12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çend pirsên berevajî

Gotina “Çima li Tirkiyeyê şer nakin” bi rastî jî  mirov matmayî dihêle. Ji ber di cîhanê de ne rojane, çirke bi çirke agahî digihêjin her cihê cîhanê. Lê guhê kerr û çavê kor ne dibihîze, ne jî dibîne û ziman jî lal dibe. Her roj li her çiyayê Bakur şer heye.

Kele kela germa havînê, herwiha germahiya Şerê Cîhanê yê 3’yemîn bi hemû dijwariya xwe Rojhilata Navîn dişewitîne. Êdî şev û roj wateya xwe winda kiriye, li gorî amûrên teknîka şerê serdemê 24 saetan bêastengî bi kar tê. Bi taybet teknîka ku êdî tu astengiyên sînoran, sengerên klasîk, herwiha astengiyên xwezayê nas nake, kî li ku derê ye û çendî hesabê ziyanê nayên kirin. Ji ber ku qanûnên navneteweyî û saziyên navneteweyî têra astengiyan nake. Ji ber vê di Şerê Cîhanê yê 3’yemîn de sînor nîne. Qanûn û pîvan nîne. Kî kê kuşt. Kê çiqas kuşt ne girîng e. Ya girîng kî bi ser ketiye. Serkeftî! Kes hesap nepirse. Lê eger kêmekî bibêjî serê şûrê alîyekî har be, wê demê xezaba hesabê herkesî wê bê ser û bibe qurbana şer.

Ev mijar exlaqî û etîk e an jî ne exlaqî û etîk wateya wê nîne, realîta şerê cîhanê îro ev e. Yanî felsafa (rehmetî) Makyavelî “ji bo şer serbixî her rê meşru ye” îro bûye feraseta şerê cîhanê 3’yemîn.

Niha em pirsên xwe bikin. Hîn rewşenbîr, welatparêzên Kurd û dostên Kurd vê rewşa şerê cîhanî de pir mirovî, humanîter gotina bêjin, daxwazên xwe yê aştîxwaziyê bînin ziman. Wek hêzên kurdî bên ba hev, mijarên, nakokiyên PDK û PKK çi ne ku li hev nakin? Pêwîst e PKK bê îqnakirin Garê vala bike biçe qadekî din, da ku tirk, başûrê Kurdistanê bi giştî dagir neke. PKK çima li Tirkiyê şer nake, çima li metropolên Tirkiyeyê çalakiyên eskerî nake?

Ev mijar û gelek mijarên din tên gotin. Baş e em PKK’ê bidin aliyekî. Gelo PDK kîjan hêzên Başûr û hemû hêzên Kurdistanê û kesayetên kurdistanî dipejirîne? Gelo bi kîjan hêzên kurd re di nava şer de nîne. Fikir û ramanê kîjan rewşenbîrê kurd dipejirîne. Yan jî bi kîjan parçeyê Kurdistanê re di nava hevkariyê de ye? Mînaka herî berbiçav bajarê Kerkûkê ye. Di hilbijartinan de kurdan walîtî qezenc kir, lê PDK tevî tirkan û şovenîstên ereb tifaq çêkir da ku kurd nebin walî. Çima? Ji ber ew kurd ne PDK’î ye. Wek PDK’ê nafikire û gelê kurd red nake.

Tirk hatine, nîvê bajar, bajarok û gundên Behdînanê xistine destê xwe. Rêveberiya askerî, sîyasî bi temamî xistinê destê xwe. Gerîla li ber xwe dide, Tevahiya Başûr diparêze, li şûna ku bangawaziya berxwedana gel bike, têkoşîna gele kurd xurt bike daxwaza “PKK îqna bikin bila Garê vala bike”. Ev gotin ji devê kurdekî nikarin derkevin, ev gotin parçeyeke projeya ku peymana Bexdayê ya tirkan, Iraq û PDK ê ye. Ev biraderana li şûna ku bibêjin “ev fikrê me yê serbixwe ye”, aşkere bibêje “em dest ji têkoşîna kurdayetîyê berdin, teslîmî dagirkeran bin” wê bêhtir bê fêmkirin, herî kêm bi navê “rewşenbîrî” serê civakê şêlû nekin jî baş e. Gelo mafê teslîmbûnê demokrasî ye. Lê mafê gel û şoreşgeran ku têbikoşin, şer bikin, êrîşî dagirkeran bikin, ma ne demokrasî ye?!

