12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çîgdem Dogû: Em bi ‘Jin, Jiyan, Azadî’ xwe diparêzin

Endama Konseya Rêveber a KJK'ê Çîgdem Dogû diyar kir ku jin divê parastina xwe bi zanebûn, rêxistinî û têkoşîneke bi rêk û pêk û bênavber xurt bike û got: "Em bi felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ xwe diparêzin."

Endama Konseya Rêveber a KJK’ê Çîgdem Dogû bersiv da pirsên ANF’ê. Hevpeyvîna Çîgdem Dogu ya bi ANF’ê re wiha ye:

Mirov dikare der barê karakterê Şerê Cihanê yê Sêyemîn de ku pergalên kapîtalîst û rejîmên dewlet-netewe tevî qirkirina gelan, jin û xwezayê li Rojhilata Navîn û derveyî wê belav kirine, çi bibêje? Li ser kijan rêbaz, taktîk û stratejiyan pêş dikeve?

Şerê cîhanê weke pêvajoyên welê di mejiyê mirovahiyê de bi cih bûne, ku di nava çar salan de hatine meşandin, dewletan li hemberî hev tifaq ragihandine, bi rengekî fermî şer li dijî hev ragihandine, şer kirine û li cografyayeke berfireh bi milyonan mirov mirin û zerareke mezin rû da. Ji ber ku şerên cîhanê yên yekemîn û sêyemîn bi vî rengî qewimîne, bi rengekî mîna hev nêzî Şerê Cîhanê yê Sêyemîn dibin ku ev jî rê vedike ku şerê Cîhanê yê Sêyemîn jî bi heman rengî were nirxandin. Weke ku tê zanîn her du şerên cîhanê rê li ber bidestxistina destkeftiyên mayînde û serkeftina têkoşîna sosyalîst, demokratîk û rizgariya neteweyî ya bindestan û vekir.

Encama herî girîng a ku ji aliyê hêzên modernîteya kapîtalîst ve were derxistin ew e ku Şerê Cîhanê yê Sêyemîn li ser bingeha pêşîlêgirtina destkeftiyên gengaz ên bindest û civakan pêk tê. Yanî hem li gorî berjewendiyên xwe yên sermayeyê dîzayneke nû dide hem jî dema vê stratejiya dizaynê pêk tîne, nêzîkatiyeke tevahî ku hêza heyî ya gelan û bindestdan tasfiye bike, dînamîkên têkoşîna potansîyel a gengaz zû bêbandor bike, heye. Ji ber vê yekê şer dem dirêj e ku nabe di demeke 3-4 salan de were bi cih kirin û bi rêbazên şer ên dewlemend tê dest girtin ku nabe bi rêbazekî re were dest girtin. Dema erdnîgariya ku şer lê diqewime cih bi cih zêdetir xuya û li hin herêman dijwartir dibe jî, di esasa xwe de bi awayên cuda jî be li her derê ye.

Ji rêbazên şerê sar heta rêbazên şerê germ, ji bikaranîna hêza hişk heta hêza nerm, ji netew dewletan heta pêkanînên derveyî dewlet, her rê û rêbaza şerê fizîkî û taybet esasên pêvajoya şerê cîhanê yê sêyemîn ava dike. Ev şer weke şerê ku modernîteya kapîtalîst li dijî civakan, xweza û jinan vekiriye karekter qezenc bike û bi vî rengî bê meşandin. Û dîsa bi pêvajoyê re demeke dirêj domandina wê jî karekterekî din a girîng e. Ji ber vê yekê hêzên desthilatdariya modernîteya kapîtalîst bi tevlîkirina hemû danehev û tecrubeya desthilatdariya şaristaniya navendî şer kûrtir û berfireh dike.

Dema sermayeya gerdûnî pergalekî nû ku sînorên neteweyî derbas dike dizayn dike, her curê netewperestî, olperestî, zayendperestî û zanistperestiyê bi hostayî bi kar tîne. Di esasa xwe de rêbaza gerdûnîperestî ku hundirê vê vala ye û xwe xwecihî ye, dikare li ser van çaran bê zêdekirin.

Ji bo ku hêzên modernîteya kapîtalîst stratejiya xwe bêyî ziyanê bide xwe, ji bo bindestan rê li ber pêşketinên şoreşgerî neveke bimeşîne girîng e ku şer nexuya bike. Ji ber vê yekê netewperestî, olperestî, zayendperestî û zanistperestî di netew dewletan de çiqas bi hostayî were bikaranîn, karekterê şerê cîhanê yê tundiyê jî evwqas nexuya bibe. Li erdnîgariyeke bikaranîna tundiya giran şer zêdetir dide xuyakirin, lê pêkanîna parçebûyî ya tundiyê di her netew dewletan de rê li ber vê yekê digire. Rewşa şer a vekirî civak û bindestan domîne dike, di pêşxistina stratejiya zêdetir tevahî û xurtir de rol dilîze. Civak li hemberî şerekî ku bi eşkerehî dibînin, reaksiyona zêdêtir zûtir û xurtir nîşan didin.

Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ku şerê li dijî civak, jin û xweza me qala wê kir e, nêzî 30 sal in bi vî rengî tê meşandin. Ev şer bêyî ku nav lê bê kirin, bêyî bê xuya kirin, bi avakirna têgihiştineke ku weke rewşeke bi binyeta hundirîn ên netew-dewletan û hin neyarên wan re sînordar e, tê meşandin. Ev pêvajo pir bi aqilan e û pir bi bêrehm tê meşandin. Di vê wateyê de girîng e ku mirov diyar bike ku Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ku niha her kes wekî, “Şerê Cîhanê yê Sêyemîn destpê kir, destpê bike” nîqaş dike, di esasa de dema di salên 90’î de ku DYE’yê Iraqê hedef girt despê kir. Rêber Apo vê tespîtê beriya salên dirêj kiribû, nirxa stratejîk a vê biryarê niha baştir tê fêmkirin. Piştî çalakiya ku di 7’ê Cotmehê de Hamas li dijî Îsraîlê pêk anî, şerê ku Îsraîlê li ser bingeha qirkirinê didomîne, weke serdemeke nû ya Şerê Cîhanê yê Sêyemîn tê dewamkirin. Netanyahu di daxuyaniya xwe ya ewil de ku piştî 7’ê Cotmehê kir, îfade kir ku nexşe wê bên guhertin û bûyerên qewimîn jî ev yek bi zelalî nîşan dike.

Nîqaşa guhertina nexşeyan tenê bi wateyeke polîtîk girtina dest wê bibe nêzîkatiyeke pozîtîvîst. Nexşeyên pergala hegemon, hesaba rêyên enerjiya nû, hesabên jeostratejîk û jeopolîtîk di esasa xwe de nexşreya komkujiya civak, jin û zarokan e. Divê vê yekê tu car ji aqilê xwe dernexin.

Ev şer di çi astê de zayendperestiyê zêde dike, bi kijan awayan dide domandin? Di roja me de polîtîkayên neteweperestî, olperestî, zayendperestî û zanistperestî yên ku faşîzmê dide domandin, çawa bandorê li ser hebûn û nasnameya jinê dike?

Armanca esas ya sermayeya kûrewî rûxandina vîna civakê ye, civak jî beriya her tiştî tê wateya jin, jin jî tê wateya jiyanê. Îfadeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya di Kurdî de tam vê vêdibêje. Dema ku li vir sermaye li ser serweriya mêr e, civak jî li ser jinê ye. Jiyana civakî, jiyana exlaqî-polîtîk e û tişta ku jiyana exlaqî-polîtîk li ser lingan digre û rêve dibe jin bi xwe ye. Di wateya madî û manevî de jin jiyana civakî rêve dibe. Bê guman, ji saetên ewil ên destpêkirina serweriyê heta roja me ya îro stratejiya bingehîn a kokirina vîna civakê li ser esasê kokirina vîna jinê ye. Di vê wateyê de tecrube û kuliyata dîrok û desthilatdariya bi serweriya mêr ku ev dîrok afirandiye heye. Bi ev danehev û tecrubeyê re, asta ku sermayeya serweriya mêr hatiye, pêwîstiya derbaskirina hemû sînoran, rêbaz û polîtîkayên ku ji her demê derbas dikin dibîne.

Pirsa ku we kir tam di vê xalê de bersiva xwe dibîne. Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ku em qala wê dikin, eger bi demdirêjî di her wateyê de tunekirina vîna civakê, bi vê re vîna jinê armanc dike û li ser vê yekê dixwaze serweriya xwe ava bike, wê demê netewperestî, olperestî, zanistperestî û zayendperestî dibin çekên sereke.

Ev çar hêman, şerên ku tê gotin şerên hîbrîdê, hem weke hêmanê şerê taybet û hem jî fîzîkî roleke muezem dilîzin. Ev civakê heta atomê wê parçe dikin, bi taybet jî li ser jinê hêza exlaqî-polîtîk qels dikin. Bi pêkanîna van hemû rêbazên îdeolojîk yên cihêkirin û parçekirinê, civak, jin, mêr, ol, netew û kesan li hemberî hev dike, bi hev dide şerkirin, di atmosfera vî şerê de heta ku karibe bi manevî û ruhî, hêza polîtîk û exlaqî paş dixe. Dema rêgeza jiyana exlaqî û polîtîk, hişmendiya civakbûyînê qels bibe ji xwe hêza berxwedanê namîne.

Ji ber vê yekê em Şerê Cîhanê yê Sêyemîn weke şerekî ku ji jinan destpê kir û heta li dijî civak û xwezayê hatiye vekirin dinirxînin. Navê vê şerê pir bizanebûn nayê danîn, nedîtîbar dikin. Niha komkujiyên bi hezar rûyî yên jinan ku  li seranserê cîhanê, li seranserê Rojhilata Navîn û Kurdistanê diqewimin, ji xeynî şer dikarin çawa pênase bikin? Di kijan serdemê de ewqas giran komkujiyên jinan, komkujiyên xwezayê, xirabûna civakî, bêeslbûna jiyanê qewimîne?

Belê bi lênirtinekî giştî jî hema li her erdîngarî, li her metreçargoşeya cîhanê pir bi zelalî dibînin ku bi mezintîrin qirkirinekî jinê re rû bi rû ne. Derewekî mezin e ku tê îdiakirin ku ev tundiya şer a li dijî jinan tenê li hin welatên “paş mayî” tê qewimin, an jî ji ber kesan tê qewimîn.

Ji bo ku şerê li dijî jinan tê meşandin neyê dîtin şerekî wiha ya taybet dimeşînin. Em pir baş dizanin ku di esasa xwe de hêzên serwer li hemberî hev xistina cudahiyên neteweyî, olî, mezhebî û çandî yên di nava civakan de bi netewperestî û olperestiyê, tundiya serweriya mêr teşwîq dike û bi afirandina hawirdorên pevçûnê qirkirina jinê ji rêzê dike.

