20 KANÛN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Çerçoveya dîrokî ya şer

Şerê ku bi hişmediya ‘kujerê kastîk’ dest pê kiriye, ji şerê Jebel Sahaba heta Rojava û Xezayê heman tiştî kiriye hedef. Ev şer di rêbazên xwe de her çiqas guherînan pêk anîbe jî armanca wî tunekirina jiyana hevpar e.

Hewldana fêmkirina dîroka şer bi analîzkirina hêzên leşkerî yan jî pêşbirka aboriyê, nepêkan e. Koka şer bi avahiyên wekî dewlet, çîn û milkkirinê tenê nayê fêmkirin; ji ber ku ev hemû encamên şêweya serdestiyê ya kûrtir in. Ev serdestî bingeha xwe ji êrişên mêran ên li ser jin, xweza û çanda jiyana hevpar digire. Hişmendiya mêrperest her ku êrişên xwe kûrtir kiriye serdestiya xwe jî di nav civakê de pêştir xistiye.

Li gor vegotinên hevpar ên ku heta niha hatine qebûlkirin, şer ji ber hilberîna zêde ya çandiniyê, pevçûnên ji ber milkkirinê, avakirina çînan derketine. Lê di esasê xwe de şer ji ber êrişên li ser zayenda jin û hilberîna wê derketiye holê.

Dewlet û desthilatdariyên ku ji vê hişmediyê peyda bûne, hewldana împaratoriyan a berfirehbûnê û modernîteya kapîtalîst jî her ku çûne şerê heyî kûrtir kiriye.

Li gor lêkolîneran di serdema neolîtîkê de di nav civakên ku jin lê serwer bûn  jiyan hevpar, berhemdar û kolektîf bû. Yekemîn şêweya rêxistinkirî ya tundiya mêran ev cîhan bi awayekî pergalî hedef girt. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vê pêvajoyê û hişmendiya ku bi pêş ketiye wek ‘kujerê kastîk’ pênase dike. Kujerê kastîk bi îradeya jinan re xweza û jiyana hevpar a civakê tê hatiye tunekirin.

Hişmendiya mêrperest a ku li dijî jinan bi ser ket, ji bo serdestiya civakê hêz bi dest xist. Bi vê pêvajoyê re bajar-dewletên yekemîn derket holê. Hewldana parastina van bajaran û berjewendiyên heyî şer kir xalek jêveneger. Li gor dîroka ku heta niha hatiye qebûlkirin her çiqas ev wek ‘şerên dewletan’ were pênasekirin jî em dizanin ku ev şer ji ber têkbirina rêvebirina jinan a di nav civakê de ye.

Pevçûna li Jebel Sahaba ya BZ. di 13 hezarî de pêk hatiye her çiqas ne şer be jî ji ber ku bûye sedema mirina 61 kesan ji aliyê lêkolîneran ve cuda tê nirxandin. Bi demê re ev pevçûn ber bi şerên komî ve çûne.

Şerê Hamoukar (Hamoukar-Uruk/BZ. 3 hezar û 500-3 hezar û 300î) wek şerê yekemîn ên di nav bajar-dewletan de tê hesibandin. Li gor daneyên ku derketine lêkolîner dibêjinn ku urukî di şer de bi ser ketine û bajarê Hamoukar (Hesekê/Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê) piştî talanê li gor xwe dizayn kirine.

Heta pêşketina nivîsê ev şerên heyî êdî hatine qeydkirin jî. Şerê Megiddo (BZ.1457) di dîrokê de wek şerê yekemîn ê ku bi nivîskî hatiye qeydkirin e. Ev şer di navbera Fîrewnê 2. Thutmose û Koalîsyona Bajar-Dewletên Kenan (Megiddo, Kadeş, Mîtanî hwd)  de pêk hatiye. Di encama şerê ku 7 mehan berdewam kiriye de Fîrewn bi ser ketiye.

