Artêşa tirk, beriya du rojan gundê Daraqol ê navçeya Licê ya Amedê bombebaran kir. Di encama bombebaranê de 4 gerîllayên HPG’ê jiyana xwe ji dest dabûn. Hat ragihandin ku cenazeyên van her çar gerîllayen HPG’ê rakirine Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Amedê.
Li bendê ye ku malbatên gerîllayên jiyana xwe ji dest dane ji bo teşhîsê biçin ATK’ê.