Dema ku em îro komkujî û kedxwariya li dijî jinan a li Tirkiye, Yemen, Sudan, Etiyopya, Libya, Efxanistanê û hwd. dinirxînin, em pir zelal dibînin ku ev rêbaz çawa tên pêkanîn û çawa encamê digirin. Li aliyê din dema em li cihên ku modernîteya kapîtalîst weke welatên pêşketî bi nav dike, pevçûnên germ lê naqewimin dinêrin, em dibînin ku êdî ev rêbaz hê xuyatir tê pêkanîn û êrîşî jinan tê kirin.

Helbet li vir xisûsekî pir girîng ew e ku şerê li dijî jinan tê meşandin tenê ne bi nirxandina encamê pevçûnên ku bi teşwîqkirina netewperesrî û olperestiyê derketiye holê ye. Ev bi rastî jî pir girîng e. Ji ber ku eger em aliyê taybet ê şer, yanî bi fîzîkî ne kuştina jinê lê beden û ruhê ve anîna rewşa bazirganiyê nebînin, em ê stratejiya Şerê Cîhanê yê Sêyemîn kêm û ji ber vê yekê jî şaş binirxînin.

Ji bênirxkirina keda jinê bigirin heta xistina her parçeya laşê jinê rewşa zayendî, biçûkxistina jinbûnê, bi operasyonên estetîkê veguherandina laşê jinê seheyekî operasyonê, ji çend zarokan bîne dinê heta cilên çawa li xwe bike diyarkirina her tiştê ji aliyê serweriya mêr ve, projeya taktikî yên şer in ku jin her keliyê rû bi rû dimînin. Helbet ji ber ku parçe bi parçe ye tundî bi temamî nayê dîtin, lê eger em operasyonên fizîkî û manewî yên bi parçe bi parçe tên pêkanîn kom bikin, asta tundiyê ya di wateya bombeya atomê de derkeve holê. Û ev şer di jin de, di fîzîk, derûnî, manewiyat û cîhana têkiliyê ya jinê de parçebûnên tirsnak çêdike. Jina ku fizîk û cîhana wê tê parçekirin jî tê wateya civaka parçebûyî, xwezata parçebûyî. Jixwe ji ber vê yekê cîhana me veguheriye cîhanekî bê evîn, bê ronahî û bê wate.

Pêvajoya ku weke Şerê Cîhanê yê Sêyemîn tê binavkirin, weke li Filistîn, Lubnan, Kurdistan û Ukranyayê rê li ber hilweşandin, komkujî û koçberiya giştî vedike ku qirkirin û guhertina demografîk çêbike. Jinên cîhanê divê li hemberî vê pêvajoyê xeta polîtîk û têkoşînekî çawa bişopînin? Li dijî ser dînamîkên eniya berxwedanê kî ne?

Ji beriya her tiştî pir girîng e ku mirov fêm bike ku şerekî pir cidî, pergalîk û berdewam heye û di vê wateyê de kî û çi dijminatiya jinê dike. Çawa ku dema em lingekî fîlê dibînin û nas dikin, ew ling fîlê îfade nake serweriya mêr jî nabe bi versîyonên cuda û parçebûyî bê îfade kirin. Esas e ku mirov temamî û berdewamiya li vir bibîne. Jixwe aliyê herî diyarker a pergalê jî ev e.

Ji ber vê yekê di vê xalê de divê weke tevgerên jinan erkekî lezgîn e ku em li seranserê cîhanê şerê ji aliyê serweriya mêr ve hatiye pêşxistin ji her aliyê ve bibînin û bi nav bikin, di vê aliyê de stratejî û taktîkên têkoşînê diyar bikin. Ji herêmên şer ên weke Filistin, Kurdistan, Efxanîstan, Sudan, Etiyopya, Yemen, Ukranya hwd. bigirin, heta operasyonên qirkirinê yên bi awayên cuda ên li welatên ku pevçûnên bi vî rengî lê nînin, girîng e ku weke du rûyê heman medalyeyê bibînin, bi tespîtkirina cudahiyên di nava wê de nexşerê diyar bikin, di vê mijarê de hevbeş bin û bi karbeşî têbikoşin.

Jin bi ked, fîzîk, can û nasnameya xwe bi her tiştê xwe kirine mehkûmê mêr. Li qefesên ku carna tên dîtin, gelek carna jî nayên dîtin hatine hespkirin. Emela pergala kapîtalîst a li cîhanê bûyîna hegemon ferdên mêr ên di pergalê de jî hegemon dike, ji ber vê yekê emela ji her aliyê ve jin kirina milkê xwe teşwîq dike. Di rêjeyekî mezin a jinên hatine qetilkirin, bindest kirin, kedxwarî kirin de kirde ya hevserên wan in, yan xoşewîst, yan jî ji malbatê weke bav, bira xizmên nêz in. Daxwaza serwerbûnê di zayendperestiyê de ewqas hatiye teşwîqkirin ku ji xeynî bûyîna xwediyê jinan, jin kirina milkê xwe tu rê nadin mêran. Qanûna “Yan ya min î, yan jî ya axê” ji dewletên mêr, heta çêkerên wan ên sazî û ferdên mêr bi awayekî giştî tê meşandin.

