12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çima rejîma Şamê li hemberî êrîşên dewleta tirk bêdeng e

Rejîma Şamê xwe wek nûner û hikûmeta fermî ya Sûryeyê dibîne lê li hemberî êrîşên dewleta tirk ên li ser xaka Sûriyeyê û kuştina welatiyên Sûriyeyê bêdeng û bêhelwest dimîne

Heta radeyekê êrîşên dewleta tirk ên li dijî gelê kurd tên fêmkirin, ji ber ku ne ji îro de ev sed sal e li dijî hemû tevgerên gelê kurd ên azadîxwaz vê siyaseta inkar û îmhayê didin meşandin. Lê tiştê ne asayî û ne ji rêzê bêdengiya rejîma Şamê ya li dijî van êrîşên qirker e.

Êrîşên dewleta tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Herî zêde êrîşên wan li dijî qadên jiyanê yên gel tên kirin. Armanca wan ew e ku herêmê bê niştecih bikin, xelkê neçarî koçberiyê bikin û aramiya herêmê têk bidin. Bingeha van hemûyan jî plana qirkirina Kurdan e ku ev sed sal in didin meşandin. Dibêjin Kurd li tu derê cîhanê nikarin bibin xwedî statû û nasname.

Rejîma Şamê ji bo van êrîşan dengê xwe nake û heta mirov dikare bêje heta radeyekê jî li hesabê wê tê. Rejîma Şamê wiha hesabên xwe dike ku dê di encama zextên dewleta tirk de kurd û rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest ji destkeftiyên xwe berdin û muhtacê rejîma Şamê bibin.

An jî ku dever were valakirin wê dewleta tirk dîsa wê herêmê dewrî rejîmê bike. Lê di hemû daxuyaniyên berpirs û rayedarên Xweseriya Demokratîk de tê xuyakirin ku dê heta dawî li ber xwe bidin û tucaran dest ji destkeftiyên gelê xwe bernedin. bedela wê çi dibe bila bibe ev bedelên ku bi xwîna bi hezaran ciwanên gelên herêmê hatine misogerkirin dê heta dawiyê werin parastin.

Rejîma Şamê xwe wek nûner û hikûmeta fermî ya Sûryeyê dibîne û li hemû herêmên ku Tirkiye êrîşî wan kiriye yekîneyên leşkerî yên artêşa Sûryeyê hene. Hêzên artêşa Sûriye li ser sînorê Şehba heta Kobanê û Dêrikê bi cih bûne. Tevahiya erdnîgariya ku rastî êrîşên dewleta tirlk hatin, xaka Sûryeyê ye. Yên hatin qetilkirin jî welatiyên Sûriyeyê ne. Her wiha hikûmeta Şamê li cîhanê propaganda belav dike ku nûnertiya gelên li van herêman dike.

Beriya her tiştî erka dewleta Sûriyeyê heye ku li hemberî dagirkerî, êrîş û komkujiyên Tirkiyeyê raweste. Ev hem erkek qanûnî û hem jî erkek exlaqî ye. Dibe ku pirsgirêkên wan bi gelê herêmê re hebin. Ev herêm ji Sûryeyê cuda nebûye û dewleteke cuda ava nekiriye. Gel xwedî nasnameya fermî ya Sûriyeyê ye. Divê dewlet xwedî erk be ku van hembêz bike û li mafên wan bigere. Ger ev yek neyê kirin êdî tiştekî ku ji gel re bibêje namîne. Dema gel bi êrişan re rû bi rû ma û li beramberî van êrişan hikûmeta ku bê bertek bimîne, wê çawa jê bawer bike?

Divê hikûmeta Sûryeyê vê mijarê bigihîne saziyên wek Komkara Ereb û Neteweyên Yekbûyî ku endamê wan e û li dijî Tirkiyê helwestê nîşan bide. Herî kêm divê nîşanî cîhanê bide ku li sînor û welatiyên xwe, xwedî derdikeve. Baş e, Sûriye ne bi hêz e ku bi Tirkiyeyê re şer bike an jî naxwaze şer bike. Lê pêwîst nake û nayê wateya ku li hember van herêmên ku êriş pêk tên û sucên ku tên kirin bê eleqe bimîne.Hikûmeta Şamê ne avakirina pêwendiyeke saxlem bi gelê xwe re dibe sedema qutbûna hestyarî û dûrbûnê. Eger Şam bifikire ku Rêveberiya xweser wê bişkê û xwe bavêjin ber deriyê min, ev xerabtir e. Ger mirov di demên dijwar de alîkariya hev bikin û hevkariyê bikin, ev yek yekîtî û baweriyê xurt dike.

Çavkanî-rojnameya ronahî