12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çete hêza lojîstîk ji Tirkiyeyê digirin

Gerînendeyê Saziyên Kurdên Sînornenas Kadar Pîrê anî zimên ku ji 50 welatan çete hatine li axa Sûriyeyê bi cih bûne û got: “Çeteyên li Idlibê hêza çekan û lojîstîkê ji Tirkiyeyê digirin û derbasî herêmên din dibin. Li pişt komên çeteyan Tirkiye heye.”

Şerê li Rojhilata Navîn zêde dibe. Li aliyekî şerê Israil û Hamasê, li aliyekî şerê Rûsya û Ukrayna, li aliyê din şerê ku komên çeteyan li dijî gelan bi pêş dixe didome. Di hefteyên vê dawiyê de Heyet Tehrir El Şam (HTŞ) ku kok û hêza  xwe ji El Kaide û El Nusra/DAIŞê digire gelek tax û gundên Helebê û Hemayê bi dest xistin. Şerê HTŞê yê li Heleb, Hema û herêmê didome. Ji ber êrîşên komên çeteyan ên girêdayî Tirkiyeyê û HTŞê koçberên Şehba û Til Riftahê careke din koç kirin û derbasî Tebqa û Reqayê bûn. Ji ber êrîşên çeteyan ên li herêmê dîsa bi deh hezaran kes koçber bûn û şer belav dibe. Gerînendeyê Saziyên Kurdên Sînornenas Kadar Pîrê derbarê geşedanên li Bakur û Rojhilatên Sûriyeyê de pirsên me bersivandin.

Ev çeteyên li herême kî ne, ji ku hatine û bi piştgiriya kê van êrîşan pêk tînin?

Ev çeteyên ku li Idlibê bûn û bi navê Cebet El Nusra tên naskirin û berdewamaEl Qaîdeyê ye. Her demê carekê navê xwe diguherînin. Lê di bingeha xwe de heman çete ne. Piraniya van çeteyan jî ne ji gelên Sûriyeyê ne. uygur, sînnî, turkistanî, ne, ozbek. tacik û şîşan in. Ji hemû welatan hatine. Ji zêdetirî 50 welatan hatine li ser axa Sûriyeyê û di nava çeteyên Eniya El Nûsra de bi cih bûne. Piraniya wan jî berê li Afganîstanî şer kirine. Li gelek cihên din li bin sîwana El Kaîdeyê kirine. Yek ji Serokê wan Ebu Muhammed el-Cevlanî ye. Berê di hepse pergala desthilatdar de bû. Piştî vê meseleya Sûriyeyê, ku em dikarin bibêjin anku Şoreşa  Sûriyeyê û Bihara Ereban pergalê ev kes û yên wek wî ji hefsên xwe derxistin û xwestin tevliheviyê bikin. Xwest bibêje ku kes li dijî pergala min tune ye, pergal tenê şerê çeteyan dike.

Eniya El Nusra hêz û piştgiriya xwe ji kê digire?

Eniya El Nûsra li ldibê xwe bi hêz, piştgirî û têkiliyên Dewleta Tirk xwe li ser piyan dihêle. Li dor kampên leşkerên tirkan ên li Idlibê çeteyên Eniya El Nusra hene. Leşkerên tirk wan diparêzin. Lojîstîka xwe bi temamî ji Tirkiyeyê digirin. Hemû rêyên li dora El Nûsrayê girtî ne. Tenê reya Tirkiyeyê li ser wan vekirî ye. Her tişt ji aliyê Tirkiyeyê derbasî aliyê El Nusrayê dibe. Her tişt serbest e. Aliyê leşkerî û ev çeteyên ku berê ji Ewropayê dihatin Tirkiyeyê û diçûn tev li DAIŞê dibûn. Gelek ji wan niha tên Tirkiyeyê û diçin tev li Eniya El Nusra dibin. Hemû di rêya Tirkiyeyê re derbasî nava El Nusra dibin. Ev yek ne angaşt in. Ev hemû li ber çavan e û aşkera ye. Ev hemû bi belge, dîmen û video ne. Tirkiye bi rengekî aşkera piştgiriya wan dike. Tirkiye di civînên Socî û Astanayê de li ser navê wan dan û stendin dikir. Di van civînan de li ser navê wan biryar digirtin. Disa çeteyên ku piştgiriya xwe ji Tirkiyeyê digirin Hemzat, Emşat in ku ew jî her rojê navekî li xwe dikin. Xaleke zêde ku mirov balê bikişîne ser, Eniya El Nusra, Heyet Tehrîr El Şam û dîsa kesên li Serêkaniyê navê xwe guhertine li cem tirkan wekî kesên terorîst têne naskirin. Tiştê ku îro bi pêş dikeve wan bi serê xwe ev plan nekiriye. Plan, plana dewleta tirk bû.