Ji ber vê yekê ev rewşa heyî me wekî tevgerên jinan neçarî pêşxistina stratejiyeke ku jin xweparastina xwe pêk bîne û jiyana azad-wekhev ava bike, dike. Pir girîng e ku ev stratejî ji herêmî heta gerdûnî xwedî karekterekî yekpare be. Têkoşîna encamgir ên li dijî pergala kapîtlîast a serdest û versiyonên wî yên cuda ku cudahiyan homojen dike û di vê wateyê de bê îrade dike, bi rêxistinbûna jinê ku cudahiyên xwe weke dewlemendî dibîne, bi yên dîkê re rêxistin dibe, pêkan e. Bêguman beriya van her tiştî berdewamkirina hebûna xwe, yanî li diî vê pergala tuneker parastina xwe bi awayekî rêxistinî pêkan dibe. Laşê me ne mehkûme ku rastî destavêtin were, bê qetilkirin û di bin ax, li qeraxên bendav, li golan de bi parçe parçe di kîsikên çopê de bên dîtin. Kedxwariya li dijî her parçeya ruh, laş û keda me, kirina tiştê dijûnê, ne çarenûs e, lê wekî çarenûsê tê ferzkirin. Yekane rêya guhertina vê çarenûsa hatî ferzkirin ew e ku xweparastina xwe bi têkoşîneke bi têgihîştî, rêxistinkirî, sîstematîk û domdar pêş bixin.

Şerê Cîhanê yê Yekemîn rê li ber şoreşên sosyalîst vekir. Şerê Cîhanê yê Duyemîn rê li ber belavbûna têkoşîna sosyalîst, qezenckirina têkoşîna rizgariya netewî û pêşketina têkoşînên ekolojîst, anarşîst û femînîst vekir. Şerê Cîhanê yê Sêyemîn jî rê li ber şoreşa jinê û şoreşên bi pêşengiya jinê vedike. Dema ku ev pêvajoya şoreşê têkoşîna yekbûyî ya beş û komên demokratîk, sosyalîst, ekolojîst, anarşîst, femînîst, çand û baweriyan îfade dike, pêşengiya vê jin dikin. Dema ku bi esasî ev beş dînamîka berxwedan û aştiyê ya li dijî şer pêk tînin, pêwîstiya herî pêş pêwîstiya pêkanîna hevkariya hêzên dînamîk ên parçebûyî ye. Em jin xwedî berpirsyariyeke wiha dîrokî ne. Stratejiya Konfederalîzma Jinan a Demokratîk a Cîhanê di heman demê de di lîstina roleke dîrokî ya wiha de xwedî hêza çêker û bi erk e.

Krîz û kaosa ku modernîteya kapîtalîst tê de dijî derfetan jî diafirîne. Jin çawa dikarin ji vê rewşê sûd werbigirin? Li hemberî şeran divê çawa û bi çi awayî helwestê bigire?

Em jin li dijî her cure şerên mêtingeriyê û Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ê ku em qala wê dikin in. Lê diyalektîka bingehîn a gerdûn û jiyanê pêşxistina xweparastinê ye. Zindiyên seretayî jî ji vê rastiya zelal û hêsan şaş nabin û bi awayekî pêk tînin. Li hemberî ev şerê li dijî jin, ji ser jinê li dijî civak, xweza û jiyanê tê meşandin ji pêşxistina xweparastina cewherî xwezayîtir tiştek din tineye. Eşkere ye ku em tenê bi gotin an jî bi 1-2 çalakiyan nikarin bi vî cinawirê tundiyê yê serdestiya mêr re derkevin serî. Bêguman em van awayên çalakiyê ji rêzê nakin, lê em dixwazin bibêjin ku ev tenê têrê nakin. Xala bingehîn ew e ku bi afirandina stratejî û sîstemeke xweparastinê dikarin pêşî li vî şerî û komkujiya li ser jinê bigirin, asteng bikin û bi dawî bikin.

Ji bo vê jî li dijî êrîşên netewperest, olî, zayendperest û zanistî divê stratejiyeke têkoşînê ya yekbûyî bê pêşxistin. Ger em ji herêmên ku niha şer lê hene mînakekê bidin; di şerê Ûkrayna-Rûsyayê de jinên Ûkraynî û Rûs ne mecbûr in ku pevçûnên nîjadperestî yên dewletan qebûl bikin û têkevin nava van polîtîkayên nîjadperestiyê. Di dawiyê de ev hesabpirsîna şerê navxweyî ya desthilatdariya mêr e û dixwazin di ev şerê navxweyî de bi ser bikevin. Di şer de kî bi ser bikeve bila bikeve yên ku winda bikin jin, dayik, zarok, civak û xweza ye. Wê demê çima jinên Ûkraynî û Rûs li hemberî vî şerî  helwestê nagirin, çima dengê hevpar dernaxin û pêşî lê nagirin? Dîsa ger jinên Filistînî û Îsraîlî li ser esasê stratejiya Konfederalîzma Demokratîk a Îsraîl-Fîlîstîn a ku li şûna çareseriya du dewletan aştiyeke rast bîne, bi perspektîfeke hevpar li hev bicivin û bi rêxistin bikin û ger li gorî vê yekê têbikoşin, ma nikarin çarenûsa şer biguherînin? Ger jinên Tirk û jinên Kurd li ser esasê Komara Demokratîk bibin yek, li dijî vî şerê ku berdewam dike helwesteke hevpar nîşan bidin û komareke li ser bingeha pergala demokratîk, azadîxwaz û wekhev ava bikin, gelo wê ji binî ve vê herikîna dîrokê neguherîne?

Desthilatên dewletê yên şer dikin hemû derfetên manewî û madî, nirx, ciwan, jin, zarok, aborî, hemû tiştên welat bi kar tînin. Ger jin ji bo qutkirina van çavkaniyên madî û manewî yên ku dewlet bi hestên neteweyî bi kar tîne, tevbigere û di serî de jin û hemû pêkhateyên civakê bixe nava tevgerê, wê bibin guherînerên çarenûsê. Di vê wateyê de divê polîtîkaya aştiyê ya jinan a li dijî nîjadperestiyê bi perspektîfa neteweya demokratîk û li ser esasê rêxistinkirina hêza yekbûyî ya polîtîk û xweparastinê ya jinan bê pêşxistin. Dema ku jinên Tirk û Kurd, jinên Îsraîlî, Filistînî û jinên gelên din li ser bingeha Neteweya Demokratîk û Konfederalîzma Demokratîk bên gel hev, wê hêza aştiyane ya rastîn a alternatîfa Şerê Cîhanê yê Sêyemîn derkeve holê.

Dîsa li dijî polîtîkayên dubendî, dijminatî û pevçûnên olperestiyê, jinên ji gelan û baweriyên cuda dikarin li dijî van şerên bêdawî yên olî di bin sîwana Baweriya Demokratîk de rawestin, li pêşiya vê bibin asteng û wê bibin hêza altenatîf a Baweriya Demokratîk.

Hemû çavkanî, bîrdozî, siyasî, aborî, leşkerî, civakî, çandî û hunerî, hiqûqî, medyayî û hwd. yên ku cinsiyetparêziyê xwedî dikin û hêmanên ku hem di aliyê bîrdozî û hem jî di aliyê siyasî de xurt in tespît bikin û li hemberî van erkên neyînî û erênî pêk bînin û ev di têkoşîna jinê de aliyekî gelekî girîng e nîşan dide. Di perspektîfa jinê de xwerêxistinkirin, biyarên derbarê xwe de girtin û pêkanîna wan, ji zayendperestî û faşîzma mêr re meydanê xwarine.

Mînak, dewlet qatilên mêr ên destdirêjiyê nadarizîne û wan xelat dike; wê demê divê jin di nava xwe de saziya edaletê ava bikin, li wir rewşa wan bigirin dest, wan darizînin û divê edaletê bi xwe pêk bînin. Divê jinên di aliyê aboriyê de xizanin ji bo karibin têra xwe bikin li dora komînek an komîteyek werin ba hev û xebatên komunal bimeşînin, wê demê dikarin xwe ji rewşa neçarî ya xwe dispêrin mêr û patronan rizgar bikin. Pirsgirêkên tenduristiyê pir giran in, ji bo tenduristiya jin û zarokan li ser esasê komuna tenduristiyê û meclîsan divê xebatên pir xurt bên kirin û jin di vî warî de ji nav pencê desthilatdaran rizgar bibin. Medyaya kevneşopî û medyaya dîjîtal dikare jinan di aliyê xefikên ku jin dikevinê serwext bike, derxe holê, bihêle şermezar bike, helwestê nîşan bide û bi perspektîfa jinan torên medyayê werin afirandin. Dikare bi afirandina alternatîfa xwe pêvanekê  pêş bixe. Bi heman awayî li dijî faşîzma zayendperest a ku di qada çand û hunerê de ji nû ve tê avakirin helwestek zelal dikare were girtin û alternatîf werin xurtkirin. Operasyonên estetîk ên faşîst ên li ser bedena jinê tên kirin, dikarin bên rawestandin û têgihiştineke estetîk a ku li gorî etîkê pêk tê bê avakirin. Divê jin biryara çiqas xweşik in û wê bibin bi xwe bidin û ji mêran re nehêlin. Amûrên fizîkî yên ji bo xweparastinê dikarin werin bidestxistin û dîsa bi awayekî rêxistinkirî torên wê bên avakirin.

Ji jiyanê dikarin gelek mînakên din bên dayîn, lê xala sereke ya ku em dixwazin bînin ziman ew e ku jinên ku bi dîwarên xedar hatine dorpûçkirin, li hemberî vê dorpêçê di her kêliya ku hewcedariyê dibînin de hevdu bibînin, hîs bikin bi serwextkirina hev re rêxistinî, siyaset û xweparastinê hevdu xurt bikin û bi piştevaniya hev toran, komîteyan û meclisan ava bikin. Di çalakiyên hin jinan de dirûşmeyên “Hûn bi tena serê xwe nemeşin” tên berzkirin. Em dikarin bi vî awayî tevkariyê li vê bikin: “Hûn ê bi komîteyê re bimeşin”, “Hûn ê bi komunê re bimeşin”, “Hûn ê bi meclîsê re bimeşin”! Yanî dema jin dimeşe, di rastiyê de tê wê wateyê ku rêxistinên jinan û torên azadiya jinê bi wê re dimeşin. Rêxistinkirin û meşa bi îdîayeke wiha, têkoşîn û xwerêvebirina li dijî zayendperestiyê wê tîrêjên ronahiya jinê li her derê belav bike.

