Di navbera cerdevanên li gundê Agorê û şêniyên gundê Şênê yên girêdayî navçeya Hîzan a Bedlisê de şer derket, di encamê de 4 jê giran 11 kes birîndar bûn. Cerdevanên li gundê Agorê duh bi şev êrişî şêniyên gundê Şênê kirin. Hate îdiakirin ku cerdevanan ji bo ku dest deynin ser zeviyên şêniyên gundê Şênê bi çekan êrişî wan kirine. Şerê li gund derket li navenda bajêr jî berdewam kir. Muxtarê gundê Şênê jî di nav de 4 jê giran 11 kes birîndar bûn.
Piştî êrîşê leşkeran gundê Şênê dorpêç kirin. Yek ji şêniyê gundê Şênê ku ajansa Mezopotamyayê têkildarî mijarê pê re axivî, wiha got: “Beriya 3 salan jî cerdevanan bi heman awayî êriş kirin û zarokek qetil qetilkirin. Bi gotina ‘Dewlet li pişta me ye tiştek nabe’ ev êriş pêk anîn. Gundê me niha di dorpêçê de ye, destûrê nadin ku em biçin nexweşxaneyê li birîndarên xwe binêrin. Cerdevan li gel çawişên pispor tên ber deriyê nexweşxaneyê û dixwazin çavên me bitirsînin. Niha muxtarê gundê me bi giranî birîndar bûye û tê dermankirin. Niha di her kêliyê de dikarin êrişeke din bikin.”
‘Bi çekên dewletê zordariyê dikin’
Welatiyekî din ê li gundê Şênê dijiya û neçar ma koçî cihekî din bike jî wiha got: “Li gund gelek kêm kes mane û zordariyê li wan dikin. Di meha gulanê de dîsa li zarokan xistin. Her carê bi ser cerdevanan re hewl didin xwe mafdar nîşan bidin. Beriya hefteyekê dîsa sewalên xwe heta nava gund anîne û gotine ‘Ev der ê me ye, hûn ê derkevin biçin’. Gefan li welatiyên ku li gund dimînin dixwin, beriya çar rojan li şivan xistin û birîndar kirin. Duh jî bi çeka ku dewletê daye wan heta serê sibê gund gulebaran kirin.”
‘Cerdevanan bi çekan gule barandin’
Welatiyekî din jî bertek nîşan da ku bûyer weke “dijminatiyê” tê nîşandan û wiha got: “Piştî her bûyerê ev derdikevin dibêjin ‘Ev gund teror e, em cerdevan in. Hêza dewletê li pişt me ye’ û hewl didin me neheq bikin. Bi çekan gelek caran gund gulebaran kirin, xanî û sewal gule baran kirin. Gelo divê 20-30 kes bimirin?”
Welatî bal kişand ku cerdevanan li şivanê gund xistine û pişt re di îfadeyên xwe de bi gotina “Me got qey PKK’î ye” hewl dan xwe derxînin paqijiyê û got: “Guleyên duh bi şev vala vala li gund hatin barandin ma ne guleyên dewletê ne? Çima ev gule li jinan û zarokan tên barandin.”