12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çima Abdullah Ocalan, ji Rûsyayê dersînor kirin?

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 9’ê Cotmehê de bi pêşengiya DYA û NATO’yê ji Sûriyeyê hat derxistin. Yek ji piyê komploya Navdewletî Rûsya bû. Daxwaza Abdullah Ocalan a penaberiyaı siyasî li Rûsyayê bi dengekî zêde hat qebûlkirin. Lê li gel Dumayê bicihbûna Abdullah Ocalan qebûl kir jî dîsa Ocalan dersînor kirin. Di dersînorkirina Ocalan a ji Rûsyayê rola têkiliya Serokê Rûsya yê wê deme Primakov û malbata Barzanî bi hev re heye.

Nivîskar û Edîtorê Rojnameya Xwebûnê Dr. Îsmet Konak analîzek li ser sedema derxistina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a ji Ajansa Mezopotamya (MA) yê re nivîsand. Analîza Dr. Îsmet Konak wiha ye:

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 25 sal berê di 9’ê Cotmeha 1998’an de ji Sûriyeyê hat derxistin. Di nava 4 mehan de li Yewmenistan, Rûsya, Îtalya û Kenya geriya. Herî dawî  li paytextê Kenyayê Nairobiyê di 15’ê sibata 1999’an de radestî rêveberiya tirk hat kirin. Ocalan vê pêvajoya 4- 5 mehên gera di nava welatan de wekî “Komploya Çarmîxî” pênase kir. Ocalan destnîşan dike ku Rusya, Îtalya, Yewmenîstan û Tirkiyeyê di bin aqilmendiya DYA’yê de li wî kompo kirine. Di her firsendê de destnîşan dike ku 130 rojan wekî “neçîrekê” rastî şopandina neçîrvanan dihat.

Prîmakov Duma tune hesiband

Rola Rusyayê ya di komplo de heta tê xwestin mijarek bi îtîlaf e. Ocalan di 9’ê Cotmehê de gihişt Moskovayê. Li balafirgeha Moskovayê Seroke Partiya Demokratê Lîberal Vladimir Jirinovskiy û dîsa ji heman partiye wekîl Aleksey Mitrofanov, Aleksandr Filatov û hin aktîvîstên kurd Ocalan pêşwazî kir. Jirinovskiy di heman demê de ji ber Turkolog bû bi tirkî jî zanîbû. Bi Ocalan re bi tirkî diaxivî. Ocalan çend rojan di havîngeha Jirinovskiy de ma. Piştre Ocalan li dora Odintsovo ya nêzî Moskovayê li malekê bi cih kirin. Ocalan dixwest bi awayekî siyasî li Rûsyayê bi cih bûbûya. Di vê çarçeweyê ji Rûsya daxwaza bicihbûna siyasî kir. Di 4’ê mijdara 1998’an de li Dumayê ji bo vê mijarê dengdayîn hat kirin. Daxwaza Ocalan a mafê siyasî hat qebûlkirin. 298 kesan dengê erê da. 1 kesî jî denge na da. Daxwaza Ocalan a bicihbûna siyasî ji aliyê Duma ve bi dengekî zêde hat qebûlkirin. Lê Serokê Rûsya yê wê deme Yevgeniy Primakov, vîna Duma li ber çavan negirt  û ferman da ku Ocalan dersînor bike.

 Ocalan: Biryar şaş e

Bêguman biryar û helwesta Primakov, xeyalê Ocalan şikandibû. Ji xwe di 24’ê mijdara 1998’an de Rojnameya Kommersant bi rêya Leonid Gankin bi Ocalan re hevpeyvîn kir. Gankîn, di hevpeyvîna xwe de dersînorkirina Ocalan a ji Sûriyeyê wiha tîne ziman: “Serokê Dewleta me (Boris Yeltsin-İ.K.) di vê pêvajoyê de nexweş bû. Ji ber vê yekê gotina dawî Yevgeniy Primakov digot. Ji vê daxwaza Duma re bi awayekî teqez got ‘Na’.” Ocalan jî di hevpeyvînê de gotibû “Ez vê biryarê şaş dibinim. Ev şaşî, dema min ji bo bicihbûna siyasî ya li Rûsyayê daxwaz kir, di 4’ê mijdarê Dumaya Dewletê bi yek dengî ji bo vê daxwaza min daxwazname da Boris Yeltsin. 300 parlamenter beşdarî denydayînê bûn. Tenê kesekî denge na bikar anî. Dumaya Devletê qebûl kir ku Tirkiye li dijî kurdan politikaya komkujiyê pêk tîne. Dumaya dewletê bang li Enqereyê kir û xwest kêjeya kurd di çarçoveya aştiyane de çareser bike. Parlamenteran fam kir ku hebûna min a li Moskovayê ji bo berjewendiya Rûsyayê çekek pir bi hêz e. Lê mixabin Primakov  guh neda parlamenteran û denge Duma nebihîst.”

Ocalan di pevpeyvîna xwe de destnîşan dike ku DYA zextên mezin li ser hikûmeta Rusyê pêk tîne.

