1 GULAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Çima Dibêjin Bijî

Roger Koyî

Di sedsala çaran a berî zayînê de, bi hînkirinên Arîstoteles û Hîpokrates, ku wek bavê bijîşkiyê tê hesibandin, mirov fêr bûn ku pişkinîn reflekseke parastinê ya serî li hember madeyên biyanî ye

Piştî pişkinînê edeta gotina, “Her bijî ” hema bêje di her çanda her gelî de heye. Her çend ew di wateyê de hinekî cûda bin jî, lê armanc û sedem berbi heman tiştî ve diçin. Ji bo kesê ku bipişkine Îngilîzî dibêjin ‘God bless you’ (Xwedê ji we razî be), Alman dibêjin  ‘Gesundheît’ (Tenduristî- bi tendurist be), Îtalî jî dibêjin ‘felicita’ (Dilgeş-Bextewar, yanî her tim di jiyan axwe de bextewar be).  ev çand ji demên kevnar ve tê û tê bawarkirin ku kesê dipişkine di xeteriyê de ye.

Bi sedsalan mirovan bawer dikir ku sedema jiyanê ruh-giyan e û giyan di nava serê mirov de ye û pişkinîn dikare zirarê bide vê hêza jiyanê. Yên ku ji vê bawer dikir bi her awayî hewl didan ku pişkinînên xwe bigirin.

Di sedsala çaran a berî zayînê de, bi hînkirinên Arîstoteles û Hîpokrates, ku wek bavê bijîşkiyê tê hesibandin, mirov fêr bûn ku pişkinîn reflekseke parastinê ya serî li hember madeyên biyanî ye. Ji ber ku pişkinîn destpêka nexweşiyekê ye, di vê demê de kevneşopî dest pê kir ku ji kesê ku bibişkine re bêjin, “Bi Tendurist Bijî” an jî “Temenekî Dirêj Bijî” da ku nexweşî xirab neqede.

Nêzîkî sed sal şûnda, Romayiyan bawer kir ku pişkinî tiştekî baş e, mirov ji nexweşiyê diparêze û girtina wê dikare nexweşiyê bihelîne û dibe ku bibe sedema mirinê jî. Îcar ji pişkirinê re digotin ‘Pîroz be’ an ‘Bextê te xweş be’.

Her çend eslê gotina “Xwedê ji te razî be” di gelek çandan de yek e jî lê  eslê peyva ‘God bless you’ (Xwedê te bihêle) ya Xiristiyanî cûda ye.  Li aliyê din di sedsala şeşan de, dema ku nexweşiya vegirtinê û ya kujer bi hemû tundiya xwe li Îtalyayê dest pê kir û nîşaneya vê nexweşiyê pişkinîna kronîk bû, ji aliyê Papa ve hat ferzkirin ku ji kesên ku pişikinî re bêje “Xwedê ji we razî be”. Bi vê qanûnê re jî tê tewsiyekirin ku ger li derdora kesê ku bipişkine re bêje “Xwedê ji te razî be” tune be jî divê ew kes ji xwe re bêje “Xwedê alîkariya min bike”.

Her wiha ev çanda ku ji kesên ku dipişkine re dijin “Her Bijî” û yê ku dibişkine jî lê vedigerîne dibêje, “Tu jî bibîn e” di eslê xwe de tê wateya “Tu jî bi qasî jiyana min ku bibîne bijî”, ango “bijî ku jiyana min jî bibînim”.  Her wiha kesên ku di baweriya ku bêje “Her Bijî” tê wê wateyê ku dê pêşkinîn bisekine jî hene.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê