Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê bi raporekê bîlançoya meha Tîrmehê ya sûcên li Efrînê têne kirin, aşkera kir. Rêxistinê ragihand ku dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê di meha Tîrmehê de 2 jin û 2 mêr qetil kirine, 3 kes birîndar kirine, îşkence li jinekê û 2 mêran kiriye û zêdetirî 40 kes revandine ku 2 jê zarok in.
Rêxistinê diyar kir ku artêşa dagirker û çeteyan bi hincetên cuda xerac ji 2 kesan standinye û bi hinceta diziyê jî malek şewitandiye.
Têkildarî qirkirina xwezayê jî hate gotin ku zêdetirî hezar û 900 dar birîne û 572 hektar daristan şewitandine.