Dîsa li hemberî zanistparêziya ku lûtkeya hişê serdestiya mêr, mezinkirina nirxên hişmendî û kombûna teorîk a jin-navend a ku li derdora jineolojiyê derketiye holê, pir girîng e. Destpêka her tiştî zanebûn e û bi nirxên hişmendiya jinê ronîbûn e. Di perspektîf û zanista jinê de, li hember berovajîkirinên hem niha, hem jî di dîrokê de rû didin û li hember pêkanînên şerê taybet, dikare bi aqilê hevpar a jinê bibe hêzek. Di rastiyê de hişmendiya ku bi rêbaz û teoriya jineolojiyê pêş dikeve wê tevgerên jinê bike hêzek yekgirtî û yekbûyî, helbet em fikir û mejiyê femînîst tevlî vê dikin. Bi vê perspektîfê dikarin berovajîkirinên dîrokî bên sererastkirin, hemû polîtîkayên tinekirinê û şerê taybet ên niha tên ferzkirin bên pûçkirin û her wiha nirxên xwe yên alternatîf pêş bixin û ava bikin.

Di vî warî de xweparastina jinê di wateya avakirina sîstemeke jin a demokratîk de li hemberî hemû hêmanên pergala serdestiya mêr – erkên têkoşînê negatîf û di heman demê de erkên têkoşînê yên pozîtîf derdikeve pêşiya me. Heger hûn bala xwe bidinê, em li vir tenê qala parastina jinek an komek an jî beşeke jinan nakin. Em qalaa pergaleke xweparastinê dikin ku wê her cure parastinê berfireh bike û misoger bike. Tişta ku tê xwestin xweparastina jinê ye, parastina xwe, hevalên jin, zarok, xweza, civak û jiyanê bi giştî ye. Ji ber vê sedemê girîng e ku bi berdewamî têkoşîna rêxistinbûyî ya serhildan û avakirinê bê meşandin, çi biçûk be, çi mezin, çi sade yan tevlîhev, çi herêmî yan gerdûnî be li her derê û di her kêliyê de bi hev ve girêdayî ne. Stratejiya xweparastinê ya bi vî rengî ya berfireh, bêyî ku bêje “Çi ji min re” an jî li benda ku dor wê bê wê nemîne, wê li dijî Şerê Cîhanê yê Sêyemîn jî hêzek aştiyê ya alternatîf derxe holê.

KJK û PAJK’ê bihara borî danezaneke gelekî girîng weşand û bang li hemû jinan kir ku li dijî Şerê Cîhanê yê Sêyemîn bi armanca xweparastina jin, civak, jiyan û xwezayê, têkoşîna xweparastinê geş bikin û bikin hevpar. Bersiva vê daxuyaniyê çawa hat? Bingeha şert û mercên tevkariyeke wiha çawa ye û bi kîjan rêbazan dikare were avakirin?

Danezana xweparastinê ya ku me di meha Nîsanê de weşand, li Kurdistanê û derveyî Kurdistanê rojevek diyar kir. Weke tevgera jinê, dîroka me ya xweparastinê ya sîh û du salan heye. Em gelekî girîng dibînin ku em vê ezmûna girîng û dîrokî bi jinên din û tevgerên jinan re parve bikin. Di pêvajoyeke ku ji bo jinan pirsgirêkên wisa giran tên jiyîn de, gelek rolên dikevin ser milê me hene. Weke tevgerên jinan pêwîste em vê mijarê bixin rojevê û zêdetir nîqaş bikin û bi biryarên hevpar gavên berbiçav bavêjin. Helbet me ev mijar weke mijareke demkurt û demkî nenirxand. Di dema weşandina danezanê de me ev mijar weke mijareke ku divê di nava salê de û jê şûnde di rojevê de bihêle û bidome nirxand. Di vî warî de her çiqas ne di asta ku me dixwest de be jî, di hin aliyan de rojev û dorhêleke nîqaşê hat afirandin. Hin lêkolînên perwerdehiyê û derdorên nîqaşê li ser mijarê pêş ketine. Ji ber ku destpêka her tiştî hişmendî ye, ev bêguman girîng bûn. Her ku hişmendiya xweparastinê pêş dikeve, li gorî wê hêza rêxistinbûn û têkoşînê pêş dikeve. Lê helbet divê tenê bi nîqaş û perwerdeyê nemîne. Ev rojev bi giranî armanc û hedefên wê heye ku li gorî şert û mercan rêxistinên xweparastinê pêş bixin.

Di vê heyama derbasbûyî de dengê jinên li Hindistanê yên li dijî komkojiyên jinan ên bi dirûşima “Jin Jiyan Azadî” û bertekên ku hatin pêşxistin pir bi wate bû. Dîsa her çendî ji bo jinên Efganî, jinên Emerîkaya Latîn, jinên Efrîkaya Başûr, jinên Belûc û jinên li welatên rojavayî pir girîng û watedar e ku li dijî komkujiyên jinan dengê xwe bilind bikin, biqîrin û mafên xwe diparêzin. Lê pêwîst e ku van hemûyan bi rêxistinbûna xweparastinê tacîdar bikin.

Weke ku me li herêma xwe û li cîhanê jî diyar kir, êrîşên li dijî jinan di her warî de dijwar û hevpar in. JI bo çareseriyê pêdivî bi sîstematîke hevgirtî heye. Ji bo vê jî divê em demildest rêxistinên xweparastinê pêş bixin û ev jiyanî ye. Ger tevgerên jinan ên li cîhanê vê mijarê bi awayekî berfireh û cidî bixin rojeva xwe, her kes wê bi hostatî amûr û rêbazên xweparastinê li gorî taybetiya xwe ya herêmî pêş bixin.

