Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 24 sal in li Îmraliyê di bin tecrîdê de tê girtin, destûr nayê dayîn ku bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne. Partiyên siyasî û saziyên sivîl ji bo balê bikişînin tecrîda li ser Ocalan, di 12’ê hezîranê de bi dirûşmeya “Li dijî polîtîkayên tecrîdê ji bo azadiya xwe biparêzin em ber bi Gemlîkê ve dimeşin” li dar xistin. Rojnameya Yenî Ozgur Polîtîka girêdayiyê meşa Gemlîkê bi Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek re axivî.
Ocalan xwediyê fikra demokratîk e
Cengîz Çîçek di derbarê meşa mezin a Gemlîkê de tişta ku hedef dikirin de axivî û wiha got: “Dema ku me dest bi vê meşê kir, me xwest hem ji muxalefetê û hem jî ji hikûmetê re vê peyamê bidin: Em feraseta we ya burjuwaziya siyasî qebûl nakin. Ji ber ku têgihiştina we ya siyasetê li ser înkarkirina heqîqetan e û xwe wiha hildiberîne.Meşa Gemlîkê navenda siyaseta rêya sêyemîn e. Me desthilatdariya AKP-MHP’ê û du ferasetên ku li cem wan disekinin û wekî tifaqa millet tenê ji bo xwedîderketina dewletê di pêşbaziyê de ne, her tim red kir û em ê red bikin. Divê em dengê heqîqetê li ber wan bidin. Ger hûn bala xwe bidinê, kevirên bîrdoziya dewletê leyîstiye.Birêz Ocalan ji ber ku xwediyê fikra ku ev paradîgmaya fermî îflas kiriye tê hedefgirtin. Her wiha hemû pêşniyarên Ocalan di rastiya xwe de pêşeroja hevpar a demokratîk a gelên Tirkiye û Kurdistanê dike armanc. Ev jî hemû komên desthilatdar ên li Tirkiyeyê yên ku bi şer, kaos, talan, dizî û desteserkirinê têr dibin, ditirsîne.”
Dewlet vîna kurdan ipotek dike
Çîçek, bal kişand ser qedexekirin û astengkirina meşa Gemlîkê û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Meşa Gemlîkê di esasê xwe de daxwazeke ku qanûn ji bo her kesî wekhev bê sepandin e. Ji ber vê çendê jî mafdar û rewa ye. Lê aliyekî din jî siyasî ye. Birêz Ocalan aktorekî siyasî ye. Gelê kurd Birêz Ocalan weke rêberê xwe dîbîne û gelê ku daketîn kolanên Kadikoyê jî piştgiriya rêberê xwe dike. Gel got, “Bi înkarkirinê hûn nikarin pirsgirêka me nas bikin.” Dewlet vîna kurdan ipotek dike. Kurd dibêjin, “Ez xweseriya demokratîk dixwazim, dixwazim bi zimanê dayikê perwerdeyê bibînim.” Kesê ku pêşengiya têkoşîna siyasî ya van xwestekan dike Birêz Ocalan e. Di vê çarçoveyê de gelê kurd birêz Ocalan wekî vîna xwe dibîne.”
Hevberdevkê HDK’ê Çîçek di derbarê di van demên dawî de gotina ku bi Ocalan re hevdîtin tên kirin de axivî û ev tişt anî ziman: “Ger Birêz Ocalan bihata ser lîstikên komploger ên AKP’ê yên ku ew bi amûrê xwe dida meşandin, îro wê ne di nava tecrîdê de bûya. Wê demê yên ku dibêjin em li dijî AKP’ê ne, divê wiha bixwînin. Her tim digot: “Ez li vir rehîneyê mutleq im. Ji ber vê yekê ez di çareserkirina vê pirsgirêkê de rola xwe ya hêsanker dilîzim, lê her kesê ku hewl dide min bikar bîne jî red dikim.” Birêz Ocalan rest kişand. Ji ber ku restê dikêşe, niha tu agahî jê nayê girtin. Birêz Ocalan ji her aqil û îradeya ku hewl dide pirsgirêka kurd di asteke demokratîk û aştiyane de çareser bike bi çûna cem xwe girîngiyê didiyê, gelê kurd jî girîng dibîne û piştevaniya wê jî dike. Lê bi şertekî, hûn ê nekin amûr, hûn ê nekin wesîleya mayîndekirina desthilatdariya xwe û kûrkirina hegemonyaya xwe. Ji ber ku AKP’ê hewl da vê yekê bike Birêz Ocalan rest kişand.”
Têkoşîn bi hiqûqê nayê sînordar kirin
Çîçek herî dawî li dijî tecrîd û faşîzmê wê îro şûnde çi bikin û çi bernameyê wan hene de axivî û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Ger em faşîzma li van xakan bixwînin, divê em li dijî faşîzmê jî 24 saetan bi ruh, hişmendî û leza têkoşînê tevbigerin. Cihê ku em herin tune ye, tenê dîwar li pişt me ye, em bi qasî ku ji destê me hat paşve vekişiyan, zêdetirê wê nîne û êdî dema pêngavan e. Divê em rêxistinbûn û çalakiya xwe ya civakî li ser bingeheke defakto û rewa bi rêxistin bikin. Ger em bibêjin ev hêz li derveyî hiqûqê ye, divê feraseta me ya çalakiyê jî li hiqûqê ne eliq e. Têgihiştina çalakiya gelan, nasnameyên bindest û têkoşîna kurdan bi hiqûqê nayê sînordarkirin. Xeta çalakiyê ya defakto û rewa hem gerdûnî û hem jî maf e. Ji bo demokratîkbûna vî welatî divê em faşîzmê hilweşînin. Ji bo hilweşandina faşîzmê her cureyê çalakiyên demokratîk, defakto û rewa neçar in. Ji ber vê yekê em her tim dibêjin ku ew ji gelê rêxistinkirî ditirsin. Divê em vê tirsê di aliyê xwe de mezintir bikin.”