Komên çete yên di kontrola dewleta tirk de, li aliyekî Efrînê talan û wêran dikin, li aliyê din xwezaya wê dişewitînin. Çiyayên Efrîn a dagirkirî hefteyeke bi destê çeteyên tirk tê şewitandin. Qadeke ji 230 hektar a navbera gundên Elbîsek û Bilîlko, Adma, Meydan Akbis û Jela ku li derdora wê bi hezaran darên zeytûn, hejîr û tirî hene, yên il navçeya Racoyê, di 23, 24, 25’ê tîrmehê de ji aliyê çeteyên dewleta tirk ve hate şewitandin.
Çavkaniyên herêmî ragihandin ku koma çete ya dewleta tirk a bi navê ‘Hêza hevpar a Firqeya Sultan silêman Şah, Firqeya El Emşat û El Hemzat’ li bejahiya gundên El Mezra, Marseka, Şawarxa, Meryemîn, Anab û Şaranê rojane bi 20 wesayitên pîkap darên li herêmê dibirin û dibin. Heman komên çete beriya 10 rojan nêzî 200 darên zeytûnê yên li başûrê gundê Qatmayê birîn.
Endamê rêveberiya Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê Îbrahîm Şêxo derbarê mijarê de agahî da. Îbrahîm Şêxo diyar kir ku li Efrîn a dagirkirî daristan bi rêk û pêk têne şewitandin.
Îbrahîm Şêxo anî ziman ku 15 roj in her cihekî ji erdnîgariya Efrînê ji aliyê çeteyan ve têne şewitandin û diyar kir ku ev yek di bin ferman û çavdêriya îstîxbarata dewleta tirk de tê kirin. Îbrahîm Şêxo her wiha ragihand ku li gorî agahiyên ji herêmê hatine wergirtin, li herêmê qadeke çêkirina komirê ji bo çeteyên Firqeya Hemzat û Firqeya Sultan Silêman Şah hatiye çêkirin. Rêveberê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê destnîşan kir ku ev kiryarên hêzên dewleta Tirk ji bo xalîkirina Efrînê ya ji mirovan tê kirin.