Li Kurdistanê deverên ku di warê xweparastinê de têrê nakin hene? Ji ber ku hûn dibêjin “divê jin bi deng, gotin, siyaset, rêxistin, huner, edalet, perwerde û aborî xwe biparêzin.” Ev valahî û kêmasî wê çawa ji holê rabin?

Li Kurdistanê polîtîkayên qirkirinê li ser bingeha qirkirina jinan pêş dikeve û bi awayekî piralî didomin. Ev li Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê bi zelalî tên dîtin. Êrîşa rejîma Îranê ya bi darvekirinê ya li hemberî jinan bênavber didome. Bi taybet darvekirina berxwedêrên tevlî serhildanên Jin Jiyan Azadî bûne, her roj cezayê darvekirinê li jinên ku têkoşîna demokratîk li dijî rejîmê dimeşînin, dibirin.  Piştî biryara darvekirinê ya hevala Paxşan, biryara darvekirinê dan hevala Werîşe Muradî û ev lûtkeya polîtîkayên qirkirina jinê ye. Li her sê parçeyan her roj kuştin, destdirêjî, kedxwarî, koçberî, windakirin, beralîkirina fuhûşê, hînkirina tiryakê, teşwîqkirin, sixurî û di pêşengiya dewleta Tirk de êrîşên nîjadî û qirkirinê yên dewletên mêtinger pêk tên û bi zayendperestiya paşverû ya di nava civakê de tê sorkirin re hewl tê dayîn îradeya jinên ku dest bi azadiyê kirine bê tepisandin. Tê xwestin ku jin bi temamî di bin dorpêçê de bin. Li qadên wekî Rojava, Şengal û Mexmûrê ku şoreşa jinê bi sîstema xweseriya demokratîk hat pêşxistin, li dijî destkeftiyên jinan û pêkhateya wê ya rêxistinî êrîşên giran tên kirin.

Ji ber ku ev hemû bi awayekî sîstematîk diqewimin, ev jî nîşan dide ku xweparastin têrê nake. Belê, li her çar parçeyên Kurdistanê û li derve jî têkoşîneke rêxistinkirî ya jina Kurd heye û hêja ye. Lê belê weke ku em bi israr dibêjin li ser esasê qirkirinê êrîşeke jinkujiyê heye. Ev yek divê ji rêzê nayê dîtin. Pirsgirêk di vir de ew e ku li dijî pergala mêr a mêtinger a şerê taybet karibin têkoşîna pêşîlêgirtin, astengkirin û encamgirtinê domdar bikin û divê alternatîfên xwe yên ku mohra xwe li rojevê bixin bûn pêşxistin. Di vê nuqteyê de carinan di pêşxistina bername û rêbazên afirîner de, carinan jî di misogerkirina berdewamiyê de kêmasî derdikevin holê. Dibe ku di balkişandina li ser hişmendî û rêxistinbûna jin-navendê de zehmetî hebin. Yanî birêxistinbûn têrê nake, di xeta azadiya jinê de rêxistinbûyîn pêwîst e. Kêmasiyên di van mijaran de tên jiyîn rasterast di pêşxistina xweparastina jinê de xwe dide der. Kuştina Narînê ku pir di rojevê de ye, mînaka vê yekê ye. Piştî wê qetilkirina Rojîn jî heman tişt e. Ger rêxistinbûn û hişmendiya rêgir û pêşîlêgirtinê tunebe, kî dikare pêşî li vê pergala mêr a faşîst bigire?

Helbet di vê mijarê de em dixwazin van tiştan jî bînin ziman: YJA Star hêza xweparastinê ye. Ev hêz di sedsala 21’an de li dijî êrîşên artêşa Tirk a faşîst a ku pişta xwe daye hêzeke mîna NATO’yê li ber xwe dide û têdikoşe. Ev êrîş ne tenê êrîşên asayî ne, şerekî ku rojane bi tonan bombe dibarînin, bombeyên taktîkî yên kîmyewî û nukleerî bi kar tînin, ji çeteyên DAIŞ’ê bigirin heta qomandoyên taybet, cerdevan, pêşmergeyên PDK’ê û her cûre hêmanan bi kar tînin. Gerîlayên YJA Starê li hemberî van hemû hêzan bi cesaret, hostatî û profesyoneliyeke mezin li ber xwe didin. Ev yek hem ji bo jinên Kurd û hem jî ji bo jinên cîhanê mînakek pir mezin e. Ger jin bi xwe bihizirin, bi xwe bawer bin û bi rêxistinbûna xwe ya resen têbikoşinti tişt nikare xwe li ber wan bigire. Vaye gerîlayên YJA Starê li dijî mirinê serî hildin û nirxên xweparastinê yên serdema me yek bi yek derxînin holê. Divê hêz û îlham ji vê bê girtin û vê hêzê li dijî dewleta serdest a mêr, kes û saziyên serdest ên mêr ên di nava jiyana civakî de ne, bi rêxistin bikin û seferberkirina vê hêzê pir girîng e.

