12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Cezayê muebeda girankirî li zarokê Rojavayi birîn

Dadgeha Tirkiyeyê cezayê muebeda girankirî li Zaîm Hişman Elî ê 17 salî ku ji Rojava ye birîn.

Li gorî mevzuata Tirkiyeyê; cezayê muebeda girankirî nikare li kesên di bin 18 salî de bê birîn. Lê derket holê ku cezayê muebeda girankirî li Zaîm Hişman Elî yê 17 salî ku di dema êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hatibû girtin, hatiye birîn.

Li gorî nûçeya rojnameya Yenî Yaşamê; beriya ku Zaîm Hişman Alî hêj 17 salî bû, cezayê muebeda girankirî lê hatiye birîn. Di nûçeyê de hat gotin ku Zaîm Hişman Alî 13’ê cotmeha 2019’an dema êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Til Ebyadê de hat binçavkirin û di 8’ê mijdara 2019’an de anîn Tirkiyeyê û di 13’ê mijdara 2019’an de jî girtin. Di 26’ê hezîrana 2020’an de di celseyekê de cezayê muebeda girankirî lê birîn û destnîşankirin ku Dadgeha Îstînafê di 23’ê îlona 2020’an de û Dadgeha Bilind (Yargitay) jî di 16’ê sibata 2022’yan de cezayê Alî erê dikin.