7 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Çîgdem Kiliçgun Uçar: Çareserî, vekirina deriyên Îmraliyê ye

Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Uçar di civina gel de got: “Çareserî diyar e, deriyên Îmraliyê vekin, bila birêz Ocalan azad bibe.” Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir jî got: “Heta ku pirsgirêka Kurd bi pêşengtiya birêz Ocalan çareser nebe, ji bo me her der cihê têkoşîn û berxwedanê ye.”

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) beriya 7emîn Kongreya Asayî ku dê di 12ê Çileyê de li Enqereyê li dar bixe, li Amedê civîna gel a girseyî li dar dixe. Civîn, li eywaneke dawetan a li bajar tê lidarxistin. Hevserokên Giştî yên DBPê Keskîn Bayindir û Çîgdem Kiliçgun Uçar û Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari, Hevserokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Mûrat Çepnî, Hevserokê Giştî yê Partiya Jinûvedarizandina Sosyalîst (SYKP) Mertcan Tîtîz, hevşaredarên DEM Partiyî û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên bajar tev li bûn.

Li eywana civînê bi zaravayên Kurmancî û Kirmanckî pankartên “Deriyên Îmraliyê vekin, bila demokrasî û azadî derkevin pêş”, “Vekirina rêya çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û pêkanîna aştiyê girêdayî azadiya birêz Abdullah Ocalan e”, “Heke di civakekê de ciwan saxlem bin, pêşeroja wê civakê jî saxlem dibe”, “Netewên ku neteweyên din dieciqînin, azad nabin”, “Li dijî şerê taybet jin, jiyan, azadî”, “Xwe birêxistin bike, îradeya çareseriyê xurt bike”, “Parastina Rojava, parastina mirovahiyê ye” û “Me bi ciwantî dest pê kir û dê bi ciwantî bi ser kevin” hatin daliqandin.

Civîn, bi gerandina govendê dest pê kir û dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî berxwedana Rojava” hatin berzkirin.

Piştî deqeyek rêzgirtinê, civîn bi pêşandana sînevîzyonê domiya. Piştre jî Hevserokên Giştî yên DBPê Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir axivîn.

Çîgdem Kiliçgun Uçar ewil axivî û Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên di 9ê Çileya 2013an de li Parîs a Fransayê hatin kuştin û Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Uyar ên di 4ê Çileya 2016an de li navçeya Silopiya ya Şirnexê hatin kuştin bi bîr anî. Çîgdem Kiliçgun Uçar, anî ziman ku wan mîrasa têkoşînê ji jinan dewr girtine û wiha got: “Wan serî li ber înkarê netewandin û em jî heta gelê Kurd û birêz Abdullah Ocalan azad dibe dê têkoşîna xwe bidomînin.”

‘Plana çongdanînê têk çû gel bi ser ket’

Çîgdem Kiliçgun Uçar bal kişand ser plana çogdanînê û wiha berdewam kir: “Partiya me di nava salê de gelek xebatên cidî kir. Mijara me ya esasî, çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û rakirina tecrîda li ser birêz Ocalan e. Em bi ser ketin. Bi roja ye li Tirkiyeyê nîqaş li ser çareseriya pirsgirêka Kurd û paradîgmaya birêz Ocalan tên kirin. Ji bo pergala sedsalî biguhere, me bi hev re nîqaş kirin. Heke tecrîd îro rojev be, ev bi saya têkoşîna domdar a gelê me ye. Ev serkeftina gelê me ye. Di nexşerêya îktîdara heyî de tunekirina rastiya Kurd heye û îdia dikin ku dê gelê Kurd ji wan re serî bitewîne. Lê qonaxa em gihiştinê berbiçav e. Ne ‘Plana têkbirinê’ lê têkoşîna gelê me bi ser ket. Modêla li Rojava li me dinêre. Êrişên ser Rojava ji têkoşîna me cuda nînin. Heke nîqaşên jidil hebin, wê demê divê şert û mercên wekhev bên afirandin. Di çareseriya pirsgirêka Kurd de mexatabê esil birêz Ocalan e û divê azad bibe. Di salên 2013-15’ê de di nava mercên bisînor de, dema di tecrîdê de mimkin nebû nîqaşên adilane bên kirin. Divê aqilê dewletê, aqilê neçareseriyê biguhere. Çareserî diyar e. Gelê Kurd gelek bedel da. Birêz Ocalan li Îmraliyê li gel hêza çareseriyê ye û em amade ne ku 24 saetan bixebitin.”

‘Navnîşan Abdullah Ocalan e’

Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir jî bal kişand ser çalakî û xwepêşandanên di sala 2024an de kirine û got: “Heta ku birêz Abdullah Ocalan azad dibe dê têkoşîn û berxwedana me bidome. Em bejna xwe li ber têkoşîna gelê Kurd ditewînin. Tevî şertên zehmet jî di 2024’an de me dest bi hemleyê kir. Di dawiya 2024’an de nîqaş li ser peyamên Abdullah Ocalan tên kirin. Dixwazim balê bikişînim ser vê; Rêberê Gelê Kurd ji Omer Ocalan re got ku tecrîd didome. Ev ji bo me hişyarî ye, ev ji bo me sedema têkoşînê ye. Heta ku pirsgirêka Kurd bi pêşengtiya birêz Ocalan neyê çareserkirin, ji bo me her cih cihê têkoşîn û berxwedanê ye.

Bila serê tu hevalên me tevlihev nebe. Navnîşana me Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Ji bilî gotinên wî, tu qîmeta manîpulasyonên li ser televîzyonan tên kirin bo me nîne. Em ê di rêya birêz Ocalan, di rêya dayikên xwe de û di rêya ciwanên xwe yên qehreman de bin. Şert û mercên azadiya Kurdistanê çêbûne. Li Rojhilata Navîn welatparêzî derket holê. Weke kesên welatparêz em bang li hêzên Kurdistanê dikin; dê gelê Kurd destkeftiyên xwe, statûya û yekitiya xwe biparêze e. Dem dema yekitî, tifaq û hevdîtinan e. Dayikên Kurdistanê, gelê Kurd bi sala ye bi hesreta tifaqê dijî û em vê tifaqê ava bikin. Em êdî azad bibin. Têkoşîna me dê heta serkeftin û azadiyê bidome. An serkeftin, an serkeftin, an serkeftin…”