Payîz ne tenê demsalek e; ew veguherînek, hesabpirsînek, ji nû ve avakirinek e. Li aliyekî nîşaneyên mirin an jî bi dawîbûna jiyanekê ye, li aliyê din jî amedehiya jiyaneke nû ye. Pelên daran ên hildiweşin xwarê, çinîna zeviyan û bi heman awayî çandiniya erd û zeviyan, dengê baskên çûkên koçber ên qulingan û her wekî din, hemû jî nîşaneyên rîtma jiyanê ne. Belê ev demsalek e. Guhrîna avhewayê ye. Dawî û destpêka xwezayê ye. Dema ku xweza çerxa xwe temam dike, civak amadekariyên xwe dikin: ji bo zivistanê, sermayê û birçîbûnê, lê di heman demê de ji bo jiyana bihevre, parvekirinê û hevgirtinê jî.
Li gund û bejahiya ji derveyî bajaran mirov çerxa xwezayê baştir dibîne û hîs dike. Li xwezayê mirov guherîna her saetê ferq dike. Bi taybetî jî saetên serê sibehê reng, hîs û bêhna xwezayê bêhtir xuya dibin. Gundî û karker li nav bax û bexçeyên xwe bermahiyên dawî berhev dikin û zeviyên xwe ji bo hilberîneke nû amade dikin. Her kes xwedî mijûliyek e û heman pirs di hişê wan de ye: “Em ê çawa vê zivistanê bijîn?” Yan jî zivistaneke çawa li pêşiya me ye. Belê payîz demsaleke gelekî girîng e. Bi giştî ji bo tevahiya xwezayê û bi taybetî jî ji bo mirov zindîwarên din gelekî girîng e. Lewra demsala tê zivistan e û gelekî dijwar e. Hem ji bo mirovan hem jî ji bo her cure zindîwarî ev derbasdar e. Lewra amadekarî ji bo jiyanek nû ye. Heke amadekariyeke baş tune be, ji bo zindîwaran xeteriyeke mezin e, dawiya jiyanê ye!
Ji zeviyê ber bi civakê ve
Bi taybetî bi destpêkirina mehên payîzê re di jiyana gundan de keda kolektîf zêdetir derdikeve pêş. Çandina zeviyan, hilanîna berheman, amadekirina êmên sewalan û her wiha qûtê salê yê civakê hemû bi hev re têne kirin. Cîran alîkariya hev dikin; “îmece” an jî “palûte”(xebata kolektîf) ji nû ve tê vejandin. Bi hev re amadekariyeke mezin ji bo sala bê û derbaskirina mehên zivistanê dikin.
Li gundan bi taybetî jin bi hev re amadekariyên zivistanê dikin: bacanên sor, bacanên reş, îsot, kundir û hwd. hişk dikin. Dîsa bi hev re tirşiyê çêdikin û danê savar dukutin, şehriyeyan ba didin, gelek kar û xebatên din bi hev re dikin. Belê ev ne tenê debara jiyanê ye; ew rîtuelek civakî ye. Sifreyên hevbeş têne danîn, çîrok têne vegotin, dostanî û jiyana komunal tê vejandin.
Keda jinan
Amadekariyên payîzê pir caran bi keda jinan ve girêdayî ne. Ji rêsandina hiriyê bigire heta dirûtina cilên zivistanê, karên bêhejmar di destên wan re derbas dibin. Li deverên gundan, jin mîmarên bêdeng ên hevgirtina civakî ne.
Lê belê, ev keda nedîtî pir caran bê nirxê aborî ye. Jin di navenda hem hilberînê û hem jî zayînê de ne (ango, parastina jiyanê). Rewşek wisa di jiyana bajarî ya nûjen de jî heye: modaya payîzê, guhertina cil û bergan û rêziknameyên malê pir caran ji hêla keda jinan ve bi pêş dikevin.
