî rojnamegerên azad û heqîqetê wê bi bombeyên dagirkerên Kurdistanê li ser xaka başûrê Kurdistanê nehatana şehîd kirin. Mînaka herî dawî ku berteka başûriyan li hember Hecî Lokmanê bakurî ku bi erdê ve hat xwêrkişandin hebaya, dê Hekîm Lokmanê başûrî ji ber ku bi kurdî axivî îro şehîd neketa.
Mînakên wiha pir in û mirov dikare zede bike. Piştî vê yekê, ji ber ku îro xiyaneta PDK’ê diyardeyek e, her roj mînakên bi vî rengî û yên cihê cihê li ser têkoşîna azadiyê têne ceribandin. Ger pêşiya vê xiyanetê neyê girtin, ku wê sibê derengî bikeve, ev tê wê maneyê ku di nava civakê de xiyaneta PDK’ê wê bibe sebebê serê gelek bûyerên din.
Kesên qels an jî yên ku nikarin xwe li ser lingan bigirin herî zêde dest davêjin vê û xiyanetê dikin. PDK îro pir qels e û ev pêvajo daye pêşiya xwe. Ev rastiyek e zanistî ye ku nexweşek neyê dermankirin, wê giyan tevî bide berxwe; her ku biçe xiyaneta PDK’ê wê belav bibe û rê ji dagirkeriya kolonyalê bakurê Kurdistanê li Başûr jî veke.
Li Kurdistanê xiyanet û bêbextî ne wek berê ye, gihîştiye wê astê ku di warê zanîn û hişyarbûnê de bi xwe re şiyarbûnek afirandiye. Tekoşîna bakurê Kurdistanê hebûn, hêz û şiyana xwe bi hemû cîhanê daye qebûlkirin, her çend ev hemû geşedanên erênî bin jî, bêdengî û bêbertekbûn dibe sedem ku pêşiya vê xiyanet û nexweşiya PDK’ê neyê girtin.
Bo wê gerek îro li başûrê Kurdistanê pêvajoyeke nû bê destpêkirin, da ku sedema jiyana ne arasteyî û negihîştî li Başûr, ne tevgera azadî ye, helwest, nêzîkatî û xwefirotina PDK’ê ye û ji gel re bê vegotin. Ev jî xebatek cidî û helwestek li gor fikr û raman û felsefeya Birêz Ocalan pêkan e.Ku ev felsefe têkeve meriyetê, bikeve nav gel û rûnişt, dê bi xwe ber helwest û nêzîkatiyek derê, bibe serhildanek û li hember xiyaneta PDK’ê biteqe. Gelê Başûr niha ketiye rewşek wiha ku li hemberî xiyaneta PDK’ê hatiye şiyar kirin; da ku dev ji vê hêrsa xwe bernedin li hember xiyaneta PDK’ê, ji bo serhildinek e birûmet, pêdivî bi qasî şiyarbûnê, bi serkêşiyekê jî heye. Bi vî awayî gûherîn pêkan e, da ku rûyê xiyaneta PKD’ê bê dîtin.