Cenazeyê kedkarê Rojnameya Azadiya Welat Nizamettin Yilmaz piştî 20 rojî li bajarê wî navçeya Dêrikê ya Mêrdînê hat veşartin ku Yilmaz li paytextê Yewnanistan Atînayê tedawiya penceşêrê dît û li wir jiyana xwe ji dest dabû.
Piştî ku li mala Yilmaz helalî hate xwestin cenazeyê Yilmaz birin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrikê. Kes û xizmên Nîzamettîn Yilmaz piştre bi xemginiyeke mezin cenazeyê Yilmaz ji wir teslîm girtin û ji bo definkirinê birin Goristana Kalikoyê.
Cenazeyê Nîzamettîn Yilmaz li goristanê ji aliyê bi sedan kesî ve hate pêşwazîkirin û li gel hempîşeyên wî MEBYA-DER, Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û parlamenterên DEM Partiyê beşdarî merasîma oxirkirina cenazeyê Yilmaz bûn. Cenazeyê Nîzamettîn Yilmaz piştî nimêjê hate veşartin.
Hevserokê Bajêr ê DEM Partiyê Nîhat Gokalp, ji malbata Yilmaz û Çapemeniya Azad re sersaxî xwest. Gokalp got: ‘’Wê hevrêyên Nîzamettîn xeyala wî ya aşitiyê pêk bînin.’’