Çima û ji bo çi plana Tirk bû?

Tirk û rûsan bi hevre ev êrîş plan kirin. Beriya van bûyeran dema liv û tevgerek bi pêş diket, balafirên Rûsyayê leşker, sivîl çete çi dibû dida ber xwe û bombe dikir. Li Idlibê erd dişewitand. Xuya dike ku bi mehan amadekariya vê meseleyê hatiye kirin û destê Dewleta Tirk tê de heye. Çekên nû di destê El Nusra de tune bûn. Ew çek û teknîka niha ne pêkan e ku wan li cem xwe ava kiribe. Ev droneyên ku gihiştine destê El Nusra ji Ukrayna bi riya Tirkiyeyê gihiştin destê wan. Hem jî Tirkiyeyê bi xwe ev çek û drone dane wan. Li ser El Nusrayê di navbera Tirkiye û Rûsyayê de tifaqek heye. Plan û lîstika wan li ser Îranê bû. Dixwestin bi piştgiriya Israîlê hin tiştan bikin. Di meha dawiyê de ji Israîlê bi rêya Tirkieyeyê gelek tişt gihiştin destê El Nusrayê. Plan dikirin ku Îranê bêbandor bikin. Jixwe Esad bêdeng e. Rûsyayê temaşe kir. Niha hinek herêm û qadan topbaran dikin. Lê ev der ne nêzîkî çeteyên girêdayî Hemayê ne. Di hundirê Idlibê de çeteyên ku Rûs dixwazin ji wan xelas bibe tên bombekirin. Mixabin Rûs li Sûriyeyê cara duyemîn hem bêbextiyê li kurdan dikin, hem jî kurdan dixapînin. Rûsya ji bo berjewendiyên xwe têkiliyan bi Tirkiyeyê de bi pêş dike. Rê û deriyê Rûsyayê yê bi cîhanê re tenê tirk in. Ji ber vê yekê Tirkiyeyê jî berjewendiyên xwe dispêre Rûsyayê.

Hêzên din ên wekî Amerîka û Koalîsyonê çiqas agahdar in?

Hêzên din wekî Amerîka û hêza koalîsyonê, wan wek terorîst nas dikin. Lê ne wekî xetek sereke ye. Ji ber ku Israîl di nava meseleye de bû Amerîka ji bo wê bêdeng maye.Vê dawiyê hate gotin ku Amerîkayê ji HSDê re gotiye ‘Dûrî vê meseleyê bisekinin. Ev ne şere we ye. Divê hûn xwe dûr bixin.’  Niha piştî vê plana Rûsyayê, hem ji rejîma Sûriyeyê, hem jî ji aliyê tirkan ve gelek çek ketin destê El Nusrayê. Ek Nûsra dikars bi van çek, tang û hêza ku ketiye destê wê şereki mezin li dijî rejîmê pêk bînin. Çekên ku ketine destê El Nusrayê wekî meseleya çekên ku li Mûsilê ketine destê DAIŞê ye. Çawa ku DAIŞ ket Mûsilê û li Mûsilê çek bi dest xistin, niha li Helebê jî heman tiştî xwe dubare kir. Heman çîrokê li  Helebê xwe dubare kir.

Meseleya dalîqandina ala tirkan a li ser keleha Helebê tê çi wateyê? Hûn vê çawa şirove dikin?

