Nerazîbûn û xwepêşandanên gelê Îranê yên li dijî rejîma Îranê ji 16’ê meha îlonê de piştî kuştina ciwana kurd Jîna Emînî dest pê kirin û heta roja îro bi çalakî û şêweyên cihêreng berdewam dikin.
Ev nerazîbûnên gelên Îranê di demeke kurt û wekî agirê tu berdî nava pûşê siwa wiha li seranserê rojhilatê Kurdistanê û tevahiya Îranê belav bûn.
Bi xwepêşandanan bigire heta bi grevên giştî, ji şaşik firandina oldaran bigire heta bi servekirina jinan, ji sînemageran bigire heta bi parvekirina wêneyên servekirî ên hunermendên navdar her roj ev çalakî bi şêwe û rengên cuda xwe didin der.
Herî dawî çalakiyan mohra xwe li lîstika futbolê ya tîma Îranê jî da. Tîma futbolê ya Îranê ku li Qeterê tev li kupaya cîhanê bû di leystika xwe ya destpêkê de piştgiriya xwe bi serhildana gelê Îranê re anî ziman û sirûdî netewî ya welatê xwe nexwend. Lê di leystika duyemîn de tîma futbolê gav bi paş de avêt û sirûda xwe xwend. Ev yek bû cihê nerazîbûnê di nava serhildêrên gelê Îranê de û piştî ku di leystika xwe ya bi Amerîkayê re têk çû dîmeneke balkêş derkete holê. Gelê Îranê li şûna ku xemgîn bibe bi gelek rengan kêfxweşiya xwe ji vê têkçûnê tîma xwe ya futbolê anî ziman.
Lewre ev helwesta gelê Îranê û xwepêşandêran li dijî tîma Futbolê ya welatê xwe vê pirsê tîne bîra mirov. Gelo çima ji têkçûna tîma xwe ya futbolê kêfxweş dibe? Bersiv bi hesanî dikare wiha bê gotin ji ber ku tîma futbolê helwesta xwe ya pêşî nîşan da ku ew li kêleka xwepêşandêran û gelê Îranê ye lê piştre gav bi paş de avêt û cihê xwe li kêleka rejîma Îranê girt. Lewre jî gelê Îranê li şûna alîgiriya tîma xwe bike êdî ji têkçûna tîma xwe kêfxweş dibe.
Ji aliyekî din ve jî ev helwesta gelê Îranê wiha nîşan dide ku êdî divê her kes aliyê xwe bi zelalî hilbijêre. Anku yan tuyê piştgiriya serhildana gel bikî an jî piştgiriya rejîma Îranê bikî. Riyek din di wê navberê de nemaye û divê her kes li wê gorê tevbigere.