Împaratoriyên wek Pers, Misir, Yewnan, Roma, Çîn hwd. hebûna xwe bi şeran dane berdewamkirin. Wek hemû şeran bi van şeran jî krîza di nav civakê de kûrtir bûye. Jin wek xenîmet hatine dîtin. Civak hatine kolekirin. Xweza hatiye tunekirin. Dîsa di her şerê ku pêk hatiye de rêbaza şerkirinê û amûrên ku pê hatine şerkirin jî zêdetir bûne.

Di serdema navîn de êdî şer dibe parçeyek jiyana mirovan. Di şerên mezin ên împaratoriyan de di Seferên Xaçperestan de di şerên Mogolan de, di şerê yekemîn û duyemîn ên cîhanê de ji ber pêdiviya berfirehbûna hişmendiya mêrperest pêk hatin.

Bi pêşketina modernîteya kapîtalîst re şer ket qonaxek nû. Rêberê Gelê Kurd vê qonaxê wek ‘serdema mêrperestiya endustriyal’ pênase dike. Ji ber ku di vê serdemê de şer bûne komî, mekanîze bûne û bi tamamî ji bo berjewendiyên aborî bi pêş ketine. Di vê serdemê de êdî dewlet bûne mezintirîn amûrên şer.

Di şerên di nav dewletan de bi milyonan mirov mirine. Di şerê Mogolan de herî kêm  40 milyon kes mirine. Di şerê Napolyon de 4 milyon kes mirine. Di şerê 30 salan ê li Ewropayê de ji sê yek nifûsa Ewropayê miriye. Di serhildana Taîpîng de (Çîn/1850-1864/gel şerê komunîzmê da) herî kêm 20-30 milyon mirov mirin.

Di şerê yekemîn ê cîhanê de herî kêm 15-20 milyon însan bi çekên bi gule û çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest dan. Di vê serdemê de çekên kîmyewî yên ku ji aliyê zanyaran ve hatine çêkirin dide nîşandin ku zanist bixwe jî di xizmeta hişmendiya mêrperest de ye. Ev zanista ku di bin serweriya hişmendiya mêrperest de ye jî bêguman li dijî civakê şerê xwe daye meşandin.

Dîsa şerê duyemîn ê cîhanê ji bo mirovahiyê enqazeke mezin e. Di vî şerê de herî kêm 60-70 milyon mirov jiyana xwe ji dest dane. Li bajaran bombe hatine barandin. Bi çekên kîmyewî xweza hatiye texrîbkirin ku heta niha jî bandora wan didome.

Piştî şerên cîhanê yên mezin jî li gelek cihan şer qewimîne û mixabin li hin deveran hê jî şer didomin. Bêguman di serdema me de yek ji şerên ku li dijî mirovahiyê hat meşandin şerê DAIŞê yê li Rojava li dijî kurdan bû. Di van êrîşan de 13-15 hezar însan jiyana xwe ji dest dan. Bi hezaran kes ji cih û warên xwe bûn. Deverên dîrokî hatin tunekirin. Xweza hedef hat girtin. Bajar hatin tunekirin.

Dîsa şerê ku Îsraîl li dijî Xezayê dide meşandin di roja me de ji bo mirovahiyê şermeke mezin e. Di vî şerê de ku sala 2023yan dest pê kir, heta niha herî kêm 70 hezar filîstînî hatin kuştin.

Tê dîtin ku ji destpêka şerê yekemîn (şerê li dijî jinan) heta niha armanca sereke kûrkirina hişmendiya mêrperest e. Mixabin ev nêzikatî tenê di rûpelên dîrokê de nemane îro heman hişmendî di nêzikatiya hemû dewletan de heye. Hişmendiya mêrperest ji bo parastina berjewendiyên xwe ti rê nemaye ku bi kar neaniye.

Di nivîsa bê de em ê li ser rewşa jinan a di nav şeran de û  şerê taybet ê ku niha tê meşandin bisekinin.