12 KANÛN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Cengîz Çîçek: Divê em têkoşîna aştî û civaka demokratîk mezin bikin

Cengîz Çîçek têkildarî Budçeya Wezareta Parastinê axivî û got: “Lewma jî em dibêjin ku Banga Aştî û Civaka Demokratîk a 27ê Sibatê ferz dike ku hînbûnên sed sal in didomin bên terikandin. Divê em ji her demê bêhtir îro têkoşîna aştî û civaka demokratîk mezin bikin.”

Wekîlê DEM Partiyê yê Stenbolê Cengîz Çîçek, di Lijneya Giştî ya Meclisê de têkildarî Budçeya Wezareta Parastinê axivî. Cengîz Çîçek, anî ziman ku pêşbaziya di navbera DYA û Çînê de zexta li ser pergala kûrewî giran dike û wiha got: “Ev şerê hegemonyayê, bi xwe re lêgerînên rêyên bazirganiya enerjiyê ya nû jî ferz dikin. Bi korîdora Hindistan, Rojhilata Navîn û Ewropayê re di bin navê projeyê de şerê korîdoran her ku diçe mezintir dibe. Ev şer jî weke bêmilkkirin, koçberî, qirkirin li gelan vedigere. Ev şer, ji bo wê ye ku kapîtalîzm bêhnekê bistîne û şer weke çareseriya herî biha dibe. Rewşa heyî ya cîhanê, bi jiberkirinên heyî nikare were vegotin.”

Di berdewê de Cengîz Çîçek anî ziman ku dinya veguheriye dinyaya şerê berjewendiyên sermayeyê û wiha pê de çû: “Ji Xezeyê heta cihên din, qirkirinên tên ferzkirin, qirkirinên berjewendiyên sermayeyê ye. Di esasê xwe de ji bo korîdora ji Îsraîl, Hindistan, Bendergeha Hayfayê, ji başûrê Qibrisê û ji wir heta Yewnanistan û Ewropayê were parastin, qad tê paqijkirin. Şer û qirkirin li gelan tê ferzkirin. Hewce dike ku em hemû jî jiberkirinên xwe dev jê berdin. Ji ber vê yekê ye ku em girîngiyê didin pêvajoya aştî û civaka demokratîk. Di demeke dinya diheje de em mecbûr in hînbûnên xwe biterikînin. Divê hînbûnên têkildarî pirsgirêka kurd bên terikandin.”

Lewma jî em dibêjin ku Banga Aştî û Civaka Demokratîk a 27ê Sibatê ferz dike ku hînbûnên sed sal in didomin bên terikandin. Divê em ji her demê bêhtir îro têkoşîna aştî û civaka demokratîk mezin bikin. Dema em li ser budçeya Wezareta Parastinê nîqaşan dikin de dixwazim du mînakan bidim da ku were fêmkirin çima divê em hînbûnên xwe biterikînin. Divê konsepta parastina neteweyî jî biguherînin. Niha tişta neteweyî çi ye? Tişta aydê neteweyê ye ne wisa? Tişta neteweyî çand e, ziman e, dîrok e, al e. Em dibêjin ku di pergala heyî ya cîhanê de ew cihê netew li ser dijî neteweyî ye.

Bi rastî jî ku der di bin dagirkerî û gefê de ye? Li nexşeya madenê ya bajarê Colemêrgê binêrin, bi rastî jî em mecbûr in vê jî bi konsepta parastina neteweyî bigirin dest. Niha li Colemêrgê bi rêya rûxsetên madenê ji çar paran du jê ya xelkê Colemêrgê dê ji wir were derxistin û xetereyeke wiha heye. Binêrin, dema ev ruxset hatin dayin, dê li Colemêrgê mirov nemînin. Her çar aliyên welat di bin dagirkeriya şîrketên madenê de ne.

Çavsoriya qezencê ya bêsînor, mezintirîn pirsgirêka ewlehiyê ye. Ji bo ev pirsgirêka ewlehiyê ji holê rabe jî divê siyaset peywira xwe bicih bîne. Di vê çarçoveyê de divê em xweza, jiyan û pêşeroja xwe biparêzin.”