Platforma Saziyên Demokratîk, li Êlihê “Hevdîtina Aştî û Civaka Demokratîk” li dar xist. Hevdîtin, li eywaneke dawetan hat lidarxistin. Li eywanê posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyê li Îmraliyê hatiye kişandin û pankartên “Fikra azad, Rêberê azad, gelê azad”, “Serkeftin dê gelek li me bê” û “Ji bo çareseriya demokratîk rêya Rêbertiyê rêya aştiyê ye” hatin daliqandin. Nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û bi sedan welatî tev li hevdîtinê bûn. Çetîn Arkaş ku di sala 2015an de 9 mehan li Girtîgeha Îmraliyê hate ragirtin, aktîvîsta TJAyê Ayla Akat Ata û ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Sûzan Akîpa weke axêver tev li bûn. Axêver, li eywanê bi çepik, tililî û dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” hatin pêşwazîkirin.
Sûzan Akîpayê di civînê de got ku her çend hatin û çûnên Îmraliyê hebe jî parêzer niha jî nikarin bi dema dixwazin bi miwekîlên xwe re hevdîtinê bikin. Sûzan Akîpayê silavên Abdullah Ocalan ji gel re kir û got ku ev saleke dewletê hêj tu gav neavêtiye û ev tişt anî ziman: “Verasetkirineke zagonî nehat kirin. Heke biryarên DMMEyê bicih bînin, dê gelek kes bên berdan. Lê mixabin tu gavek nayê avêtin.”
Di berdewamê de Sûzan Akîpa got ku Abdullah Ocalan di hevdîtinan de got: “Ev pêvajo, ji têkoşîna ewil hêj bêhtir min kelecan dike. Em ji xwe bawer in, dê paşvegavê neavêjin.” Sûzan Akîpa got ku ji bo serkeftina pêvajoyê divê her kes heman kelecanê bijî û got: “Heke di vê pêvajoyê de bi rehetî bi Ocalan re hevdîtin bên kirin, wisa bawerim ku dê pêvajo pir zûtir biencam bibe.”
Ayla Akat Ata jî got ku rojeva wan a sereke çareseriya pirsgirêka Kurd e û Abdullah Ocalan ji bo vê dixebite. Ayla Akat Ata banga 27ê Sibatê, gavên PKKê bi bîr xist û got ku berpirsyartiya her kesî di pêvajoyê de heye û divê her kes vê berpirsyartiyê li xwe bigire. Ayla Akat Atayê da zanîn ku bi vê boneyê di nava xebatên TJAyê de ye û got: “Jinan her tim daxwaza azadiya Serok kirin.”
Çetîn Arkaş jî destnîşan kir ku heke pêvajo biser nekeve jî dê gelê Kurd dev ji têkoşîn, azadî û rûmeta xwe bernede û got: “Heke aştiyek bibe dê Rêber Apo girtî nebe û bi xwe jî dê li vir be.”
Di berdewamê de Arkaş anî ziman ku Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî di çarçoveya “dewletê” de tevdigere û got: “Bi rastî jî îro Tirkiye di bin xetereyeke demokratîk de ye. Em dizanin ku beşeke di nava dewletê de ev yek texmîn kirine. Devlet Bahçelî jî berdevkiya vê dike. Hevdîtinên bi Rêbertiyê re didomin lê divê ji vir şûnde êdî hinek tişt şênbertir bibin. Weke mînak, divê Rêbertî çalaktir tev li pêvajoyê bibe û kê bixwaze divê bikare pê re hevdîtinê bike. Ma dê dewlet derfeta vê nede? Ji hêla pêvajoyê ve jî bandorê li tevgera kurd dike. Li dijî dewletê bêbaweriyek heye. Yên ku divê baweriya gel çêbikin dewlet e. Me tu caran negot ji dewletê bawer bikin, ji vir şûnde rehet e. Em wisa nabêjin jî. Heke dewlet bixwaze gel jê bawer bike, divê gavên pêbawer biavêje. Em dixwazin vê pêvajoyê bi ser bixin. Ji bo vê dixebitin. Ji bo aştiyê pêdivî bi veguherîna zîhniyetê heye. Lê em dibînin ku ev zîhniyet hêj neguheriye.”
Di dema axaftina Arkaş de gelek caran dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin.
Piştî axaftinan, civîn ji çapemeniyê re girtî domiya. Civîn, piştî bersivandina pirsên welatiyan û guhdarîkirina pêşniyarên wan bi dawî bû.
