Dewleta Tirk û komên çete yên girêdayî wê bi navê Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê (SMO) bi rojan e êrîşî herêma Bendava Tişrînê dikin. Çeteyên SMO yên Dewleta Tirk ji bejahiyê ve êrîşên dagirkeriyê pêk tînin û Dewleta Tirk a dagirker jî bi balafirên bêmirov ji hewayê êrîşên dagirkeriyê pêk tînin. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û YPJê bersivên tund didin êrîşan. Heta niha Dewleta Tirk û çeteyên wê li ser Bendava Tişrînê tu pêşketinekê bi dest nexistine. Di encama bersivdayîna bi bandor û xurt a hêzên HSD û YPJê de zêdeyî 100 çete hatin kuştin.
Nasnameya Parastina Demkî ya Walîtiya Hatayê ya Wezareta Karên Hundir a Tirk li ser çeteyê bi navê Melîk Erabî yê hat kuştin hat dîtin. Çeteyê Dewleta Tirk ê bi navê Melîk Erabî bi vê nasnameya di bêrîka xwe de beşdarî êrîşên dagirkeriyê yên Dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bendava Tişrînê bû. Çete di pevçûnên îro danê êvarê de ji hêla hêzên HSDê ve hat kuştin û cenazeyê wî kete destê şervanên HSDê.
Di lêgerîna ser çete de hat dîtin ku ew li Tirkiyeyê maye. Bi vê belgeyê careke din derket holê ku bê Dewleta Tirk a dagirker çawa çeteyan diparêze û xwedî dike.
Belgeya Wezareta Karên Hundir a Komara Tirkiyeyê yê li ser çeteyê bi navê Melîk Erabî wîha ne.