Di 27’ê Mijdarê li girtîgehan greva birçîbûnê bi dirûşmeya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” hate destpêkirin. Çalakiya grevê mehek li pey xwe hişt. Hat ragihandin ku grevên dorveger wê heta 15’ê Sibatê bidomin. Têkildarî vê yekê girtiyên siyasî bi rêya malbatên xwe diyar dikin ku dibe ev dem were dirêjkirin û divê daxwazên wan bên pêkanîn. Hevseroka Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwar ên Marmarayê (MATUHAY-DER) Dîlek Demîr jî diyar kir ku rêveberên girtîgehê li dijî çalakvanên greva birçîbûnê zextê pêk tînin. Dîlek Demîr têkildarî greva birçîbûnê ya li girtîgehan, ji ANF’ê re axivî.
‘Biryardariya malbatan ji me re bû hêz’
Hevseroka MATUHAY-DER’ê Dîlek Demîr bi bîr xist ku ji bo piştgiriyê bidin çalakiya li girtîgehan, wan jî Nobeta Edaletê daye destpêkirin û wiha got: “Ev pêngav ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan girîng e. Bi rastî sekneke bi biryar a malbatan heye. Ev biryardariya malbatan ji bo me bû hêz û enerjî. Em jî biryardariya vê yekê didomînin. Daxwazên malbatan ev in, teqez divê ev daxwaz bên bicihanîn. Heta ku tên bicihanîn, wê ev nobet bidome. Daxwaz eşkere ye: Rakirina tecrîdê, azadiya fîzîkî û binpêkirinên mafan û şewitandinên înfazan ên li girtîgehan bi dawî bibin.”
‘Vîtamîn nayên dayîn ceza li girtiyan dibirin’
Dîlek Demîr qala rewşa girtiyên siyasî kir û got ku hin girtîgehên nû beşdarî çalakiyê bûne. Demîr ragihand ku rêveber zexta li ser girtiyan didomînin û ev tişt got: “Hefteya borî çalakî li 120 girtîgehan dewam dikir, êdî gihiştiye 122 girtîgehan. Di van 122 girtîgehan de greva birçîbûnê ya dorveger dewam dike. Li gorî agahiyên ku me ji malbatan wergirtî hevalên me yên ku li Tîpa S a Antalyayê, Tekîrdagê û Sîlîvriyê di greva birçîbûnê de, cezayê hucreya yekkesî li wan hatiye birîn. Wê 10 rojan di hucreya yekkesî de bimînin.
Girtiyan bi rêya malbatên xwe, ev tişt ji me re ragihandin: ‘Em ê çalakiya xwe heta 15’ê Sibatê bidomînin, lê eger daxwazên me neyên bicihanîn dibe ku ev dem dirêj bike. Her wiha em baş in û bi moral in lê hûn jî dengê me bidin bihîstin.’ Li aliyê din li gorî me agahî ji malbatên girtiyan wergirtî, vîtamînê nadin girtiyan. Hin girtiyên nexweş jî dest bi çalakiyê kirin. Helbet ev îradeya wan bi xwe ye, lê em naxwazin girtiyên nexweş tevlî çalakiyê bibin. Lê em ji îradeya wan re jî rêz digirin.”