22 GULAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Cenk Yîgîter: Rewşa min baş e

Akademîsyen Cenk Yîgîter ku duh rastî êrişa çekdarî hat, li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal ragihand ku rewşa wî baş e.

Akademîsyenê Aştiyê Cenk Yîgîter ku duh li pêşiya mala xwe ya li navçeya Çankaya ya Enqereyê rastî êrîşa çekdarî hat û li Nexweşxaneya Îbnî Sînayê li beşa lênihêrîna awarte dihat dermankirin, têkildarî rewşa xwe de daxuyanî da. Yîgîter, li ser hesabê xwe yê platforma Xê got ku rewşa wî baş e.

Yîgîter, di parvekirina xwe de wiha got: “Hevalno ez baş im, tu rewşeke krîtîk tune ye. Destê tetîkkêş sivik bû, tenê birîna ketin û derketinê heye, tenê ev e. Bila ev alçax qet xem nekin, em ê di pişt de li wan nexin. Li gel hezkirin û silavan.”

Cenk Yîgîter, ji ber tevdîr û çavdêriyê li beşa lênihêrîna awarte tê sekinandin.