Meseleya ala tirkan a li ser keleha Selehatîn Eyûbî ya Helebê hatiye daliqandin plana Tirkiyeyê ya demdirêj e. Kesên li dor kelehê axivîn, kesên uygur, tacik, tirkmen hemû çeteyên ku ji welatên cîhanê hatine, bang kirin û gotin: ‘Vaye me Heleb rizgar kir.” Kesên wêne û dîmenên xwe li pêş kelehê girtin aşkera gotin:  ‘Me Heleb dîsa paş ve stend. Ev der welatê me ye, axa me ye.” Ev yek li ser medyaya tijîtal a Tirkiyeyê jî belav bû. Digotin Heleb bajarê 82an ê Tirkiyeyê ye. Sê rojan ala xwe lê rakirin. Gotin Heleb bi Tirkiyeyê ve hatiye girêdan. Gotin Heleb wekî bajar ji Rejîma Sûriyeyê qut kirine û pare jî kirine lîrayê tirkan. Ev projeya Mîsak-î Mîlî bû. Tirkan digot “Heleb a me bû. Em di Mîsakî Mîllî de hatin xapandin.” Heta digotin ku “Mûsil û Kerkuk axa me û warê me ye.” Ji xwe serokê MHPê Dewlet Bahçelî jî digot “Heleb Stenbol e. Heleb Enqere ye.” Ev li cem plan û pergala Tirkiyeyê ne tiştekî veşartî ye. Ev plan plana 14 salan e. Ji wezîrê dewletê bigire heta wezîrê şer tev nexşeya ku seranserî xeta sînor di erdnîgariya Tirkiyeyê de nîşan dike, didin pişt xwe.

Têkiliya çeteyen El Ceyş Vatanî û Tirkiyeyê çiye? Tirkiye planek çawa dike? 

Çeteya El Ceyş Vatanî, bi rastî çeteya Tirkan e. Çekên wan ên Tirkiyeyê ne. Perwerdehiya wan û zimanê wan bi tirkî ye. Daxwazên wan daxwazên Dewleta Tirk in. Wan tu carî berê xwe nedaye rejîmê. Tenê armanca wan jiholêrakirina gelê kurd e. Çima armanca wan li ser Tel Rifhat û Herêma Şehba bû? Ji ber ku dewleta tirkan dixwest plana guhertina demografiyê li vê herêmê têxin meriyetê. Dixwestin vê planê li Efrînê bi ruh bike. Dixwest ji sedî sed têxin kontrola xwe û gelê Efrînê êdî nikaribe vegere ser axa xwe. Nêzî 300 hezar kesan ji xelkê Efrînê koçî kampa Şehbayê kiribûn û li vir bi cih bûbûn. Lê Tirkan ev kamp ji bo xwe wekî kelemekî dît. Her tim ditirsiyan ku rojekê şêniyên Efrînê ku li Şehbayê bi cih bûne dîsa li axa xwe vegerin. Ji ber vê yekê Tirkiyeyê her tim armanc kir ku penaberên Efrînê ku li Şehbayê bi cih bûne dîsa penaber bike û ji cihê wan derxine. Mixabin vê carê daxwaza dewleta tirk bi cih hat. Şêniyên Şehbayê dîsa ji ber êrîşên çeteyên Hemzat û Emşat, koçber bûn. Serokê wan di listeya reş de bû. Hevala me Hevrîn Xelef ji aliyê wî ve hat kuştin. Îspat bû ku di dadgehan de di lîsteya reş de ye. Ev kes li cem Amerîka, Koalîsyon û welatên Ewropa talûke bû. Lê mixabin van bêyî Dewleta Tirk tu tiştî nakin. Li ser berjewendiyên Dewleta Tirk tevdigerin. Bi koçkirina şêniyen Şehbayê daxwaza tirkan pêk hat. Dewleta Tirk her tim vegera gelê Efrînê ji bo xwe talûke dît. Berê 16 welatiyên me li wê herêmê ji aliyê van çeteyan ve hatin serjêkirin. Dîsa gelek welatî bi destê van çeteyan hatin windakirin. Gelek welatî li Gundê Dêr Cemal ji aliyê van çeteyan ve hatin windakirin. Van çeteyan telefonên welatiyan ji destê wan girtine û bi rêya telefonên wan peyamê ji malbatan re dişînin û gefan li malbatan dixwin. Dibêjin me ew kuştin. Li Efrînê rewşek xerab heye. Bi van kiryarên xwe tirsekê çêdikin ku xelkê Efrînê dîsa li axa xwe û warê xwe venegere. Gelek kes hê li wir winda ne. Me di gelek dîmenan de dît ku van çeteyan çawa êrîşî xelkê me yê Efrîn, Şehba, Şêxmeqsûdê kir.

