Li navçeya Geverê ya Colemêrgê cerdevanên bi navê Adil T., Adem T., Muzaffer T. û Cafer T., li du gundiyên xwe xistin. Cerdevanên gundê Tanê yê bi ser navçeya Geverê sewalên xwe birin nava zeviya gundiyên bi navê Yahya K. Çêrandin. Xwediyê zeviyê pişti cerdevan hişyar kir, cerdevan êrişî Yahya K. û kurê wî Denîz K. kirin. Yahya K. bi derbeyê ji serê xwe bi giranî birîndar bû.
Birîndar Yahya K. bi ambûlansê rakirin nexweşxaneya Geverê û dû re jî sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê kirin.