Mijareke din a girîng jî ronîkirina şerê li Kurdistanê li ser gelên Tirkiyeyê û bi taybet jinan e. Şerê qirkirinê yê dewleta Tirk û nîjadperestiya ku derxistiye holê rê li ber kesayetiya mêr a faşîst vekiriye. Di van salên dawî de hejmar û şêwazên êrîşên li ser jin û zarokan, bêguman karê desthilata AKP-MHP’ê ye. Rejîma Erdogan a yek zilamî û ‘zilamê’ ku di nava xwe de pêşxistiye, ji zilamtiya serdest re dibe mînak û ji ber vê yekê faşîzm her ku diçe di nava civakê de belav dibe û wêraniyên mezin çêdike. Zêdebûna pirsgirêkên aborî ji ber berdêla vî şerê li dijî gelê Kurd e û ev jî pirsgirêkê kûrtir û dijwartir dike. Em ji vê re dibêjin kaos.

Jinên Kurdistanî û Tirkiyeyî li dijî van polîtîkayên şer û êrîşên desthilata AKP-MHP’ê têdikoşin û di aliyê xweparastina jinan de jî xwedî cihekî gelekî girîng e. Dema em dibêjin ku ev şer û modela yek zilamî li Rojhilata Navîn belav bûye, girîngiya mijarê hîn zêdetir dibe. Çete, mafya, Hizbulkontra, qatilên înternetê, yên ku dîn dibin, yên ku bi komkujiyan pesnê xwe didin, yên ku teşwîqî tundiyê dikin, ev hemû hem li Tirkiyeyê hem jî li herêmên ku ji aliyê dewleta tirk ve hatine dagirkirin her ku diçe zêde dibin. Dirûşmeya “Bêdeng nemînin, her ku hûn bêdeng dimînin wê dor bê we”. Îro ev dor ji Kurdistanê ber bi Tirkiyeyê ve çûye û bi vê re careke din ev rastî piştrast bûye. Di pêvajoyeke bi vî rengî de pêşxistin û çalakkirina xeta hevpar a tevgerên jinên Tirk û jinên Kurd ên ku hev xurt dikin ûnîaşandayîna hevgirtin û têkoşînê bi hev re gelekî girîng e. Li dijî vê rejîma yek zilamî bi têkoşîna jinan a piralî û yekbûyî em dikarin bi ser bikevin.

Em weke jin divê li ser Tirkiyeya sedsala 21’an ango Komara Tirkiyeyê ya ku ev 101 sal in tê nîqaşkirin, dengê xwe bilind bikin û bikevin nava çalakiyan. Divê em bi pêşxistina têkoşîna yekbûyî û azadîxwaz a jinan re reng û pîvaneke nû lê zêde bikin û bi destên xwe komareke nû û demokratîk a bi şoreşa jinê ve girêdayî pêş bixin. Ev komara demokratîk a ku bi şoreşa jinê û xweparastinê ava bibe, wê ji bo Rojhilata Navîn bibe mînakeke rast û modela ku gel, jin û hemû beşên bindest heq dikin, wê derkeve holê. Em xwedî asoyeke wisa berfireh a dîrokî ne.

Bi wesîleya 25’ê Mijdarê hûn dixwazin çi peyamê bidin?

Koordînasyona KJK’ê beriya vê mehê bi wesîleya 25’ê Mijdarê peyamek weşandibû, ev di asta danezanê de bû û girîng bû. Di navbera 10’ê Mijdarê û 25’ê Mijdarê de bi şîara “EM BI JIN JIYAN AZADÎ XWE BIPARÊZIN” kampanyaya hat destpêkirin. Di van panzdeh rojan de eşkerekirina komkujiyên li ser jinan û her cure tundiya li ser jinê, di vî alî de serwextkirina jinê ya li ser mijarên ku em ê çawa vê tundiyê rawestînin, em ê çawa derbas bikin, nîqaş bikin û veguherînin gavên berbiçav, gelkeî girîng e. Ya herî bi nirx û watedar ew e ku hemû mijarên ku me li jor qala wan kirin, bi xwepêşandan û çalakiyên berfireh, pir cuda bên rojevê û her nîqaş û perwerde bibe sedema rêxistinbûn û pêşxistina torên xweparastinê.

Ji qetilkirina xwişkên Mîrabel heta Sara, Nagehan û Gulistanan jinên şoreşger ên hatine qetilkirin, di nava civakê de her kêlî bi hezaran û bi milyonan jin û zarokên ku navên wan nayên zanîn ku tên qetilkirin, destavêtin û bi şêweyên cuda ên tundiyê re rû bi rû dimînin, em deyndarê jiyana azad û wekhev ji wan re ava bikin. Encamên van komkujî û tundiyê erkên ku li ser me ferz dikin hene. Di vî warî de ez careke din dixwazim balê bikşînim peyama KJK’ê:

Em jin in, em hene! Em xweza, civak, jiyan in! Hûn nikarin jiyanê bikujin!

Em hemû li dijî qikirina jinan dibêjin “JIN JIYAN AZADI”!

Her jineke hatî qetilkirin banga Şoreşa Jinê ye!

Li dijî dagirkerî, xiyanet û tundiya mêran Jin, Jiyan, Azadî!

Bi berxwedanê bi ser bikevin û em bêdeng nemînin û li benda hatina dora xwe nemînin. Ji ber vê yekê ez bang li hemû dostên jin, dayik, jin, ciwan, keç û zilamên ku li azadiyê digerin û ji bo wê têdikoşin dikim ku bi xurtî di vê pêngava KJK’ê ya 15 rojan de cih digirin.

Di dawiyê de ez hemû kesên ji bo azadiyê têdikoşin silav dikim û serketinê dixwazim.