2 TEBAX 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Cerdevanan hesinên goristana gerîlayan firotine

Hat zanîn ku cerdevanan hesin û amûrên li goristana endamên HPG û YJA-Starê ya li Çiyayê Cûdî ku bûne xurde dizîne û firotin e.

Goristana endamên HPG û YJA-Starê ya Çiyayê Cûdî ku bi navê Şehîdgeha Cûma Bilikî (Ramazan Aybî) û Binevş Edessa (Zeynep Bozkurt) tê zanîn di sala 2015an de di encama êrîşa artêşa tirk a bi top û hewanan hatibû hilweşandin.

Ji sala 2015an heya îro çûyîna herêmê bi hinceta “ewlehiyê” qedexe ye. Çavkaniyên xwecihî ku çûne herêmê û ji ber ewlehiyê nexwestin navên xwe bidin diyar kirin ku piştî êrîşa top û hewanan cerdevan bi kamyonan çûne herêmê.

Li gor nûçeya AJANSA WELAT çavkaniyên ku agahî dane wan dane zanîn ku cerdevanan di navbera salên 2024-2025an di bin kontrola leşkeran de çûne herêmê û hesinên ji avahiyên derdora goristanê derketine û maşîneyek a mertalên zindî ku hatibû şewitandin û amûrên weke jeneretor û konê nobetê ku li wir bûn e xûrde li kamyonan bar kirine û anîne navenda Şirnexê firotine.

Ji ber ku ji sala 2015an ve çûna herêmê qedexe ye, rewşa dawî ya rûxandina goristana li Çiyayê Cûdî nayê zanîn.