Malbatê cenazeyê Mehmet Yildirim (45) ê ku leşkeran di 24’ê gulanê de li gundê Nenyasê ya Liceya Amedê qetil kirin, ji Saziya Tiba Edlî (ATK) a Amedê girtin û birin Lîcê. Cenaze bi saetan li saziyê hat sekinandin. Malbatê cenaze saet di 21.30’yî de girtin û birin gundê Nanyasê.
MEBYA-DER, xizmên girtiyan ên di Nobeda Edaletê de, Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Parlementerê DEM Partiyê yê Amedê Serhat Eren, DEM Partî û DBP’ê yên Amedê û rêxistinên her du partiyan ên navçeyan beşdarî merasima cenaze bûn. Girseyê cenaze bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û Şehîd Namirin” birin gund û li gund spartin axê.