Prîmakov û malbata Barzanî

Çîroka Yevgeniy Primakov jî hêjayî balkişandinê ye. “Lehf-î mahfuzu” a wî pir tev li hev e. Di sala 1929’an de li Kiev’ê ji dayik bûye. Bavê wî di 1937’an de wekî “Dijminê gel” îlan kirin û dan ber guleyan û kuştin. Primakov, bi taybetî li Rojhilata Navîn figurekî bûye pispor. Mînak di sala 1960’an de di Rojnameya Pravdayê de nûçegîhaniya Rojhilata Navîn kir. Di vê pêvajoyê de kesên wekî Saddam Huseyin, Tarik Aziz, Mele Mustafa Barzanî û Yaser Arafat nas kir. Ev têkiliyên wî û nasîna wî ya bi Mustafa Barzanî û malbata Barzanî re demek dirêj dewam kir. Di sala 1990’an de nêzîkatî û dostaniya wî ya bi Mesut Barzanî re pir germ bû. Primakov bi salan hem rojnamegerî kir û hem jî akademîsyenî kir. Ji ber vê yekê kêjeya kurd pir baş dizane. Di diroka Rusyayê de jî yek ji siyasetmedarên herî zêde kêjeya kurd dizane jî Prîmakov e. Primakov di serdema Gorbaçov de pir bi deng û navdar bû. Primakov yek ji mîmarê van polîtîkayên li ser kurdan bû. Li aliyekî parçeyekî mekanizmaya parçekirina Yekîtiya Sovyetê bû.

Têtiliya Prîmakov û DYA’yê

Piştî Yekîtiya Sovyetê belav bû, Primakov ji nüve derket qadasiyasî. Di sala 1998’an de bû Serokwezîr. Wê deme Serokdewletê Rûsyayê jî Boris Yeltsin bû. Rejîma Yeltsin ji hilberîna sosyalist derbasî hilberîna kapitalistê bû. Di hilberînê de bi DYA’yê re di nava têkiliya ku hev razî dikirin de bû.

Mînak li Zanîngeha Harwardê îktîsatvan Lawrence Summers û Andrei Shleifer, ji rêveberiya Yeltsin re “murşîtî” dikir. Jeffrey David Sachs ê ku li Harwerdê perwerde didît, di nava lijneya rêveberiya Aborî ya ku şewîrmendiya Yeltsin dikir de bû.

Rêveberiya DYA’yê ji bo piyaısa Rusyayê 50 mîlyon dolar çavkanî veqetandibû. Zanîngeha Harwardê ji bo vê armanca bilind peyvirdar kiribû. Bi vê boneye DYA’yê dixwest ku Rûsyaya nû bi xwe ve girê bide. Ji ber vê yeke hikûmeta Primakov jî neçar bû ku li gorî vî hurî tev geriya buya. Ji ber vê yeke dê nikaribû li dijî planên DYA’yê yên der barê Ocalan de îtîraz bikiraya.

 Hevpeyvîna Mîtrafonov

Komploya li Rûsyayê li dijî Ocalan pêk hat di sala 2003’an de hindik be jî hat niqaşkirin. Parlamenterê Rûsyayê Aleksey Mitrofanov ku Ocalan li balafirgehê pêşwazî kir, di ajansa nûçeyan a Stringerê de pirsên Andrey Arhipov bersivand. Mitrofanov di hevpeyvînê de dibêje: “Hatina Ocalan a Rusyayê pir bi dizî bû. Wezîrê Karên Derve jî nizanibû. Eger agahiya wezaretê û hikûmetê hebûya, wê ev pêvajo heta 2 salan dirêj bûbûya. Rayedarên dewletê yên asta bilind, wê deme bi têkoşîna îqtîdarê mijûl dibûn. Di sala 1998’an de. Welat li dijî lawaziya Yeltsinê har bûbû. Şerê qoltixê-îqtîdarê yê Kremlinê belav bûbû. Qeyran, Doza Skuratov û Serokatiya Primakov di rojevê de bû. Atmosferek pir bi kaos hebû. Nedixwest serê wî têkeve belayê.”

Andrey Arhipov, di hevpeyvcînê de  dipirse ku ji bo Ocalan dersînor bike, hin kesan pere dabû hin kesan an na? Mitrofanov jî sergirtî bersîvê dide û dibêje: “Ez naxwazim vê pirsê bibersivînim. Ez nizanim. Pirsek mejiyan tev li hev dike. Wekî din têkiliya Primakov û Malbata Barzanî bi salan dewam kiriye. Hem bi Mustafa Barzanî re û hem jî bi zarokên wî re hevaltiyek wan heye. Primakov, di sala 1960’an de dem ali Rojhilata Navîn kar dikir, di nava têkoşîna kurdan de cih digirt. Ji xwe tê zanîn ku malbata Barzanî û Partiya Ocalan di nava reqabetekê de ye. Dibe ku rola malbata Barzanî ya di dersînorkirinê de hebe. Sedemek din jî dibe ku Primakovê ku dixwest bibe Serokwezîr nedixwest tev li hevî pêk bê.”

Çavkanî: http://mezopotamyaajansi35.com/kr/HEM-NCE/content/view/220875