19 TEBAX 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Çeteyên DAIŞê 150 carî êriş pêk aniye!

Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê diyar kir ku DAIŞê ji serê salal 2025an heta niha nêzî 150 êriş li ser navendên leşkerî û ewlehiyê kirine û 6 endamên wan di van êrişan de ji dest dane.

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Ebdulkerîm Iweyid Fendî El Iweyid têkildarî êrişên dawî yên DAIŞê yên li ser Dêrazorê ji ANHAyê re axivî. El Iweyd destnîşan kir ku ji destpêka salê ve şaneyên DAIŞ´ê bi rêbazên nû êrişî hêzên wan ên li gundewarên Dêrazorê dikin û di êrişan de noqteyên ewlehiyê, binesazî û sivîl hedef tên girtin.

El Iweyid, diyar kir ku DAIŞ ji tevliheviya piştî hilweşîna rejîmê sûd digire û got: “Di van êrişan de taktîkên xwe guhertine. Çeteyan zêde dike. DAIŞê ji mijûlbûna me ya bi êrişên dewleta tirk re sûd girt, xwe komî ser hev kir û êrişên xwe zêde kir. Herêma Dêrazorê berfireh û çolistan e. Li her du beravên çemê Firatê dexil heye. Lewma ji bo şaneyan, stargeh e û dikare serbest dûrî çavan tev bigere. Gelek aliyên ku ji herêmên din hatine û çem derbas kirine, êriş hêzên me dikin.”

Bi domdarî El Iweyid da zanîn ku di 14ê Tebaxê dema komeke hêzên wan li Xiranîjê navendeke tenduristiyê diparast, rastî êrişa DAIŞyan hatiye û ev tişt anî ziman: “Me gelek êrişkar girtin û lêpirsîn da destpêkirin. Me herêma çete ji wir êrişan dikin tespit kir. Piştre hêzên me operasyon kir û şer derket. Di êrişê de êrişkarek hate kuştin û 3 jî birîndar bûn. Roja din jî hêzên me tevî YPJ’ê operasyoneke berfireh li dar xist. Di wê operasyonê de me 4 hevalên xwe yên hatin revandin rizgar kir û 12 gumanbarên DAIŞê jî girt. Her wiha gelek cebilxane hate desteserkirin.”

Li Dêrazorê 150 êrişên DAIŞê çêbûn

El Iweyid, da zanîn ku ji destpêka sala 2025an heta niha tenê li herêma Dêrazorê 150 êrişên DAIŞê li dijî hêzên wan çêbûne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Meha bere 10 êriş kirin û 6 şervanên me şehîd bûn. Operasyonên me didomin. Di van operasyonan de gelek şane hatin tunekirin. Em ê nehêlin DAIŞ ji rewşa heyî sûdê bigire.”