13 Aralık, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Cenazeyên ji Goristana Xerzanê hatin derxistin nadin malbatên wan!

Parêzerê OHD’yê Denîz Yildiz diyar kir ku piştî ku Goristana Xerzanê hat xerakirin, li gelek deverên din jî êrîşî gorên HPG’iyan hatiye kirin û got ku hemû giliyên ku bi hêviya “bendewariyên” navdewletî hatine kirin, bê encam mane.

Di 19’ê kanûna 2017’an de li gundê Oleka Jor a Bedlîsê Goristana Xerzanê bi makîneyên karî hatibû xerakirin. Di 2’yê çileya 2018’an de bi daxuyaniya Walîtiyê hatibû hînkirin ku zêdetirî 300 cenazeyên HPG’iyan ji Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Stenbolê re hatine şandin. Paşê hatibû hînkirin ku cenazeyên hatine derxistin li Goristana Kîlyosê ya Stenbolê hatine veşartin.

Piştî vê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Stenbolê têkildarî derxistiyên cenazeyan serî li Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê dabû û giliyê berpirsiyaran kiribû. Lê belê dozgeriyê biryara neşopandinê dabû. OHD a Şaxa Stenbolê, serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dabû lê AYM’ê hê jî biryarek nedaye.

Endamê OHD’ê Parêzer Denîz Yildiz, anî ziman ku êdî rêza dewletê ji bo miriyan jî tune ye û got ku piştî 2015’an êrişên li goran zêde bûne.

‘Dijhiqûqî ye’

Yildiz bibîr xist ku di 19’ê kanûna 2017’an de Goristana Xerzanê hatiye xerakirin û ev tişt gotin: “Bêyî haya malbatan jê hebe, derî usûlê bi makîneyên karî goristanê xera kirin. Li gorî îdayê 282 cenaze li wir hebûne. Lê ATK dibêje 261 cenaze hatine derxistin. Gava cenazeyan derxistin heya demeke dirêj jî ji me re negotin bê ka cenaze li ku derê ne. Ji malbatan re jî tiştek negotin. Piştî van bêhiqûqîtiyan me gilî kir. Lê ev giliyên me yên ku me li Bedlîsê kirin hê jî wekî xwe ne, tu bersiv nehatiye dayîn. Çendî me gelek caran ji Serdozgeriya Komarê daxwaz kir jî, tu bersiv nehat dayîn. Heya niha ji 261 cenazeyan 23 jê radestî malbatan hatiye kirin. An jî cenazeyên ku diviyabû radestî malbatan bên kirin di qutiyan de di bin peyarêyeke 50 metrekareyî de veşartin. Ev hem li dijî hiqûqê ye, hem jî di tu dîn û mezhebî de tune ye. Bi awayekî dijmirovî hatin veşartin.”

Yildiz bibîr xist ku tevî hemû hewldanan jî berpirs nehatine tespîtkirin û got ku daraz wekî her carê xwe li kor û keritiyê daniye.

Yildiz, diyar kir ku bi demê re li gelek bajarên din jî êrişî gorên HPG’iyan hatiye kirin û wiha bi dawî kir: “Bi vê re dixwazin civakê bitepisînin û çavtirsandî bikin. Di du salên borî de li Mûş, Amed, Êlih û Wanê goristan ji aliyê polîs û leşkeran ve bi keraneyan hatine perçekirin. Me giliyê van kesan kir, lê hemû jî bi biryara neşopandinê bi dawî bûn. Me niha serî li Dadgeha Destûra Bingehîn daye, lê bawer nakim ku tiştek jê derkeve. Dê wekî doza Goristana Xerzanê encameke neyînî bê û em ê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bidin. Lê di hin rewşan de em ji DMME’yê jî tu encamê nagirin. Sedema vê jî rewşa polîtîk, bendewarî û berjewendiyên di navbera welatan de ne. Lewma DMME, biryarên ku divê bide nade.”