Cil û zivistan
Hatina payîzê mirov bi guherîna cilên mirovan jî ferq dike. Payîz jî xwe bi cil û bergan dide xuyakirin lewra ji cilên rengîn êdî ber bi rengên girtî ve diçe; rengên qehweyî, xerdel û xemrî dikevin jiyana me. Qumaşên stûr, şalên hirî û sweterên bi destan hatine çêkirin derdikevin holê. Ev amadekariyeke zivistanî ye. Laşê mirov bi heman rîtmê wekî xwezayê tevdigere: hêdî dibe, xwe dipêçe, xwe vedişêre. Li gundan, cil û berg ne tenê pêdiviyek in; ew nîşanek çandê ye. Çakêtek paçkirî keda dayikê, evîna xwişkekê hildigire. Her dirûn, her têl beşek ji çîrokên civakî ye.
Li bajaran hatina payîzê
Ji bo niştecihên bajarî, payîz hestek bêrîkirinê, digel qutbûna ji xwezayê tîne. Bêhna baranê û darên zerbûyî kêliyek nostaljiyê tînin bîra mirov. Pelên ku li parkan têne berhevkirin di destên zarokan de dibin lîstok. Lê di heman demê de ji bo xizanên bajarî demsalek dijwar e: bihayên xaza xwezayî, bihayê sotemeniyê, zehmetiyên debara jiyanê, di ser de ji bo hatina zivistanê nebûna cil û bergên xizanan, rewşa wan a jiyanê zehmettir dike. Li gorî meh û demsalên din di nav civakê de pêdiviya ku herî zêde destekdayîna hev a civakê ye di serdema payîzê de.
Rîtma xwezayê
Payîz demsalek e ku xweza bêhna xwe dide. Weşîna pelên dar û nebatan, di bingeha xwe de, diyariyek ji bo erdê ye. Her pelek dikeve qatek nû ya jiyanê di axê de dihêle. Ax ji bo bêhnvedanê amade dibe; serdemek dest pê dike ku herikîna avê hêdî dibe, hewa sar dibe û berê bayê diguhere.
Zevî tên cotkirin. Hin zevî tên çandin û hin ji wan jî ji bo bêhnvedanê tên hiştin. Ev kar ne tenê li ser hilberînê ye, di heman demê de rîtuelek di navbera mirov û xwezayê de ye. Di demsala payîzê de gundî û cotkar lazim e hesabê xwe baş bikin. Ji bo mirov dikaribe jiyana xwe û sewalên ku bi wan re dijîn bidomîne pêwîst e hesabê xwezayê baş bike. Divê bi hesas nêzî xwezayê bibe, pêdiviyên xwezayê bi cih bîne ku xweza jî mirov û zindîwarên din têr bike.
Sewal û koçberî
Bi hatina payîzê re koçberiyeke çûkan jî çêdibe. Ji hin çûkên ku nikarin di şert û mercên zivistanê de bijîn payîzê re berê xwe didin cih û warên germ. Ango payîz dibe despêka koça çûkan. Hin caran ew asîmanê şîn bi refên mezin ên çûkên koçber dixemilin. Ew koçberiya çûkan li asîmanan dîmenekî gelekî xweş derdixe holê. Wekî reqsa çûkan li asîmanan xuya dibe. Her mirove ku temaşe dike ji ber ew dîmenê bi heybet afirandiye bi nêrîneke heyranî li çûkan temaşe dikin. Lewra ew çûkên koçber dîmenek herî heybet ê vê demsala payîzê pêşkêş dikin. Her lêdana baskekî ji jiyan, cih û warên nû ne.
Li aliyê din ne tenê koça çûkan a li asîman li erdê jî tevger heye: jîjo ji bo zivistanê kunên xwe tijî xwarin dikin. Sihorîk gûzên xwe yên dawîn berhev dikin. Rovî di bêdengiya şevan de nêçîrê dikin. Her çend xweza ji mirovan serbixwe xuya bike jî ew bi rastî di heman amadekariyê de ye.
Çerxa xweza û civakê
Payîz du tiştan tîne bîra me: guhertin û hevgirtin. Xweza diguhere û mirov jî diguherin, mîna demsalan, mîna têkiliyên civakî. Dema ku erd ji bo xewê amade dibe, civak fêr dibe ku xwe biparêze: kî hildiberîne, kî dixwe, kî tehemûl dike, kî parve dike?
Fikra komûnekê tam ji vê çerxê derdikeve holê: derfeta jiyana bi hev re, hilberandina bi hev re û avakirina jiyana bi hev re. Dibe ku ji ber vê yekê payîz hem demsala dawî û hem jî destpêka demsalê ye.



