21 ÇILE 2026

Gösterilecek bir içerik yok

Çeteyan li Reqayê serê 2 jinan jêkirin

Hikûmeta Demkî ya Şamê îro peymaneke agirbest ragihand. Lê tevî agirbestê jî êrişên çeteyên HTŞ û SMOyê li ser Reqayê didomin. Hat ragihandin ku çeteyan serê 2 jinan jêkirine. Çavkaniyên HSDê daxuyandin ku şervanên wan bersiva çeteyan didin.

Tevî daxuyaniya agirbestê ya hikûmeta demkî ya Şamê jî çeteyên HTŞ û SMOyê li dijî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomînin. Çeteyên HTŞ û SMOyê li Reqayê li dijî gelê kurd komkujiyan pêk tînin. Tê gotin ku çete li bajêr înfazan dikin û li çaxerêya El Neamê de serê 2 jinên navê wan nehat zanîn jêkirine.

Li gorî çavkaniyên ewlehiyê yên HSDê niha li gelek deveran êrişên komên çeteyan berdewam dikin. Rayedarên leşkerî anîn ziman ku çete êrişî wargehên sivilan û hêzên wan dikin û HSD bi tundî bersiva van êrişan dide.