Piştî van êrîşan guhertinên çawa li Sûriyeyê bi pêş ketin?

Piştî van êrîşan hinek guhertin çêbûn. Listîk hat guhertin. Erdogan berê gelek caran tika kir ku Esad li gel wî rûne. Lê îro ji ber rewş hat guhertin, li ser zexta Rûsan Esad dê mecbûr bibe li gel wî rûne. Niha Tirkiye dixwaze rûyê reş ê wan çeteyan spî bike. Wekî ku ev çete hatine guhertin nîşan didin. Wekî ku êdî ne çete ne û ne endamên El Kaîdeyî ne nîşan didin. Lê ew çawa bikin jî bingeh û bîrdoziya van kesan li ser çetebûnê ava bûye. Ji xeynî xwe tu kesî qebûl nakin. Her kesî gawir (nemisilman) dibînin. Ji bo wan kuştina kesên nemisilman jî rewa ye. Li gor wan divê kesên gawir bên kuştin. Lê mixabin îro bi taybet û hemû alem li dijî vê rewşê bêdeng e. Ingîliz van kesan bi kar tînin û dixwazin rûyê wan spî bikin û bêsûc nîşan bidin. Van çeteyan ne tenê li Sûriyeyê li her welatî bi kar tînin. Bi pêşketina van çeteyan zerarek pir mezin li gelê Sûriyeyê bû. Me digot çareseriya Sûriyeyê nêzîk bûye. Lê xuya dike ku em dîsa li 10 salên berê vegeriyan. Dîsa mirov ji ber nasnameya xwe tên kuştin. Me wekî kurd, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Sûriyeya Demokratîk xwe ji wan parast. Lê mixabin vê carê parastina me koçkirina miletê me bû. Ji bo parastinê miletê hem ji Helebê û hem jî ji Şehbayê koç kir. Zerarek mezin çêbû. Ji bo parastinê bedelek mezin dan. Ji bo em bi xizara herî kêm miletê xwe biparêzin me cihê miletê xwe guhert.

Hûn hêza parastinê ji ku digirin?

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) 14 salan heta astekê ev milet parast. Heta astekê gel parast. Hê gelek kes şaş dimînin û dibêjin “Van çawa dikaribûn şerê DAIŞê bikin. Çawa dikaribûn xwe biparêzin û saziyên xwe ava bikin. Çawa dikaribûn DAIŞê tune bikin.” Lê em xwedî fikr û bawerî ne. Xelasiya gelê Sûriyeyê bi projeya Sûriyeya Demokratîk, Neteweya Demokratîk û Xweseriya Demokratîk e. Em bang dikin ku divê ji aliyê dan û stendinê ve, ji aliyê dialogê ve xeta sor li cem me tune be. Divê em hesasiyeta gelan li ber çavan bigirin û li gor wê tev bigerin. Divê bi her kesî re dan û stendin hebe. Divê em li ser esasê parastina gelê xwe tev bigerin û me karibin bi her kesî re dan û stendinê bikin. Di çend rojên dawî de gelek tişt hatin guhertin. Plan hê gelek zelal nebûye.. Baweriya me bi hêz û siyesatetmedarê me xurt e. Baweriya me bi fikra me zêde ye. Em bawer in dê ji bo gelê kurd û gelên li Sûriyeyê dê encamek baş pêk bê.