Li Xalîse Aksoy ku cenazeyê kurê wê Agît Îpek di qutiyekê de bi rêya kargoyê radestî wê hatibû kirin, li ser îfadeyên îtîrafhat Umît Akbiyik bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 6 sal û 3 meh cezayê hefsê lê hate birîn. Li ser îfadeyên îtîrafkar Akbiyik, Xalîse Aksoy di 28ê Nîsana 2023yan de hatibû girtin û piştre hatibû berdan. Danişîna 7emîn a doza Xalîse Aksoyê li 10emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Xalîse Aksoy tev li danişînê nebû lê parêzerên wê Zeynep Karayilan û Necat Çîçek amade bûn.
Dozger, mutalaaya xwe pêşkeş kir û xwest Xalîse Aksoy bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” bê cezakirin.
Parêzer Zeynep Karayilan jî li dijî mutalaayê parastin kir û got ku ew tev li mutalaayê nabin. Zeynep Karayilan, diyar kir ku îfadeyên Akbiyik nabin delîlên şênber lewma divê îfadeyên wî esas neyên girtin. Zeynep Karayilan, got ku ji dadgeriyan bi biryarên xwe nîşan dane ku tu bawerî bi îfadeyên Akbiyik nameye û xwest miwekîla wî beraet bike.
Parêzer Necat Çîçek jî diyar kir ku divê hukm li gorî îfadeyên Akbiyik neyê dayin û gelek kesên ji ber îfadeyên wî dihatin darizandin beraet kirine. Çîçek, çendek ji van biryaran pêşkeşî dadgehê kir û daxwaza beraeta miwekîla xwe kir.
Şandeya dadgehê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 6 sal û 3 meh cezayê hefsê da Xalîse Aksoyê.