21 NÎSAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Cezayê Disiplînê li rojnamevan Gulîstan Dursun birin

Rojnameger Gulîstan Dursun ji ber protestoya kuştina rojnamegeran hatibû girtin. Bi sedema ku qebûl nekir qerta “sûcdara terorê” bixe stûyê xwe, cezayê disiplînê lê hate birîn.

Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn di 19ê Kanûna 2024an de dema geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dişopandin, ji hêla dewleta tirk ve bi SÎHA’yan hatin qetilkirin. Rojnamegeran jî ji bo protestokirina qetilkirina rojnamegeran, di 21ê Kanûnê de li Beyoglû ya Stenbolê daxuyanî dan. Rojnameger Gulistan Dursun tevî 7 hempîşeyên xwe ji ber tevlibûna daxuyaniyê bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” hate girtin. Rojnameger Gulistan Dursun li Girtîgeha Marmarayê (Sîlîvrî) tê ragirtin û ji ber ku qebûl nekir qerta “sûcdara terorê” bixe stûyê xwe, cezayê disiplînê lê hate birîn.

Gulistan Dursun têkildarî mijarê bi rêya parêzerên xwe peyamek şand. Gulistan Dursun, diyar kir ku rêveberiya girtîgehê qerta “sûcdara terorê” daye wê û wê jî ev qert qebûl nekiriye. Gulistan Dursun, di peyama xwe de got ku ji ber qebûl nekiriye vê qertê bixe stûyê xwe, “cezayê disiplînê” lê hatiye birîn.

Hat zanîn ku Gulistan Dursun ev 3 roj in daxwaza rojnameyan dike lê jê re nayên dayin.