Zarokê bi navê Berkîn Elvan di sala 2013an de di dema berxwedana Geziyê de li Stenbolê bi guleya bombeya gazê ya polîsan hatibû qetilkirin. Der heqê dayika Berkîn Elvan, Gulsum Elvan û bavê wî Samî Elvan de bi îdiaya “heqaret li serokkmar kiriye” doz hatibû vekirin. Di dozê de biryar hate dayin. Dadgehê bi vê îdiayê salek û 2 meh cezayê girtîgehê da Samî Elvan û 11 meh û 20 roj cezayê girtîgehê jî da Gulsum Elvan. Cîbicîkirina biryarê hat taloqkirin.
Samî Elvan di danişînê de got “Di 11 salan de jiyana min guherî, hêj niha jî bêriya zarokê xwe dikim. Zarokê min êdî tune ye, ez vê biryarê ji wijdana we re dihêlim” û ji eywanê derket.
Rojnameger Fatoş Erdogan, anî ziman ku Samî Elvan dema ji eywanê derketî got: “Ez li derve me, polîsan bişînin û destên min kelemçe bikin, li benda we me.”