12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Chatrê: Destê navxweyî rojnamevan qetil kirin

Rêveberê Giştî yê Produksiyona Chatrê Kemal Heme Reza destnîşan kir ku destê navxweyî û îstîxbaratî bû sedem ku dewleta tirk her du rojnamevanan qetil bike.

Balafirên şer ên  Tirkiyeyê di saetên nîvro de li navçeya Seyîdsadiq a Silêmaniyê wesayîta rojnamevanan bombebaran kir. Di encama êrişê de rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Behadîn jiyana xwe ji dest dan. Rojnamevan Rêbîn Bekir (30) ê ji Silêmaniyê jî ku Berpirsê Medya Dijîtal yê Produksiyona Chatrê jî birîndar bû. Rêveberê Giştî yê Produksiyona Chatrê Kemal Heme Reza der barê êrişê de daxuyanî da. Kemal Heme Reza wiha got: “Bêguman di encama destekê reş ê navxweyî û destekî îstîxbaratî de, îstîxbarata dewleta Tirk her du rojnamevanan şehîd xist.”

Kemal Heme Reza da zanîn ku bi taybet dixwazin destnîşan bikin ku Gulistan Tara xelkê Batman ya bakurê Kurdistanê ye û 3 sal bû bi awayekî azadane li Produksiyona Chatrê karê rojnamevaniyê dikir.

Kemal Heme Reza der barê Hêro Behadîn de jî got: “Hêro Behadîn li Silêmaniyê ji dayîk bûye û xelkê gundê Tîmarin bû. Rêbîn Bekir jî ku di êrişê de birîndar bû bi heman şêweyî xelkê bajarê Silêmaniyê ye. Kemal Heme Reza herî dawî bang li her kesî kir ku bi eşkerekirina rastiyan li dijî van dezgehên xapandinê hişyar bin.

Rêveberê Navenda Metro Rehman Xerîb jî axivî û wiha got: “Di pileya yekem de sedema ku destê dewleta Tirk a dagirker vekiriye û bombebaranan berdewam dike, bêdengiya hikûmeta Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê ye ku rojnamevan û sivîlan şehîd dixe. Bêdengiya hikûmeta Iraqê û Herêmê sedema berdewambûna bombebaran û dagirkeriya dewleta Tirke. Wek tê zanîn dewleta Tirk nêzîkî 50 km hatiye nav Herêmê û rojane welatiyên sivîl dike hedef.”

Serokê Şaxa Sendîkaya Rojnamevanên Herêma Kurdistanê ya Silêmaniyê Karwan Enwer jî di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Mixabin îro du rojnamevan şehîd bûn. Em vê êrişa li ser rojnamevanan bi tundî şermezar dikin. Li gorî yasaya navnetewî divê rojnamevan ji hemû qeyranan dûr were xistin, ger di nav şer de jî bin, nabe rojnamevan bên hedef girtin. Em ê bûyera îro bigihînin hemû rêxistin û federasyonên navneteweyî. Em hêvî dikin ku ev karesata dawî ya dijî rojnamevanan be, ji ber ku rojnamevan ne xwedî çek û hêz in. Lê ger agir gihişt me, divê em jî xwedî helwest bin da ku carek din bi vî awayî rojnamevan nebin qurbanê pirsgirêkên li herêmê.”