12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Cih û dîroka Newroza Stenbolê aşkera bû

Newroza îsal a Stenbolê dê di 17’ê adarê de li Qada Mitîngê ya Yenîkapiyê were pîrozkirin. Gelek hunermendên navdar ên wekî Emel Mathlouthi, Mîkaîl Aslan û hunermendên din tev li vê Newrozê dibin

Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr, Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û gelek hunermendên navdar dê tev li pîrozbahiyê bibin.

Newroza îsal dê bi dirûşma “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” were pîrozkirin û navnîşana Newroza Stenbolê jî diyar bû. Newroza Stenbolê îsal dê di 17’ê darê roja yekşemê saet di 13.00’an de li Qada Mitîngê ya Yenîkapiyê were pîrozkirin.

Newroza îsal bi pêşengtiya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ve tê organîzekirin. Deklarasyona Newroza îsal a Stenbolê duh hatibû eşkerekirin.

Dê agirê kampanyayê di Newrozê de geş bibe

Di deklarasyonê de wiha hatibû gotin: “Newroza îsal dê veguhere agirê kampanyaya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk.’ Dem dema azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan e. Ji bo azadî û serkeftinê dem dema rabûna ser pêyan e.”

Dê Demir û Bakirhan tev lê bibin  

Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr û Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan dê tev li pîrozbahiyê bibin.

Ji Tunisê heta Dêrsimê dê stran bên gotin

Navên hunermendên ku dê tev li pîrozbahiya Newroza Stenbolê bibin jî diyar bûn. Hunermenda tunusî Emel Mathlouthi û hunermend Mîkaîl Aslan, koma muzîkê ya Golgedekîler û hunermend Mûrat Demîr dê derkevin ser dikê.

Amadekariyên Newrozê bi rojan berê dest pê kirine û heta roja Newrozê jî dê li kolan û taxan belavok bên belavkirin û bi xebatên cuda gel ji Yenîkapiyê re were vexwendin.