Gotina “Çima li Tirkiyeyê şer nakin, li metropolên tirkan şer pêş naxin” bi rastî mirov matmayî dihêle. Ji ber di cîhana îro de ne rojane, çirke bi çirke agahî digihêjin her cihê cîhanê. Lê gotina civakê guhê kerr û çavê kor ne dibihîze, ne jî dibîne û ziman jî lal dibe. Her roj li her çiyayê Bakur şer heye. Qet nebe nûçe dijminê xwînxwar temaşe bikin da ku bibihîzin û bibînin. Erê, rast e wek deh sal berê bi sedan gerîla êrîşî sengerên dijmin nayên kirin, rêbazên di şerê serdemê de ev dest nade û ne raste jî, rêbazê deh sal berê dubare bikin û nayê kirin jî, lê li gorî serdemê gerîla tevdigere, çalakî jî dike. Lê wek berê bêsîm nade bikaranîn, di dema xwe da nûçeya çalakiyan nikare ragihîne. Mijara metropolan bêguman mijareke girîng e û pêwîst e pêş jî keve, lê kerem kin em hînekî jî serê derziyê li xwe din, tenya li Stenbolê nêzî 6 mîlyon kurd hene, çima nakevin tevgerê? Mijar ne çalakiyên eskerî ye, tenê rojekê mîlyonek kurd berê xwe bidin Îmralî meşekî bêdeng bikin, an jî çalakiyeke rûniştinê bikin, da ku dagirkeriya Rojava an jî Başûr şermezar bikin. Lê herkes rûniştîye wek fîlmeke şewata welatê xwe temaşe dike. Paşê jî yekser gerîla tawanbar bikin “Ka çima li bajaran lê nade” tawanbarî karê herî rehet e. Lê ev şer şerê gel e. Şerê gel jî pêwîstî her ferdê wê gelî destê xwe têxe bin bar. Gerîla çi bike, çil sal e şer dike, niha jî kîmyabaranê tê şewitandin, lê dayik, bav, xizim, xal û eşîr bêdeng, wek fîlmê li benda encama fîlmê ye. Ev rewşeke oportunîstî ye. Gotin û pratîk hev nagirin. Her wiha ev rewş hêvî dide dijminê gelê kurd. Ji ber wê dijmin jî hemû cîhanê re dibêje “şerê min ne bi gelê kurd re ye. Bi PKK’ê re ye”. Li ser vê ferasetê û piştgiriya cîhanê digire, herî kêm bê deng dihêle.

Derencam, her qadeke kar pisporên wê hene û pêwîst e mirov tiştên dizane, fêm dike, biaxive. Li gorî cîhana dijîtal nexweşiyeke serdemê heye ku herkes li ser her tiştî gotinan dibêje, pêşnîyariyan pêş dixe, xwe xwedî maf dibîne. Li ser sazî û kesayetan analîzan, şîroveyan pêş bixe. Bêguman heya cihekî dibe mafdar bin jî. Lê di mijarê şer de, şerkeran de şîroveyên bêpîvan xeteriyan tînin. Ji ber gotin an jî têgeha şer anîna li ser lêvan bi xwe ciddîyetekê, berpirsyarîyeke dîrokî û polîtîk dixwaze. Li welat şer heye. Ev şer ne tenê di navbera kurd û tirkan de ye. Li vê qadê Şerê Cîhanê yê Sêyemîn tê meşandin, şerekî hêzên navnetewyî heye. Kurd û Kurdistan jî di navenda vî şerî de ne. Ne me xwastiye, ne jî dixwazin, lê ev tiştekî naguherîne, îro hêzên cîhanî yên kujer li vir in û gorapanê şer jî çiyayên welatê me ne. Mînak; Amerîka, Îsraîl û hemû hevalbendên wan li ser axa Kurdistanê êrîşî Îran û Rûsya û hevalbendên wan dikin, heman tişt jî Rûsya, ji Kafkasya heya kendava Fars, li Sûriyeê, li ser axa Kurdistanê bergîriyên xwe dike. Herwiha hêzên herêmê tirk, ereb, faris, şagirtên wan hêzên cîhadîst û kirêgirên kurd li ser vê axê şer dikin. Baş e bêyî ku vê rewşa objektif mirov dikare yekalî tiştan ji PKK’ê bixwaze? Bêguman sengerên ku PKK tê de ye girîng in. Çîyayê Agirî heya ser xetê kendavê Fars, kêm zêde xeta çiyayên Torosan heya Zagrosan, Dêrsîm, Serhed, Botan û Amedê heye û bi bandor e. Lê hertişt di dema wê de li gorî stratejîyeke eskerî û taktîkî pêşdikeve û pêş bikeve.

Li gorî vê giraniyê hemû hêzên şerker ji her alî van zextê li ser Tevgera Azadiyê dikin ku li gorî berjewendîyên wan tevbigere. Li ser vê tirk ji Tevgera Azadiyê beramberê Rêber Apo fîdyeyê dixwazin. Dibêjin “li gorî me tiştan bikin, em ê jî mafê hevdîtînan bidin” her wiha gelek hêzên din jî ev deh salên dawî bi vê şêwazê tehdît, şantajan pêş dixin.Lê Tevgera Azadiyê stratejî û taktîkên xwe li gorî berjewendîyên gelê xwe, li gorî ku çawa bi ser kevin diavêje, yanî yê şer dikin jî xwedî raman in!

Ya girîng; em şoreşa gelê xwe nekin qurbana hêzên herêmî û navneteweyî. Kî çi dibeje, çi dixwaze bêhtir, rastiya welatê me û berjewendiyên gelê me çi dixwaze, çi dest dide em pêş bixin, serkeftinê misoger bikin. Ji bo serkeftinê şert e ku em stratejîk bifikirin, li gorî rastiya jeopolîtîk tevbigerin û ji paşerojê dersan derxin.