19 KANÛN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

CENTCOM: Li Sûriyeyê 119 DAIŞî hatin girtin

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku ji tîrmehê ve nêzîkî 80 operasyon li Sûriyeyê li dijî çeteyên DAIŞê pêk anîne, di encamê de 14 çete hatine kuştin û 119 çete hatine girtin.

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) daxuyaniyek li ser hesabê xwe yê Xê weşand. Di daxuyaniyê de bîlançoya ji tîrmeha îsal (2025) û vir ve ya operasyonên li Sûriyeyê yên li dijî DAIŞê hat aşkerekirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hêzên Amerîkayê, bi hevkariya hêzên hevkar, ji tîrmehê vir ve nêzîkî 80 operasyonên leşkerî li dijî çeteyan pêk anîne ku bermahiyên DAIŞê jî di nav de hene.

Li gorî daxuyaniyê, çeteyên DAIŞê îsal amadekarî dikir ku bi kêmanî 11 plan an jî êrişan li dijî berjewendiyên DYAyê pêk bînin. CENTCOMê daxuyand di operasyonên hêzên DYAyê yên 6 mehên borî de 119 çeteyên DAIŞê hatin girtin, 14 jî hatin kuştin.

Depoyên çekan hatin rûxandin

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku di îlona îsal de hêzên DYAyê operasyoneke serdegirtinê li Sûriyeyê pêk anî. Di encamê de serçete Omer Ebdulqadir hat kuştin ku plangeriya êrişan li dijî DYAyê dikir. Fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê, Amîral Brad Cooper got, operasyonên li Sûriyeyê elementek girîng ji bo pêşîgirtina li vegera şiyanên çeteyên DAIŞê û gefên çeteyan in.

Cooper destnîşan kir ku di meha borî de, hêzên amerîkî zêdetirî 15 depoyên çekan ên çeteyên DAIŞê li başûrê Sûriyeyê rûxandin û zêdetirî 130 topên hawanê û roket, tifing, mayînên dij-tank û madeyên ku di çêkirina teqemeniyên destçêkirî de têne bikaranîn îmha kirin.

Fermandariyê di dewama daxuyaniyê de bi bîr xist ku hêzên Amerîkayê di tîrmehê de li bajarê Babê yê gundewarê Helebê operasyonek pêk anîbû, di encamê de serçeteyê DAIŞê Diya Zobai Mislih El Herdanî û 2 kurên wî hatin kuştin.