9 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Cîhan Gokalp banga xwedîderketina li girtiyan kir

Girtiyê bi navê Cîhan Gokalp zextên li wan tên kirin bi rêya malbata xwe ragihandin û got: “Ez bang li komeleyên mafên mirovan, baro û çapemeniya azad dikim; hewce ye ku ew dengê me bidin bihîstin."

Zext û binpêkirinên mafan ên li dijî girtiyên siyasî yên li girtîgehan roj bi roj zêde dibin. Girtiyê bi navê Cîhan Gokalp ê li Girtîgeha Girtî ya Hêjmar 2 ya Dûmlû ya Erziromê bi rêya telefonê binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ragihandin malbatê. Gokalp diyar kir ku ewlehiya canê wan nîne û xwest dengê wan bê bihîstin.

‘Çavên hevalên me xira bûne’

Gokalp anî ziman ku mîmariya Girtîgeha Dumlû ya Erziromê li gorî şert û mercên tecrîdê hatiye çêkirin û got: “Ev girtîgeh bi taybet ji bo girtiyên siyasî hatiye çêkirin. Ji bilî mîmariya wê, ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve li hemberî girtiyên li hundir jî polîtîka tên meşandin. Hemû hevalên li vir bi rêveberiya girtîgehê re pirsgirêkên wan hene. Ji bo şert û merc bên başkirin û nermkirin bi rêveberiya girtîgehê re muzakere hatin kirin. Lê rêveberiya girtîgehê tu gav neavêt.”

Gokalp anî ziman ku polîtîkayên zextê zêde dibin û got: “Zextên li girtîgehên din jî tên kirin, li vir jî tên pêkanîn. Nebaşiya vê derê ji bo me ew e ku mîmariya wê ji bo îzolasyon û zilmê guncav e. Pencereyên li vir bi awayekî hatine çêkirin ku çavên me xera bikin û serê me biêşînin. Ji ber vê yekê çavên gelek hevalan xera bûne. Ev muamele tê wateya ‘hûn nikarin li vir di bin şert û mercên însanî de bijîn’.  Bi gotineke din tê gotin ku ‘ger ev der qefes be, cihê we di hundirê wê qefesê de ye, qada jiyana we di vê çarçoveyê de ye’. Ew jiyanê ji me re zehmet dikin.”

‘Dixwazin veguherînin qadeke leşkerî’

Gokalp anî ziman ku li ser girtiyên siyasî îşkenceya psîkolojîk tê kirin û ev polîtîka bi awayekî sîstematîk tên meşandin û got: “Gardiyan bi awayekî dijminane û siyasî nêzî me dibin. Ez difikirim ku ew bi taybetî hatine vir. Ji ber ku dixwazin tirsê li ser hevalên me çêbikin. Hewl didin vê derê bikin qada leşkerî û bi taybetî girtiyên siyasî bitirsînin.”

‘Dest datînin ser pirtûk û kargoyan’

Gokalp anî ziman ku bi hincetên cur bi cur pirtûkên wî hatine desteserkirin û der barê wan  de biryara qedexeyê hatiye dayîn. GOkapl got: “Li vir dadgeheke biçûk ava kirine û dest datînin ser pirtûkên me. Li vir her kesî wekî ‘terorîst’ dibînin. Di van nirxandinan de heqaretên ku nayên gotin li gelê kurd û şaredariyan dikin. Dîsa her çend me ev rewş ji rêveberiya girtîgehê re ragihand jî tu çareserî nehat dîtin. Ji xeynî vê nameyên ku em dişînin an ji me re tên jî tên sansurkirin. Kargoyên me, wekî saet û bend û pirtûkên me yên ku malbatên me ji me re şandine, desteser dikin.”

‘Tedawiya kelemçekirî’

Gokalp diyar kir ku sewqa wan a ji bo nexweşxaneyan nayê kirin û gava sewqî nexweşxaneyan tên kirin jî ji ber muayeneya kelepçekirî tedawiyê red dikin û wiha got: “Ji ber ku tedawiya bi awayekî kelepçekirî tê ferzkirin, hevalên me bêçare mane û bêyî dermankirin vedigerin. Nexweşiyên wan roj bi roj girantir dibin. Her wiha tevî ku Wezareta Dadê saet û nîvekê biryara hevdîtina vekirî daye jî, ev biryar li vir nayê pêkanîn. Giliyên me bê bersiv tên hiştin.”

Gokalp bang kir ku dawî li polîtîkayên çewisandinê bên û got: “Ez bang li komeleyên mafên mirovan, baro û çapemeniya azad dikim; ji bo rakirina şert û mercên tecrîdê û ji bo şert û mercên jiyana mirovane divê dengê me bidin bihîstin. Heger li vir tiştek were serê hevalekî me, berpirsiyarê sereke rêveberiya girtîgehê û midûrê girtîgehê Mustafa Akay ye. Em vê yekê ji tevahiya raya giştî re radigihînin.”