12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çima kapîtalîzm alîkariyê dide berhemên ku wê rexne dike?

Di cotmehê de xwediyê şirketa Amazonê Jeff Bezos li ser hesabê xwe yê twitirê got: “ Ez gelekî bi kelecan li hêviya dîtina leystika (Squid Gamê) me”
Rêzefilmê (Squid Game) ku şirketa Netflix a Koreya Başûr weşandibû û piştî mehekê ji weşanê 111 milyon kesan lê temaşekiribû. Bi gotineke din li gorî hejmara dîtinan ew di rêza yekemîn de bû.

Wekî tê zanîn ew rêzefilmê ji 9 xelekan pêk tê, rexneyan li civaka kapîtalîst dike. Di rêzefilmê de 456 leystikvanên ku di rewşeke gelekî xerab û di nava xizaniyê de dijîn, cih digirin. Ew bi wê yekê dixwazin civaka heyî berbiçav bikin ku tê de armanca sereke û bi her şêweyî danehev û berhevkirina mal û pereyan ne.

Di vê sedsala dawî de gelek filmên ku pişta xwe didin rexnekirina li kapîtalîzmê derketin holê. Wekî mînak filmê Snowpiercer (2013), Okja (2017), Nomadland (2020) û hin filmên din. Lê piştî ku filmê (Parasite) ê Koreya Başûr hêjayî xelata Oscarê hate dîtin êdî ew bû destpêka guherînekê ji bo karên hunderîn ên ku rasterast kapîtalîzmê rexne dikin.
Li ser vê mijarê sînemager û rexngirê misrî Emced Cemal di axaftineke xwe ya ji BBC’yê re wiha gotibû: “ Filmên ku kapîtalîzmê rexne dikin ne tiştekî nû ye.” Cemal filmê amerîkî (The Devil and Miss Jones) ê ku di sala 1941’ê de hatibû weşandin, wekî mînak destnîşan dike. Cemal dibêje: “Dema min ew film dît ez matmayî mam, çawa filmeke wiha dikare hemû neyêniyên kapîtalîzmê bîne ziman.”

Emced Cemal li ser filmên ku bi demê re bi şêweyên cuda derketine holê jî wiha dibêje: “Filmên wekî filmê The Platform ê spanî (2019), filmê Sorry To Bother You (2018) yê amerîkî û hin filmên din di rexneyên xwe de şêweyê metaforîk bikar tînin.”
Wekî mînak cil û berg û berhemên ku di filmê Squid Game de hatibûn bikaranîn piştî ku ewqas zêde li ser Netfilixê hat temaşekirin, bû sedema ku firotina wan cil û bergan û tiştên di wir de hatine bikaranîn, gelekî zêde bibe. Lewre jî mirov dikare bibêje kapîtalîzim dikare sûdê ji reklama li dijî xwe jî bibîne, tevî ku hin rexne lê tên kirin lê dibe sedema firotina berhemên wê jî. Ji aliyekî din ve jî radîkaliya ramana rexneyê ji holê radike û wiha dê bandora wê rexneyê jî bêtir bibe.

Mirov dikare heman tiştî ji bo medyaya dijîtal jî bibêje. Wekî mînak hin kes dilê xwe di medyaya dijîtal de rihet dikin, rexneyan dikin, çêran dikin, guhertinên mezin û şoreşan dikin lê ew tev ne rasteqîn in.

Wekî hingivê tu ji paş camekê zimanê xwe lê bidî û bibêjî çiqas xweş û şîrîn e. A rast tu tenê zimanê xwe li camê didî, hingiv li aliyê din ê camê ye lewre jî ne tama wê dizanî ne jî çêja wê digirî.