Pejirandina hebûna dewleta tirk ne rewa ye û li hember gelan bêmafiyeke mezin e. Li ser axa Anatolya, Trakya û Kurdistanê bi dehan gel dijîn. Kurd, ermen, asûr, gurcî, çerkes, pomak, laz, rûm, abhaz, arnavut, kirgiz, mihelmî û hin gelên din.
Kombûna van gelan tev bi dehan caran ji jimara tirkan zêdetir e. Dewleta tirk ev sed sal in, dispêre van gelan ku eslê xwe înkar bikin û ji xwe re bibêjin “ez tirk im” da ku dewleta tirk ji bo xwe miletekî bi navê “tirk” çêke. Yanî di rastiyê de li Tirkiyeyê jimara tirkan dikare bi dehan, pir pir bi sedan were îfadekirin. Lê ev hejmar ji sedî sed hezarî derbas nake. Lê ev kêm-jimar bi riya îdeolojiya kemalîzmê 80 milyon mirovî di bin destê xwe de digire. Zimanê wan, çanda wan, kevneşopiyên wan li wan qedexe dike, nirxên wan ên gelêrî, milî, netewî ji bo xwe didize û bê sînor bi kar tîne, bi ser de, wan ji bo xwe wek kole bi nanûzikê dixebitîne, wan ji bo xwe dike leşker û li hember xwiş-bira û cîranên wan bi kar tîne, wan di zindanan de dirizîne, wan koçî her aliyê cîhanê dike û ya xerabtir jî ji wan re dibêje, “hûn ne hûn in, hûn ez im”. Tişta trajîk çi ye? 80 milyon mirov li devê hezar kesî dinêre û ev hezar kes çi bibêje, tev bi ya wan dikin. Bi rastî jî jimara tirkan dibe ku ne hezar be jî. Lê ev hezar ev sed sal in, vî heyştê milyonî perîşan dike. Ev heyştê milyon li şûna serî hildin û kurd bibêjin ez kurd im, laz bibêjin ez laz im, çerkez bibêjin ez çerkez im… tev ketine pêşbirka tirkbûnê, wek mînak: ji Îsmetê ker bigir heta Ecevît, Ozal û Kiliçdaroglu yên dewleta tirk bi rê ve dibirin û ji bo miletên din bibin tirk ferman didan ne tirk bûn, lê kurd bûn. Îro yên dewletê bi rê ve dibin ne Erdogan tirk e, ne jî Bahçelî tirk e. Mustefa Kemalê bi îhaleya îngilîzan komara tirk ava kir jî ne tirk bû.
Gelên li ser vê axê ev sed sal in bi komployeke navdewletî ya bi destê Ingilîzan û îro jî bi destê dewletên desthilatdar û emperyal ve tê birêvebirin re rû bi rû ne. Ev komplo xwe dispêre ser înkarkirina gelan û li şûna wê avakirina hêzeke sixte, ji miletekî sixte ku navê wê kirine “tirk”. Sedemeke vê ya bingehîn jî heye. Şaristanî destpêkê li ser vê axê û bi destê van gelan hat destpêkirin. Piştre derbasî yewnan û di wir re jî derbasî Ewropayê bû. Lê Ewropa ya bi pîşesazî/sanayî û sermayedariyê bi pêş ket wek kurekî şîr heram, şaristaniya li Mezopotamya û Anatolya bi pêş ket înkar dike û dixwaze xwe bike navenda cîhan û jiyanê. Ji bo wê dixwaze hemû gelên li herêmê bimirin, da ku dîrokê bi kêfa xwe û li gor xwe binivîsin. Ji bo wê dewleta tirk bi destê qatilên kemalîstan damezirandin, fermana qirkirina 33 gelan dan destê tirkan û ev sed sal in bi her awayî desteka malî, leşkerî, siyasî, dîplomatîk didinê, da van gelan asîmîle û tine bike, ku karibe bibêje “medeniyetê bi min dest pê kiriye“.
Gelek kesên li ser vê axê dijîn, gava ji xwe re dibêjin “ez tirk im”, di rastiyê de bi piranî dizanin, ku ew ne tirk in. Lê tirkbûn li ser vê axê kirine navê desthilatiyê. Ger tu tirk bî, di vê dewletê de ji te re kar û qiymet heye, ger tu ne tirk bî ji te re nan tineye, lê zindan û mirin heye. Ev bijarte bi zanistî spartin gelan ku gel xwe înkar bikin û jimara tirkan zêde bibe.
De ka di rojekê de, bila hemû gelên li ser axa Anatolya, Trakya û Kurdistanê her yek vegere ser koka xwe û nijada xwe, bê li holê kesekî bi navê tirk dimîne! Bêguman wê nemîne.
