10 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Çeteyên Tirkiyeyê sivîlan qetil dikin

Li gorî dane û raporên ku SOHR rojane bi raya giştî re parve dike li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji destpêka 2024an heta 13ê Kanûnê balafirên bêmirov ên Tirkiyeyê 205 caran êrîş kirine û 102 kes kuştine

Di 11ê Kanûnê de li gorî gorî daneyên Navenda Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, balafirên şer ên bêmirov û biçek çar caran êrîşî gundê Teînah yê di navbera duriyana Karakozaqê û Sareenê ye kirine. Li gorî daneyên SOHRê hat zanîn ku balafirên şer êrîşî kamyona petrolê û maşineyek din kirine. Nehat zanîn ku ka kes mirine an na.

Di 10ê Kanûnê de; balafirên bêmirov û bi çek ên Tirk, êrîşî maleke li gundê Caîde yê Kobanê kir. Di êrîşê de 2 kes hatin kuştin. Di êrîşê de 2 jê zarok 4 kes birîndar bûn.  Di heman rojê de, balafirên bêmirov û bi çek ên Tirk li taxa Miştanurê ya Kobanê xistin. Nehat zanîn ku kuştî û birîndar hene an na.

Dîsa di heman rojê de Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li herêma Dirbêsiyê ya Hesekê balafirek şer a bêmirov û biçek xistin xwarê.

Di 9ê Kanûnê de balafirên bêmirov û biçek ên Tirk li duriyana Pira Qarguzek a di navbera Minbic û Kobanê de ye maşîneyek bombebaran kir. Di êrîşê de 11 kes hatin kuştin. Di heman rojê de; leşkerên tirk li Gundê Zarfan ê Rojhilatê Minbicê topbaran kir. Di encama topbaranê de 10 kesên sivîl hatin kuştin. Komên çekdar ku piştgiriyê ji Tirkiyeyê digirin, êrîşî xaniyên sivîlan kirin û malên sivîlan talan û weran kirin.

Di 9ê Kanûnê de Leşkerên Tirk di heman rojê de dîsa gundê Termî yê Kobanê jî tobparan kir û 2 kesên zarok kuştin. Di heman rojê de balafira bêmirov û bi çek a Tirk, li Çoltara Ebu Raseen a di navbera gundê Şurê Bakur û Şûrê Rojhilat de maşîneyek sivîlan bombebaran kir. Di êrîşê de welatiyek kuşt û 2 welatî jî birîndar kirin.

Dîsa balafirên bêmirov û biçek ên Tirk li gundê Tel Harmalê êrîşî welatiyan kir. Di êrîşê de sivilek hat kuştin û du sivîl jî birîndar bûn. Li aliyê din balafirên bêmirov û biçek ên Tirk êrîşî malek li gunde El-Mustariha yê Eyn Îsayê kir. Di êrîşê de 6 jê zarok 11 sivîl kuştin.

Li gorî daneyên SOHRê di sala 2024an de Tirkiyeyê bi balafirên şer ên bêmirov 205 caran êrîşî herêma Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kiriye. Di van 205 êrîşên hewayî de 102 kesan jiyana xwe ji dest dane. Di van êrîşan de dîsa 53 şervan bi giştî 79 sivîl birîndar bûne. Li gorî daneyan di êrîşan de 52 kes şervanên HSDê û 18 kes jî leşkerên rejîme bûn. Ji 102 kesên hatin kuştin zarok û jin jî di navde 32 kesên sivîl hatin kuştin.

Li gorî daneyan di 2024an be balafirên şer 142 caran êrîşi herêma Hasekê, 11 caran êrîşî herêma Reqayê û 52 caran jî êrîşî 52 Helebê kirine.