9 HEZÎRAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Çeteyên li Efrînê destûr nadin vegerê

Bi deh hezaran şêniyên Efrînê ji Şehbayê koçî Tebqa û Reqayê kirin. Di demsala zivistanê de rojên pir dijwar derbas kirin. Niha jî havîn li pêş wan e û bi gelek nexweşiyan re rû bi rû ne.  

Zêdetirî 16 hezar malbat piştî êrîşên HTŞê û komên çeteyan ji Şehbayê koçî Tebqa û Reqayê kirin. Koçberan demsala zivistanê di konan de di şertê dijwar de derbas kirin. Niha demsala havînê li peş wan e. Koçber ji ber derfetên kêm nikarin gelek pêdiviyên wxe yên jiyani pêşwazî bikin. Hêzên navdewletî jî li hemberî vê rewşê bêdeng e.

Endamê Meclîsa Gel a Demokratîk a Rêveberiya Xweser Parêzer Îmad Dawûdê anî ziman ku piştî şêniyên Şehbayê dîsa koç kirin ketin rewşeke xerab û got: “Dema em ji Şehbayê derketin û hatin Tebqa, Reqa û Cizîrê em ji Efrînê dûr ketin. Vê koçberiya duyemîn bandoreke mezin li ser zarok, kal û pîran kir. Niha li vir kar tune, debar tune. Mirovên vir nikarin tedawî bibin û nikarin xwe ji nexweşiyan biparêzin.”

Îmad Dawûdê bal kişand ser koçberkirina şêniyên Efrînê û wiha axivî: “Gelê Efrînê cara sêyemîn koçber dibe. Cara ewil dema çeteyan di 2013an de li Helebê êrişî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê kirin, bi hezaran malbat ji Helebê koçî Efrînê bûn. Di çileya 2018an de artêşa Tirkiyeyê êrişî Efrînê kir. Vê carê zêdetirî 300 hezar şêniyên Efrînê ji Efrînê koçî Şehbayê kir. Di 2024an de dema çeteyên girêdayî Tirkiye Ceyş El Hur û Ceyş El Vatanî êrişî Şehbayê kir, zêdetirî 16 hezar malbatan koç kir. Hinek ji wan çûn Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê û hin ji wan derbasî herêmên Rêveberiya Xweser bûn.”

Prz. Îmad Dawûd, da zanîn ku dema şêniyên Şehbayê koçî qada Rêveberiya Xweser kirin, tu amadekariya rêveberiya xweser tune bû û wiha pêde çû: “Ne kamp hebûn, ne nivîn û ne jî erzaq hebûn. Ji bo şêniyan amadekarî tune bûn. Piraniya welatiyan derbasî konan bûn. Lê konan têrê nedikir. Gelek malbat li dibistanan bi cih bûn. Her dibistanek 5-6 malbat lê bi cih dibûn. Betanî tune bûn. Sobe tune bûn. Zivistan bû. Ji neçarî malbat li van dibistanan bi cih bûn.  Av pir kêm bû. Ciyên serşokê kêm bûn. Ceyran tune bû. Gaz tune bû. Welatiyên Şehbayê bê kel û pel koç kirin û hatin. Tu malbatê alav û amûrên xwe yên pêdiviyên jiyanê bi xwe re neanîn.  Şêniyên Şehbayê gelek zahmetî dîtin. Gelek ji wan nexweş ketin.”

Nexweşî pir in lê derman tunene

Îmad Dawûdê bal kişand ser pêdiviyên koçberan û wiha pêde çû: “Pêdivî zêde bûn. Lê amûrên pêdiviyê tunebûn. Alavên ku dihatin bi rêk û pêk nedihatin belavkirin. Me li vir di aliyê tenduristiyê de gelek zahmetî jiya. Gelek caran derman tune bûn.  Piştî biryara Emerîkayê şîrketên îlacan alîkariya ji ser koçberên Tebqa, Reqa û Cizîrê dan sekinandin. Ji sedî 60 alîkarî dan rawestandin. Piştî koçberiyê gelek şêniyên Şehbayê berê xwe dan Tebqa, Reqa, Hesekê, Qamişlo û Dêrikê. Nêzî 10 hezar malbat derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûn. Piranî şênî li kampan di çadiran de diijîn.”

Îmad Dawûd li ser hewldanên vegera şêniyên Efrînê ku koçber bûne jî rawestiya û wiha axivî: “Şêniyên Efrînê 7 salan ji bo dîsa vegerin warê xwe Efrînê li ber xwe dan. 7 salan li Şehbayê li ber xwe dan. Piştî HTŞê dest danî ser Şamê, general Mazlum Ebdî û Serokê HTŞê hin peyman îmze kirin da ku gel dîsa vegere warê xwe. Vê yekê bandoreke mezin li ser gel çêkir. Bi taybetî gelê Efrînê digot lihevkirineke siyasî çêbibe dê dîsa karibin vegerin warê xwe. Piştî peymanê divê zagonên ku mafan diparêzin bên amadekirin. Ji bo parastina mafên Kurdan Rêveberiya Xweser bi Şamê re di nava hewldanan de ye. Rêvberiya Xweser ji bo tifaqê komîsyon ava kirin. Divê ev maf bi zagonan bên parastin. Divê çeteyên wekî Ceyş El Vatanî ku gelek komkujî pêk anîn, ji Efrînê derkevin ku gel karibe dîsa vegere warên xwe.

Yên çûne Efrînê jî niha gelek zor û zahmetî dijîn. Pêdiviyên jiyanê ji ser gel qut kirine.”

Îmad Dawûdê herî dawî bal kişand ser bêdengiya Neteweyên Yekbîyî û Welatên Ewropayê û got: “Gelê Şehbayê pir zor û zahmetiyan dijî. 16 hezar malbatan koç kir. Lê hêzên navdewletî li hemberî vê yekê bêdeng in. Rewşa vegera wan niqaş nakin. Lê heta îro hîn li Efrînê çete hene. Hîn biryarên talankirin û wêrankirinê hene. Hîn destûr nadin welatî vegerin warên xwe. Ev yek hêzê dide komên çeteyan. Kes hesab ji komên çeteyan napirse. Saziyên mafên mirovan dema mijar dibe Kurd bêdeng dimînin. Em hevî dikin ku dengê gelê Efrînê derkeve û gel bê parastin.”