Wê demê çima ev dewlet, ev ax a tirkan be, çima ne ya gelan be? Çima gel di nav xwe de koalisyoneke pelixandina tirkan û jidestwangirtina şiyandariyê saz nakin? Hezar mîqrop ketiye nav xwîna 80 milyon mirovî û ev sed sal in wan jehrî dike. Lê ev heyştê milyon qasî kewareke mêşên hingiv li ber xwe nadin mixabin. Îro hêza li hember vê mîqrobê li ber xwe dide tenê li holê beşekî kurdan mane, gelên din bêhêz û bêhiş ketine, jehra kemalîzmê ew pûç kirine mixabin.
Ji gelên herêmê re dermankirinek lazim e. Li kewareke mêşên hingiv binêrin, bi hezaran mêş tê de dijîn. Carina mozeke sor – ku em dibêjin mozên keran, zirmoz- tê dikeve kewarê û dixwaze tevan bikuje. Mêşên hingiv dikevin tengezariyeke mezin, lê xwe radestî zirmozê nakin. Tev bi hev re dor lê dipêçin heta wê bêderman dihêlin û pişt re termê wê yan diavêjin der ve, yan jî bi şimayê dixin gorê. Em heftê milyon û 33 cure gelên li vê herêmê çima nikarin hezar mîqrobî ev sed sal in ji nav çavên xwe der bikin û ev sed sal in qehra wan dikişînin? Çima herkes ji wan didtirse û bi ya wan dike, bi ber bayê wan dikeve eslê xwe înkar dikin û ji xwe re dibêjin, ez jî tirk im, dewleta min tirkî ye, ez hemwelatiyê komara Tirkiyeyê me, ala min stêrk û hîv e, canê min ji dewleta min re feda be.
Dewleta te ya çi ye? Ev ne dewleta te ye. Ev dewleta kemalistan e, ya faşistan e, ya nijadperestan e. Di vê dewletê de 1000 kes li ser heyştê milyon kesî zilmê dike, zordariyê dike, hezar kes dewlemendiya 80 milyon kesî ji xwe re dimije dibe, hezar kes berê heyştê milyonî dide şerekî navxweyî ev sed sal in.
Çima sed sal derbas bûn, lê hîn jî hişê te nayê serê te. Tu ne tirk î, ev dewlet ne ya te ye, ev zimanê dewletê ne zimanê te ye. Ma ji bo çi di zagona bingehîn a vê dewleta kemalist de dibêje,“Zimanê fermî tirkî ye“, ji bo hemû zimanên din werin jibîrkirin û ji bo xwe zimanekî sixte çêkin. Erdogan ji bo çi dibêje, yek ziman, yek al, yek dewlet, yek milet. Ew pir baş dizane, ku miletên hene li xwe xwedî derkevin, miletek bi navê tirk li holê namîne, ger her milet bi zimanê xwe biaive, zimanek bi navê tirkî li holê namîne, ger her milet ala xwe li ba bike, kes pozê xwe jî bi ala tirkan paqij nake, ger her miletek li axa xwe û serweriya xwe xwedî derkeve li holê dewletek bi navê tirkî namîne.
Ji bo wê ev sed sal in bi darê zorê dispêrin gelan ku xwe înkar bikin, zimanê xwe ji bîr bikin, azadî û serweriyê qet nefikirin, al û rengên xwe ji bîr bikin. Armanc: 80 milyonî bikin cangoriyê 1000 mîqrobî.
Belê, ev sed sal derbas bûn. Me pir êş kişand, zindan bi me dagirtin. Gorên diyar û nediyar bi me dagirtin. Sererd û binerdê me talan kirin, gundên me wêran û gelê me perîşan kirin. Em li tevayî cîhanê koçber kirin, bênasname, bêziman, bêmaf, bêewlehî, bêpêşeroj hiştin. Êdî divê gelên li herêmê em tev her yek li eslê xwe vegerin, her yek bi serbilindî navê xwe bi zimanê xwe biqêrin, stranên xwe yên qedexe bi zimanê xwe yî qedexe li ber govendên xwe yên qedexe bistirin. Gelên li herêmê çima kurdan tenê dihêlin, ev mîqrob ketiye nav xwîna we jî, zimanê we lal kiriye, hişê we pûç kiriye, hûn jî bê dîrok, bê ax, bê azadî hiştine. Hûn jî mil bidin kurdan û di vê têkoşîna mirin û mayînê de li ba mayînê ciyê xwe bigirin. Ji bîr nekin, roja herkes bibe tirk wê li ser axa Anatolya, Trakya û Kurdistanê 33 gel tevî nirxên xwe, zimanê xwe, çanda xwe, kevneşopiyên xwe, stran û govendên xwe bikevin gorê. Ma ne heyf e?