Komisyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê duh bi rojeva hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re civiya. Di vê civînê bi erêkirina 32 kesan biryar hat girtin ku komîsyon biçe Îmraliyê. Lê di civîna komîsyonê de ji biryara ku derket zêdetir biryara CHPê ya ku tev li dengdana biryarê nebû, bû rojev.
Bi vê sekna xwe CHPê careke din nîşan da ku gotinên wê yên çareseriyê xwedî bingeheke vala ne. Herwiha ev nêzikatî nîşan dide ku CHP ne alîgirê çareseriyê ye dilsozê statukoyê ye.
Ev helwesta CHPê nîşan dide ku ew dixwaze dewletê di bin maskeya ‘em demokrat in’ de biparêze. Lê di rastiyê de ev helwest encama newêrekiya CHPê ye. Gelo partiyek ku ji dil aştiyê bixwaze dê komîsyonê neşîne Îmraliyê ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike? Lê mixabin CHPê vê berpirsiyariya dîrokî red kir.
Biryara ku bi 32 dengan hat erêkirin nîşan dide ku piraniya parlementerên di meclisê de alîgirên aştiyê ne. Lê CHP ya di hemû biryarên ku li meclisê tên girtin de bi rehetî biryara erê yan jî na dida, di dengdayîna çûyîna Îmraliyê de hincetek dûrê aqilan nîşan da û got ku biryar bê îradeya gel tê girtin.
Sekna CHPê carek din nîşan da ku ew di nav ‘ewlehiya bêistiqrariyê’ de hebûna xwe didomîne û nikare derbikev dervayê vê qadê. Nêzikatiya CHPê hem ji bo pirsgirêka kurd hem jî ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê xiyaneteke mezin e. Divê ya CHPê ji destpêkê de piştgirî nedana vê pêvajoyê yan jî di biryara dîrokî de ji berpirsiyariyê nereviyana.
Lê ji ber ku CHP hê nikare berpirsiyariya siyasî û propagandaya hilbjartinê ji hev veqetîne îro xwe dike vê rewşê. Endamnedayîna ji bo komîsyonê nîşaneya vê yekê ye. Li aliyê din endamnedayîna CHPê ne tenê terciheke ji rêzê ye. Ev biryar aşkerekirina sekna siyasî ye.
Di vir de divê rastiyek din jî bê dîtin: Biryara CHPê tenê biryara îro ye yan sekna sedsalî ye?
Dema em lê dinêrin dibînin ku sekna CHPê ji dîroka wê ya rasteqîn dûr nîn e, berovajiyê wê sekna wê ya ku li dijî kurdan qet neguheriye di vir de jî xwe nîşan da. Tişta ku ji destpêka dîroka CHPê heta niha li dijî kurdan neguheriye dikare bi van sê gotinan bê aşkerekirin: Înkar, mesafe, kontrol. Ev sê taybetmediyên heyî ji destpêka komarê ve li dijî kurdan tê meşandin û CHP jî wek berdewamiya vê hişmendiyê teşe dide nêzikatiyên xwe.
CHPê înkara ku li dijî kurdan dimeşand di komkujiya Dersimê de jixwe bi aşkereyî nîşan nedabû? Dîsa yên ku kurdan wek pirsgirekekî ewlehiyê didîtin û di makezagonan de red dikirin ne CHP bû? Di salên 90de dema ku gund dihatin şewitandin û kurd dihatin kuştin CHP li kîjan alî cih digirt? Di salên 2000de dema li ser çareseriyê dihat axaftin ên ku bi dirûşmên netewperest li dijî vê çareseriyê disekinîn ne CHP bû?
Bêguman CHP bi sekna xwe tim bûye aligirê înkara kurdan. Bi komîsyona ku hatiye avakirin dikaribû ji vê dîroka xwe xwe rizgar bikira. Lê CHP derfeta ku ketibû dest ji nedîtî ve hat û got ‘ez qayilim ku rûreşiyên xwe yên dîrokî wek barek li ser milên xwe bigirim lê ne qayilim ku bibim parçeyeke çareseriyê’. Wek hişmedî CHP li aliyeke lê kesên di nav vê komîsyonê de cih digirtin jî divê wek kes vê rêreşiyê qebûl nekirina. Divê neyê jibîrkirin ku di ev kes jî wek CHPê di wijdanê civakê de bên darizandin.
