Dibe ku di hemû siyasetên dewletan de guhertin û vegihertin ji bo berjewendiyên wan welatan werin kirin. Lê bi kêmanî di dema ku ev guhertin pêk tên de hinekî divê xwedî helwest û nirx bin û bi vî rengê wiha beloq û berbiçav ku 180 derce were guhertin.
Wekî mînak helwesta hikûmeta tirk a li hemberî kuştina rojnamegerê siûdî Cemal Kaşikçî di destpêka kuştina wî û piştî wê de. Di destpêkê de rayedarên hikûmeta tirk bi zimanekî tund rayedarên Siûdiyê bi kuştinê tewanbar kirin û piştî demekê ku xwestin têkliyên xwe bi Siûdiyê re sererast bikin dosyaya kuştina wî girtin û ew doza wî radestî dadgehên Siûdiyê kirin.
Mînaka din jî mirov dikare behsa têkliya hikûmeta tirk a bi Ixwanan (Birayên Misilman) re bike. Ji ber ku li Misrê desthilata Ixwanan hate rûxandin, hikûmeta tirk dijminahiya hikûmeta nû ya Misrê dikir û bi her awayî alîkarî dida Ixwanên Misrê. Ji dezgehên medyayê bigire heta bi warê dîplomasî gelekî destek û piştgirî dida Ixwanan. Lê di dema dawî de piştî ku xwest têkliyên xwe bi hikûmeta Misrê re sererast bike di cih de ferman da dem û dezgehên Ixwanan ên ji Stenbolê weşan dikirin ku li dijî hikûmeta Misrê tu tiştekî nebêjin. Her wiha saziyên Ixwanan ên ku li gorî wê fermanê tevnegeriyan û hikûmeta Misrê rexne kirin, hatin girtin.
Di van rojên dawî de jî niyeta hikûmeta tirk heye ku sefîrê xwe yê Misrê dîsa vegerîne wî welatî. Hêjayî gotinê ye ku di sala 2013’yan de wekî helwesta li dijî hikûmeta Serokê Misrê Ebdulfetah El Sîsî ya ku dawî li desthilatî Ixwanan anî, Tirkiye sefîrê xwe yê Misrê vekişandibû.
Mirov dikare wekî mînak nêzîkatiya hikûmeta tirk a ji bo filistîniyan jî bi heman şêweyî binirxîne. Hikûmeta tirk ku xwe wekî dijminê Israîlê, dost û hevalbendê gelê Filistînê dida nîşandan, niha aşkera dostanî û hevaltiya Israîlê dixwaze.
Ji xwe ji berê de jî hikûmeta tirk li dijî Israîlê bi dev dijmin û bi dil dost û heval bû. Di çapemenî û medyayê de parêzvanê doza gelê Filistînê bû lê di pratîkê de bi dehan peymanên wan ên stratîjîk bi hikûmeta Israîlê re çêdibûn.
Îca heke em vegerin ser mijara kuştina rojnamegerê siûdî Cemal Kaşikçî wekî me got ew jî yek ji mînakên ku baş vê siyaseta dewleta tirk, didin nîşandan.
Hikûmeta tirk li hemberî ku têkliyên xwe bi hikûmeta Erebistana Siûdî re xweş bike destê xwe ji wê dozê kişand û destê dostaniyê dan rayedarên wê yê ku digotin kujer in. Ji bo xweşkirina têkliyên xwe bi rayedarên siûdî re soz, helwest û doz tev bûn berfa pûk û li ber tîna berjewendiyan hiliyan.
Çîroka kuştina Cemal Kaşikçî
Rojnamegerê rojnameya Washington Postê Cemal Kaşikçî di sala 2018’an de li sefaretxaneya Siûdiyê ya li Stenbolê hatibû kuştin. Hikûmeta tirk 26 kes bi tewanbariya kuştina wî girtibûn û dadizandibûn. Paşê Siûdiyê jî di sala 2019’an de diyarkiribû ku wan 8 kes bi tewana kuştina Kaşikçî girtine û cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn. Piştî demekê cezayê wan daxistine 20 salan.
Niha jî di 7 nîsana 2022’an de dadgeha Stenbolê ya ku li doza Kaşikçî dinêrî biryar da ku dozê veguhêzin ji bo dadgeriya Siûdiyê û vê dosyayê li ba xwe bigirin.
Ev biryara dadgeha tirk ji aliyê gelek derdorên siyasî û saziyên mafê mirovan ve rastî nerazîbûnan hat û wekî biryareke siyasî hate nirxandin. Bi taybetî jî ji ber ku ew biryar di demeke wiha de derket ku hikûmeta tirk hewl dide têkliyên xwe bi Siûdiyê re xweş bike.