22 MIJDAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

CHPê bi sekna xwe êşên kurdan cardin vejand

Birêz Ocalan nirxeke mezin da CHPê û xwest ku CHP tev li pêvajoyê bibe. Lê CHPê ji bo ranta siyasî û domandina neçarî û dubarebûnên borî ku Tirkiyeyê bir karesatê, bi pişta destên xwe def da van nirx û piştevaniyên kurdan tevî û hêrs û sendromên Dêrsim, Geliyê Zîlan, Agirî û yên din di hişê civaka kurd de cardin vejand.

Wekî tê zanîn Komîsyon ev demekê ye ku xebatên xwe didoman û xebatên xwe anî asta dawî. Lê çûyîna Îmraliyê û hevdîtina bi Birêz Ocalan û hevalên wî re pêk nehata dê tu wateya komîsyonê jî nemana. Lê partiyên siyasî yên li Tirkiyeyê wekî her car berjewendiyên şovenîst û partîzanî ku nêzî sed sal in ava bûne, bi taybet şerê pêncî salên dawî û rewşa deh salên dawî ya şerê giran ji xwe re ji bo çend pîle ray û dîsa hin berjewendiyên bi vî awayî dikirin hincet nedixwestin biçin Îmraliyê. Diyar bû ku heta niha heman nêzîkatî di nava AKPê de jî hebû yan jî beşeke bihêz a di nav de vê rewşê pêş dixist.

Lê piştî qehr û helwesta Devlet Bahçelî rewş bêhtir zelal bû û komîsyonê ji bo çûna Îmraliyê û hevdîtina bi Birêz Ocalan re di 21ê mijdarê de civiya. Di encamê de biryara dengdayînê derket û ev dengdayîn ji bo pêşeroja Tirkiyeyê û pirsgirêka kurd jî rewşeke zelal a nêzîkatiya partiyên siyasî derxist holê. Gotin di cih de be, dengdayîna komîsyonê hevsengiyên çend salên dawî jî serobin kir, dibe ku bibe sedema rewşeke nû ya li Tirkiyeyê jî. Dîsa dengdayînê rûpoşa hin partiyên siyasî jî xist xarê. Her çiqas qaşo vê helwesta xwe wekî nêzîkatiyeke sosret a em naçin ber lingên Birêz Ocalan diyar dikin jî, lê ew bixwe jî di zanebûna vê de ne ku Birêz Ocalan aktorê vê pêvajoyê, sermuzakerevanê aliyê kurd û demokratîkbûyîna Tirkiyeyê ye.

Di vir de partiyên siyasî yên ku bi dehan sal in li ser jana gelan, xwîn, rant û nêzîkatiyên bi vî awayî xwe didin jiyîn, pirsa kurd bi vî awayî zindî û bêyî çareserî digirtin, heman nêzîkatiyê dîsa rave kirin. Partiya Hîzbûllahê (Huda Par) ku bi berdêla firotana kurdan, qaşo bi salan bû ji Kurdistanê re statuyên cûr bi cûr dixwest, di vir de dengê neyînî da, derewên xwe û rûyê xwe yê qirêj aşkera kir. Diyar bû ku gotinên wan ên di vê hêlî de jî vala û boyaxkirina çavên kurdan bûne. Lewre heke ku derdekî wan ê mafên kurdan hebûya, di vir de ji bo bidestxistina mafên kurdan diviyabû bi herkesî re biciviyana ku Birêz Ocalan bi dehan sal in doza van mafan dike. Divê kurd vana baş nas bikin. Dîsa DSPê jî dengê neyînî da. Lê ev partî salên dawî piştevaniya Tifaqa Cûmhûr dikir. Partiya Demokrat jî nêzîkatiya xwe diyar kir ku kenew di hilbijartinan de teyîsandineke dildariya Tirkiyeya demokratîk dida. Lê bandora DYPa ku wekî amûr bikar hat hîna ji ser xwe neavêtiye. Di vê dengdayînê de nêzîkatiya herî balê kişand ser xwe nêzîkatiya CHPê bû. CHPa ku wekî partiya bingehîn a sed salên komarê di qirkirinên Dêrsim, Agirî, Geliyê Zîlan û gelekên din de jî li ser navê hikûmetê mora wê heye, di vê dengdayînê de dengdayîn terikand û çûna Îmraliyê red kir. Ev tê wateya neyînî nêzbûna dengdayînê û li cem Huda Parê cihê xwe girt, di vê mijarî de. Herwiha statukoya redkirina mafên kurdan û nedemokratîzekirina Tirkiyeyê ku bi xwe jî niha êşa wê dikşîne, parast. Vê yekê bi hişmendiya şerê desthilatdariya navxweyî kiribe jî, lê di zanebûnê de nîn e ku ya ew kir vê rewşa heyî ya neyînî jî çaresernekirina pirsa kurd e. Herwiha di vê dema zehmet de, her du hilbijartinên borî jî di nav de yên ku piştevaniya wan kirin û bûn sedemên serkeftina wan kurd bûn û bi xêra serê kurdan ewqas şaredarî bidest xistin. Dîsa Birêz Ocalan nirxeke mezin da CHPê û bi taybet xwest ku CHP tev li pêvajoyê bibe. Lê CHPê ji bo ranta siyasî û domandina neçarî û dubarebûnên borî ku Tirkiyeyê bir karesatê, bi pişta destên xwe def da van nirx û piştevaniyên kurdan tevî û hêrs û sendromên Dêrsim, Geliyê Zîlan, Agirî û yên din di hişê civaka kurd de cardin vejand. Bi taybet di demeke ku Tirkiye li demokrasî û aştiya xwe, kurd li demokratîzekirina Tirkiyeyê ronîkirina herêmê û azadiya xwe digerin de. Kes bi lîstok û gotinên erzan nikare xwe bixapîne. Tew civaka kurd qet nikare bixapîne. Neçûna Îmraliyê, nexwestina çareseriya demokratîk a pirsa kurd e. Domandina înkar, îmha û dijminatiya sed salî ya bi gelê kurd re ye. Wisa qaşo ‘ez aştiyê dixwazim lê naçim lingên Îmraliyê’, xapandina xwe ye. Wisa be tu yê bi kî re û çawa aştiyê pêk bînî? Van partiyan rûpoşa xwe xistin. Derbekê berê lingê xwe dan. Ku ji vê yekê venegerin û piştevaniya demokratîkbûna Tirkiyeyê û çareseriya pirsa kurd nekin, dê di nava rûpelên dîrokê de winda bin. Bêhna netewperestiya înkar û îmhayê ya sed salî welat kir cendekek rizî. Yên ku vê bêhnê ji wan were, dê gel û hişê erênî yê raya giştî ji xwe bidin revandin û ji tunebûnê rizgar nebin.