12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çeteyan li Efrînê 4 ciwan revandin

Li gorî çavkaniyên ji kantona Efrînê ya dagirkirî, çeteyên Polîsên Leşkerî û Semerqend ên girêdayî dewleta tirk, 4 ciwan ji gundê Hikîçê yê navçeya Şiyê revandin.

Navên ciwanan wiha ne; Şêrhat Zaîm Hesen (28) ku ji malbata Dalo ye, Ridwan Reşîd Miho (30), Ebdulqadir Reşîd Hesen (32) û Ziyad Arif Miho (34).

Heman çavkaniyan da zanîn ku çeteyên Polîsên Leşkerî ciwan birine girtîgeheke xwe ya li Efrînê.

Her wiha çavkaniyan destnîşan kir ku Şêrhat Zaîm Hesen beriya vê ji aliyê çeteyên Sad Bin Ebî Weqas ve di 17’ê  tebaxê 2021’ê de hatibû revandin û piştre li beramber fîdyeyê serbest hatibû berdan.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê