15 COTMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Cenazeyê rojnemevan Akar gihîşt Şirnexê

Cenazeyê Rojnemevan Demhat Akar ku li Wargeha Mexmûrê ji ber qeyrana dil jiyana xwe ji dest dabû gihîşt Şirnexê.

Rojnemevan Demhat Akar beriya 4 rojan li Wargeha Penaberan a Mexmûrê ji ber qeyrana dil jiyana xwe ji dest dabû. Cenazeyê Akar ji bo li navçeya Gimgimê were definkirin ji aliyê malbata wî ve hat stendin. Piştî kar û barên fermî malbatê cenaze li ser Deriyê Sînor ê Xabûrê re anî Şirnex. Li ber deriye sînor cenaze ji aliyê rêveber û endamên MEBYA-DER Botanê, DEM Partî û DBPê yên Şirnex, aktîvîstên TJAyê û gelek welatiyan ve hat pêşwazîkirin.

Cenaze ji bo otopsiyê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê, hate hînbûn ku piştî otopsiyê cenazeyê Akar ê li navçeya Gimgim a Mûşê were definkirin.