Tirkiye ji 23’yê nîsanê ve bi alîkariya PDK û hêzên navneteweyî êrîşên xwe yên li ser herêma Metîna, Zap û Avaşînê didomîne. Di cihê ku arteşa tirk nikare pêş bikeve de yan dar û daristanan dişewitîne yan jî çekên kîmyewî bi kar tîne. Dewleta tirk di şewata daristan û bikaranîna çekên kîmyewî de her diçe israr dike. Li hemberî van kiryarên dijmirovî yên Tirkiyeyê heta niha jî tu deng ji hêzên navneteweyî
derneketiye.
Herî dawiyê Koma Civakên Kurdistanê (KCK) di 20`ê îlonê de da zanîn ku dewleta tirk beriya 5 mehan çekên kîmyewî û gazên jehriyê bi kar anîye Iê li hemberî vê yekê ne YE`yê ne jî DYA`yê dengê xwe dernexistine. KCK’yê banga hesabdayîna dewleta tirk kir.
Nivîskar, çalakvan û seroka Rêxistina Parastina Navneteweyî Wîdad Eqrawî der barê bêdengiya hêzên navneteweyî de axivî û diyar kir ku bêdengiya civaka nevneteweyî hêzê dide Tirkiyeyê ku mîna rejîma Sedam Huseyn çekên kîmyewî li dijî kurdan bi kar tîne.
Dema Sedam Huseyn jî eynî bû
Wîdad Eqrawî di axaftina xwe de destnîşan kir ku bikaranîna çekên kîmyewî qedexekirî ye, ne li gorî qanûnên navneteweyî ye û wiha got: “Ji ber bêdengiya civaka navneteweyî bikaranîna çekên kîmyewî li dijî kurdan dubare dibe. Dema ku rejîma Sedam Huseyn li dijî kurdan çekên kîmyewî bi kar anî, civaka navneteweyî bêdeng ma û bi tu awayî der barê vî sûcî de helwest nîşan neda. Vê yekê jî hêz da rejîma Iraqê ku komkujiyan li dijî zarok, jin û temenmezinan pêk bîne. Di sala 1990`î de ev yek cuda bû, rejîma Iraqê êrîşî Kuwêtê kir û bi vê yekê gef li berjewendiyên hin dewletên herêmî xwar. Civaka navneteweyî û dewletên desthilatdar yekser ketin nav liv û tevgerê. Ev yek jî diyar dike ku bikaranîna çekên kîmyewî dema gefan li berjewendiyên wan nexwe, ji bo wan ne pirsgirêk e.”
Qedexekirina çekên kîmyewî
Seroka Rêxistina Parastina Navneteweyî Eqrawî axaftina xwe wiha domand: “Qedexekirina bikaranîna çekên kîmyewî ji bo parastina ewlehî û aştiya cîhanî pir girîng e. Dema rejîma Beşar Esad çekên qedexekirî li dijî gelê Sûriyeyê bi kar anî, aliyên siyasî û rêxistinên hiqûqî bi awayekî cidî û lezgîn ketin nava tevgerê, ji ber ku berjewendiyên wan di Sûriyeyê de hebûn.”
Tu helwest nayê nîşandan
Wîdad Eqrawî têkildarî peymana Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) ev tişt anî ziman: “Fransa zêde girîngî dide vê mijarê û di meha çileya 2018’an de ji bo têkoşîna li dijî çekên kîmyewî û hêzên ku çekên kîmyewî bi kar anîne de înîsiyatîfeke navneteweyî ragihand. Zêdetirî 40 welatên cîhanê eleqeyeke mezin nîşanî vê înîsiyatîfê dan. Lê em dibînin dewleta tirk a ku endamê NATO’yê ye, li ber çavê cîhanê çekên qedexekirî li dijî sivîlên Serêkaniyê bi kar anîn. Çima li hemberî Tirkiyeya ku çekên kîmyewî li çiyayên Kurdistanê li dijî kurdan bi kar tîne, tu helwest nayê nîşandan.”
Peymana OPCW’yê
Hewceyî gotinê ye ku rêxistina qedexekirina çekên kîmyewî bikaranîna van çekan qedexe dike. Ji ber vê yekê jî bi rêveberiya Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) re peymanek îmze kir. Peyman di sala 1997’an de ket meriyetê. Li gor peymanê berhem, depo û bikaranîna çekên kîmyewî qedexe ne. Dewleta tirk jî di nav de, 193 dewletan ev peyman îmze kirin.