Der barê hevşaredara Dêrsîmê Bîrsen Orhan ku di 22yê mijdarê de qeyûm tayînê şûna wê hatibû kirin. Piştî tayînkirina qeyûman ji sê îdiayên cuda yên wekê ‘tevli meş û civînên li dijî cemawerî bûye’, ‘nehiştiye peywir bê kirin, berxwedaye’ û ‘tehrîkê sûc kiriye’ doz hatin vekirin. Runiştina duyemîn a Bîrsen Orhan li 2’emîn Dadgeha Ceza Asliye ya Tunceliyê hat dîtin. Parêzerên Bîrsen Orhan tevli runiştinê bûn.
Ji sê îdiayên cuda bi giştî 18 meh û 22 roj cezayê girtîgehê hat birîn.