14 KANÛN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Çerçoveya dîrokî ya şer

Lêkolînên arkeolojîk û antropolojîk ên ku li ser vê mijarê tên kirin nîşan didin ku di xwezaya civakê de şer tune ye. Ev lêkolîn nîşan didin ku şer bi hêz, desthilatdarî û milkiyetkirinê re eleqedar e.

Li tevahiya dîroka mirovahiyê, şer ne ji ber pevçûnên di navbera dewlet an hikûmetan de teşe girtiye, şer di esasê xwe de ji ber avahiyên civakî, rolên zayendî û têkiliyên zayendperest ango mêrperest teşe girtiye.

Her çiqas hevgirtin, hilberîna hevpar û parvekirin di civakên mirovahiyê yên destpêkê de bingehên jiyana kolektîf bûn jî, hevsengiyên civakî bi derketina holê ya milk û hêzê re bi awayekî radîkal guherî. Di bingeha vê veguherînê de jî avabûna hişmendiya mêrperest heye.

Hilberîna jinan a di nav jiyanê de di xwezaya xwe de ji bo berdewamiya jiyanê û hafizaya civakê xwedî rola sereke bû. Ji ber vê yekê hişmediya mêrperest di destpêkê de êrişê vê hafizayê kir. Hêza jinan a ku hat şikandin ne tenê bû sedema newekheviya zayendan; vê şikandinê di heman demê de ji bo avabûna desthilatdarî û şeran bû bingeh jî. Lêkolînên arkeolojîk û antropolojîk ên ku li ser vê mijarê tên kirin jî nîşan didin ku di xwezaya civakê de şer tune ye. Ev lêkolîn nîşan didin ku şer bi hêz, desthilatdarî û milkiyetkirinê re eleqedar in. Li ser avakirina vê hişmendiyê û pêşxistina tundiyê civak ji nû ve teşe girtiye.

Hişmendiya mêrperast a li dijî civaka dayiksalar bi xwe re hêz afirand. Hêz veguherî desthilatdariyê. Desthilatdariyê bi xwe re milkkirinê anî. Milkkirin jî rê li ber şeran vekir. Ji ber vê yekê em dikarin bibêjin ku afirînerê şeran hişmendiya mêrperest e.

Bi milkirina ax, ajal, hilberîn û heta mirovan (bi taybet jî ditîna jinan weke milk) re newekheviyên mezin dest pê kirin. Kes ango mêrên ku di nav vê newekheviyê de pêşengî dikirin, ji bo parastina berjewendiyên xwe di nav hewldanan de bûn. Vê hewldanê bi xwe re keseyatek nû yanî kesayeta mêrê şerûd/şerxwaz afirand. Ev kesayeta şerxwaz ji hilberînê dûr bû, zordariyê meşrû dît û wek temsîlkarê desthilatdariyê bû. Ev kesayet bû kevirê bingehîn ê sazûmankirina şer.

Her ku rola navendî ya jinan di hilberîn û jiyana civakî de kêm bû, zihniyeta ku serdestiya mêran lê hebû sazûmanî bû. Vê zihniyetê sê tiştên ku şer pêwîst dikir peyda kir:

Kontrol: Kontrola jin, zarok û tevahiya civakê

Rewakirina tundiyê: Qebûlkirina êrişên li dijî dijmin (li gorî hişmendiya mêrperest), xweza û yên din  xwezayî tê dîtin.

Hîyerarşî: Pêwîstiya berfirehkirina domdar a desthilatdariyê

Bi vî awayî, şer êdî tenê li dijî dijminekî derve nebû, di heman demê de bû amûrek ji bo parastina desthilatdariyê li nav civakê.

Bi avakirina dewletê êdî şer bû êrişeke domdar a li ser civak, debar (bi demê re aboriya giştî) û îdeolojiyan. Bi şeran re her ku çû dewlet xurt bûn. Bi xurtbûna dewletan re jî her ku çû şer berfireh bûn. Ji ber ku her dewletek diviyabû kapasîteya xwe ya şer bi pêş bixe da ku qada xwe ya desthilatdariyê biparêze û berfireh bike. Bi vî awayî şer ji bûyerek rasthatî di dîroka mirovahiyê de veguherî amûrek sîstematîk a desthilatdariyê.

Yên ku herî zêde ji şer bi bandor bûne jî bêguman jin in. Di nav şeran de hêza jinan a civakî şikest. Ji ber ku bandora civakê şikiya, her ku çû civak ji xwezaya xwe dûr ket. Ji ber vê yekê em dikarin bibêjin ku şer encama hişmendiya mêrperest e û herî zêde jî jin û civak kirine hedef.

Di şerên ku heta niha hatine kirin de bi milyonan kesan jiyana xwe ji dest daye. Di nav şeran de ji bo serkeftinê gelek rêbaz hatine bikaranîn. Em ê di nivîsên bê de behsa rêbazên şeran bikin.