12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Cîhanê dît lê meclîsê nedît

Emîne Şenyaşar ku zêdeyî mehek e li pêş Meclisa Mezin a Tirkiyeyê Nobeda Edaletê digire, helwesta Erdogan rexne kir û got: “Erdogan tu çima piştgiriya kujeran dikî. Ew tev diz û kujer in. Cîhan me temaşe dike. Ma ne şerm e.”

Beriya hilbijartina 2018’an parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz û xizmên xwe li nexweşxaneya dewletê ya Pirsûsê ji malbata Şenyaşar bav û 2 kur di 14’ê Tîrmehê de qetil kirin. Piştî bûyerê ji malbata Şenyaşar Fadil Şenyaşar girtin û şandin girtîgehê. Yên komkujî kirin jî nehatin girtin. Piştî bûyerê Emine Şenyaşar ewil li pêş Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kir. Piştre li ber Wezareta Dadê û niha jî zêdeyî meheke li pêş Meclisa Mezin a Tirkiyeyê Nobeda Edaletê digire û li Edaletê digere.  Şenyaşar ku 7 sal in li edaletê digere û bûye sembola edaletê li ser armanca çalakiya xwe axivî. Emîne Şenyaşar bal kişand ser têkoşîna xwe û wiha got: “7 sal in ez doj dibim û digerim. Heta edalet pêk neyê û heq cihê xwe nebîne ez ji ber meclisê ranabim. Mirinek min hebe jî wê li ber meclisê be. Pir zilm li me kirin. Ez gelek caran rakirim nexweşxaneyê. Serûm û derzî li min xistin. Ez ji qirika xwe û çavê xwe ve emeliyat bûm. Bila kurê min ji girtigehê berdin. Em zêde tiştekî ji meclisê naxwazim.”

Ji bo edaletê ket nezaretê

Şenyaşar da zanîn ku hevjîn û 2 kurê wê kirin bin erdê û wiha berdewam kir: “7 sal in min mala xwe nedîtiye. Ji bo ez li edaletê digerim, ez kirim nezaretan, îşkence li min kirin. Ev cawa wijdan û merhamet e.”

Şenyaşar helwesta Serokkomar Erdogan û hikûmeta AKP’ê rexne kir û wiha lê zêde kir: “Kujer serbest digerin. Tu çima li pişt wan î. Ew tev diz in. Mirovan qetil dikin û jinan direvînin. Erdogan! Ji te re ne şerm e tu piştgiriya kujer dikî û te li cîhanê xwe rezîl kiriye. Dinya me tamaşe dike. Doktorên gawiran hatin ser me. Bi ser me de giriyan. Ma qet wijdan û merhameta te û Emîne tune ye. Ma qet hûn êşa kezebê nizanin. Kezeba we neşewitiye. Eger kezeba we şewitîbûya we wisa nedikir. Ez ji her kesî re edaletê dixwazim. Ez ji ber meclisê ranabim. Pir zorê li min bikin ez ê li pêş meclisê xwe bişewitînim. Bila Erdogan li cîhanê rezîl bibe.”

Dozger her tim taloq kir

Kurê Emîne Şenyaşar Ferît Şenyaşar ku Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê ye jî bal kişand ser armanca çalakiya dayika xwe Emîne Şenyaşar û got: “Dayikek li edaletê digere heye. Lê dewlet ji dayikê de dibêj ‘Here malê’. Kesên ku mirov be vê rewşê qebûl nake. Me jî ev rewş qebûl nekir. Ewil em çûn dozgerê Rihayê. Me got ‘Ji malbata me 3 kes hatine qetilkirin û divê dewlet edaletê pêk bîne û kujeran bigirin û ceza bikin’ Dozgerê Rihayê ji bo kujer bên cezakirin tu xebat nekir. Her tim got ‘Mehek din, du mehên din’ û taloq kir. Ji ber gav nehat avêtin dayika min li pêş Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya “Nobeda Edaletê” kir. Em 2.5 salan li pêş edliyeya Rihayê rûniştin û em li edaletê geriyan. Me got ‘Em edaletê dixwazin’. Me xwest birayê min berdin. Lê edliyeya Rihayê tu tişt nekir.”

224 rojan Wezîrê Dadê rûniştin

Ferîd Şenyaşar destnîşan kir ku piştî encam li Rihayê bi dest nexistin, çalakiya xwe anîn Enqereyê pêş Wezareta Dadê û wiha berdewam kir: “Me 224 rojan li pêş Wezareda Dadê çalakî pêk anî.  Em 3 caran bi wezîr re axivîn. Her tim heman tişt got. Got ‘Sebir bikin. Edaletê şûna xwe bibîne. Dê birayê te bê berdan. Yên ev komkujî kirin dê bên girtin.’ Lê Wezîrê Dadê tu gav neavêt û me çalakiya xwe anî pêş meclisê.”

Cîhan dibêje dayik mafdar e lê…

Şenyaşar da zanîn ku piştî gel ew kir parlamenter, xwest ji bo edaletê têbikoşe û wiha bi dawî kir: “Gel xwest ji bo zilma li ser dayikê rabe, ez li gel dakiya xwe li edaletê bigerim. Gotin ‘Em te dikin parlamenter. Here heqê dayikê bixwaze.’ Min qebûl kir û bûm parlamenter. Ez hatim meclisê. Ez bi serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş re axivîm. Min got ‘Ez ne ji bo siyasetê, ji bo edaletê hatime meclisê. Birayê min 6 sal in girtî ye, kujer jî li derve digerin. Eger hûn tiştekî nekin, em ê çalakiya xwe li nava meclisê berdewam bikin.’ Serokê meclisê xwest em 15 rojan sebir bikin. Lê 15 roj derbas bûn meclise tiştek nekir. Ji ber vê min û dayika xwe jî li pêş meclisê dest bi lêgerîna edaletê kir. Me calakî anî meclisê bû. Zêdeyî mehekê ye em çalakiyê berdewam dikin. Piştî me li pêş meclisê dest bi çalakiyê kir, Serokê Meclisê li min geriya û got ‘Cihê çalakiyê ne pêş meclisê ye.’ Me jî got ‘Eger hûn dibêjin meclisa bilind û meclisa gel wê demê divê edaletê pêk bîne. Dayik mafê xwe dixwaze û dixwaze ev zilm bi dawî bibe. Di roja 29’an de polîsan li pêş meclisê çalakiya me asteng kir. Pêşî li me girtin. Ev nayê qebûlkirin. Em li dijî zagonan tev nagerin û em li meclisê li mafê xwe digerin. Piştî astengiya polîsan dayika min qirîza dil derbas kir. Dayika min bi biryar e heta dawî çalakiya xwe berdewam bike. Dayika min tu carî vê yekê qebûl nake. Heta edalet cihê xwe nebîne dê çalakiya xwe berdewam bike. Cîhan tev maf dide me, lê edalet cihê xwe nebîne. Heta edalet pêk bê dê çalakî bidome.”