Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo peyamên Rêberê PKKê Abdullah Ocalan bi gel re nîqaş bikin, “Çalakiya Aştiya Civakî û Azadiyê” dabûn destpêkirin. Di vê çarçoveyê de li Mêrdîn û Erziromê bi gel re civîn hatin lidarxistin.
Di vê çarçoveyê de li Mêrdînê bi gel re civîn hat lidarxistin. Civîn, li eywaneke dawetê hat lidarxistin û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl û welatî tev li bûn. Civîn, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî hevseroka DBPê Çîgdem Kiliçgun Uçar axivî.
Çîgdem Kiliçgun Uçar, bal kişand ser şer û geşedanên li Rojhilata Navîn û got: “Gelê kurd dê pêşeroj û qedera xwe bi xwe diyar bike. Bi salên dirêj e hemû îktîdarên Tirkiyeyê pirsgirêka kurd weke amûrekî bi kar tînin. Di halê hazir de em di serdemeke pir krîtîk de ne. Ji ewil digotin ‘kurd jî tirk in.’ Ev nebû. Piştre gotin ‘Em tevek xweşk û bira ne.’ Ew jî nebû. Niha jî dibêjin ‘Pirsgirêka kurd tune ye.’ Dixwazin pergala yekperest a her kesî tirk dibîne li ser pêyan bigirin. Em dibêjin çi? Em dibêjin ku li vî welatî jiyaneke ku daxwazên gelan tên qebûlkirin pêkan e. Em ji bo vê têdikoşin.”
Bi domdarî Çîgdem Kiliçgun Uçar geşedanên piştî silavdayina Devlet Bahçelî û serdanên Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê yên bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re qewimîn bi bîr xist û ev tişt anî ziman: “Çareseriyeke demokratîk, mayinde û aştiyeke birûmet a di pirsgirêka kurd de, ne tenê bi axaftinên li meclisê an jî bi daxwaza pêkan e. Li cîhanê gelek mînakên çareseriyê û aştiyê hene.”
Çîgdem Kiliçgun Uçar, da zanîn ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo cîhanê modêleke mînak derketiye holê û got: “Li Sûriyeyê HTŞ hêjayî gelan hat dîtin.” Çîgdem Kiliçgun Uçar, bal kişand ser hevdîtina Tirkiyeyê ya bi serokê HTŞê El Colanî re û got: “Çi astengî li pêşiya Tirkiyeyê hene ku bangî Fermandarê HSDê Mazlum Ebdî neke? Tu astengî tune ne. Divê pirsgirêka kurd bi berfirehî were axaftin. Dê kî van axaftinan bike? Dê ji ewil partiyên li meclisê bikin. Nabe ku ev pêvajo tenê ji hêla îktîdarê ve were meşandin. Dê tenê daxwazên me neyên axaftin.”
Çîgdem Kiliçgun Uçar, bi bîr xist ku bi meclisa 1924ê ve nasnameya kurdan hatiye înkarkirin û wiha pê de çû: “Lewma birêz Ocalan Meclisê weke navnîşana herî girîng dibîne. Dibêje; ‘Navenda kurd tune hatine hesibandin ew der e. Li wir bizivirin û li dîroka me ya têkoşîna hevpar binêrin. Bi nêrîn, pêşniyar û têkoşîna adilane ya hemû partiyên siyasî yên li meclisê re em tevek bibin para hevpar a çareseriyê. Em tevek bibin xwedî keda hevpar.’ Ev zehmet nîne. Di 22 salên îktîdara AKPê û tifaqa wê ya bi MHPê re de hat gotin ku çareseriya pirsgirêka kurd mimkin nîne. Li Kurdistanê hiqûqa şerê taybet, rejîma tecrîdê û rejîma qeyûm bû siyaseta sereke.”
Çîgdem Kiliçgun Uçar, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Girtîgehên hêjayî kurdan hatine dîtin, bandorê li Tirkiyeyê jî dike. Ev jî çavkaniya xwe ji Îmraliyê digire. Îradeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nas nakin lê HTŞê nas dikin. Ev ne bi xêra xelkê Sûriyeyê ye. Divê ji bo azadî û pêkvejiyanê em têbikoşin. Dewlet mecbûr ma ku Îmraliyê weke navnîşan bibîne. Serenavê îro hewcehî pê tê dîtin, serenavê ku Tirkiye ev 100 sal in hewcehiyê pê dibîne ye. Wê demê birêz Ocalan çima 26 sal in tecrîdkirî ye? Çima ev 26 sal in her kes guhên xwe ji gotinên ji bo aştiyê digire? Û îro çima li benda gotina wî ne? Ji ber ku pirsgirêka kurd pirsgirêkeke dîrokî ye û krîtîk e. Belê, divê were çareserkirin. Divê hemû partiyên siyasî, rewşenbîr, nivîskarê vî welatî xwedî gotin û pratîkê bin.
Em ê nîqaş bikin bê ka dikarin çawa destê Ocalan xurtir bikin. Gelê kurd li tevahiya Kurdistanê pêşengtiya demokasiyê dike. Em dixwazin pirsgirêka kurd ne amûreke ku ji bo hin kes bibin serokkomar were bikaranîn. Çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd ne nîqaşa îktîdarkirina partiyekê ye. Ji bo jiyaneke azad û wekhev a gelan, jinan û kedkaran e.”
Piştî axaftinan, civîn ji çapemeniyê re girtî domiya.
Erzirom
Li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Erziromê jî bi gel re civîn hat lidarxistin. Ji Meclisa Jinan a DEM Partiyê Şîrvan Goçer û endamê MYK’a DEM Partiyê Necmettîn Basçi, hevşaredarên Tatos, Qereyazî û Qereçobanê, endamên meclisa şaredariyê û welatî tev li bûn. Civîn, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî Cîgirê Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Mahfûz Guleryuz axivî û wiha got: “Bi saya berxwedana gelê Kurd, tecrîda 26 sal in li Îmraliyê didome veguherî qonaxeke nû. Dewletê hemû amûrên zext û zordariyê bi kar anî lê neçar ma ku careke din bi birêz Ocalan re pêvajoye aştî û muzakereyan bide destpêkirin. Em jê re nabêjin pêvaoya aştî û muzakereyan lê em dikarin bibêjin li ber pêvajoyeke nû ne. Sedema destpêkirina vê pêvajoyê jî berxwedan û têkoşîna gelê me ya bênavber e. Ya din jî lêgerînên li Rojhilata Navîn û serûbinbûna heyî ye.”
Piştî axaftinan, civîn ji çapemeniyê re girtî domiya.